Bo De’wetvanan Sirra Serkeftinê

Article

Mirovên dawetvan di rêwîtîya xwe ya dirêj û dijwar de lazime zanibe çend kîlometre rê qeti’kiriye, gihaştiye kî derê, ciyê wê bighêjê çiqas maye. Qûtê bi wî re (ma’newîyat, teqwa, zanîn) dê wî bighîne qonaxa wî yan neghînê, lazime zanibe. Lewra de’wet û de’wetvan hew tiştekî xassê bi însan tenê ye. Yanî firaxê vî karî însan e. Madem ev kar xassê bi însan ve ye,  pêwiste ku em însan qenc nas bikin. Piştî naskirina însan, lazim e em xwe di ‘eyna însan de bibînin. Lewra pêxemberê (s) me dibêje: “Mumin ‘eyna mumin e” Kesê xwe nas neke, gelo çawa dikare ji bo islaha însanê hem cinsê xwe bixebite.

De’wetvan heta xwe nas neke, şert û mercê herêma xwe ya civaka di nav de dijî fêm neke,  ne mimkune di karê xwe de serfîraz bibe. Hela ku mersele ji bo meriv ji de’wê re însana qezenc bike; wê wextê naskirina însan bêtir biqîmet dibe.

ÎNSAN ÇIYE?

Hebûneke ji ruh û cesed çêbûye; xwedî xûrûr, hîs, raman û daxwaz e, mehareta şitexalî û xebatê pêre heye, ruhberekî pir li jor e. Bi te’rîfeke din; însan xelîfê Xweda yê li ser rûyê erdê ye, di nava hebûna maddî de hew ê ku xweyî mesulîyete.

Li gorî bawerîya Îslamê însan; hebûneke despêk û dawînga wî nayê zanîn, di ‘alema hebûnê de heyînê candar ê bêemsal e. Însan bi ruhê xwe, bi cesedê xwe eserekî Xweda yê bêemsal e. Xweda vê heqîqetê di Qur’ana pîroz de wiha beyan dike “Me însan di sûretê herî xweşik de xuluqandiye”

Di kaînatê de her çi heye, nimûnê wê di însan de jî mewcûd e. Rûhê însan ji ‘alema ruha, hişê wî ji lewhê mehfûzê xeber dide. Xeyala wî ji ‘alema mîsalan xeber dide. Cewherê di kaînatê de mewcûd tev di xavîya wî de hene. Mûyê cesedê wî ji daristana ser rûyê erdê, hestîyê wî ji teht û kevira, xwîna di damarê wî de digere û ava ji dev û pozê wî tê, ji ava ser rûyê erdê xeber dide me.

Însan ji rûh û cesed hatiye holê. Qutê cesed ji zexîrên erdê derdikeve, heger ne ji van zexîra be, gelo gewdê însan dikare çiqas jiyana xwe bidomîne? Mixabin qet berdewam nake. Herwiha lazime rûh jî qutê xwe ji xweda bistîne. Însan ji bo xwe nas bike, lazime ewil qewweta mejîyê xwe nas bike.

Çimgî her tişt ji mejî dest pê dike. Mejîyê di hundir qa’fê însan de, ji du qisman tê meydanê. Qismê hêla rast: Malûmatan qeyd dike. Şikla, erda, mesafa nabêna du cîhan qeyd dike. Yê çepê jî  ‘ilm û zanîna ziman qeyd dike.

Sê şikil mejî hene:

1 - Mejîyên biçûk: Ev Kes li ser şexsan diştexilin. Flankes kine, ça’vê flankes hewl e, flankes dirêj e…

2 - Mejîyên Navend: Ev mersela, bûyera diştexilin. Wasita min li ser 180 diçe, Xanîyê min xweşik e, zevîya min avîye…

3 - Mejîyên Mezin:  Ev Kes fikra, de’wa, civaka dişteğilin. Nexasim ji bo fikrên xwe di heyatê de bikin hakim, wê xebatek çawa bikin, diştexilin.

Êdî emê ji xwe bipirsin; gelo mejîyê me ji van hersê qisma dikeve kîjan ferê? Heger bersiva me qismê sêyem be, lazime em van pirsa ji xwe bikin:

- Ji Kur’ana pîroz çiqas di hişê min de heye?    
- Ez çend hedîsa jiberim?
- Kîtabên ez wan duxwînim, gelo ez ji wan fêhm dikim?
- Kîtabên ez duxînim, ez dikarim di hişê xwe de bigrim?

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ehmed Aqtaş

Ê Berê Şîroveya Hin Çarînên Baba Tahirê Ûryan - 2
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.