Îmamê Şafîî û Feqî Yûnus

Article

Li gor tê neqilkirin, di demeke borî de Îmamê Şafîî ji feqîyên xwe bi Yunûs re mijarekê muzakere dike. Lê belê fikrê Îmam û feqî Yunûs qet nezîkî hev nabin. Minaqeşa wan direj dibe, gotinên wan bi ber hev de naçin. ‘Hetta ewqas gotinê wan hevdû ‘aciz dikin, feqî Yûnus dev ji ders stendinê berdide, diğeyîde û radibe diçe mala xwe. Wexta reş ket erdê û bû êvar, dengek ji derîyê feqî Yûnus tê. Çewa Feqî Yûnus derî vedike, seydayê xwe Îmamê Şafîî li ber derî dibîne. Yûnus dihebite û ‘ecêbmayî dimîne ku Îmamê Şafîî hatîye ber derîyê wî.

Belê di navbera Îmamê Şafîî û feqîyê wî de minaqeşe çê bû, pey re feqîyê wî bêedebî kir û meclîsa wî terk kir; lê dîsa yekemin ya ku xeydê betal kir, ew zîyaret bû. Îmam bi vêya dersek mezin da feqî Yûnus. Îmamê Şafîî, weke ku tiştekî nexweş di neqeba wan da derbas nebûbe, wexta feqîyê wî derî vekir, piştî slavdayînê ev şîretên han jî li feqî Yûnus kir:

1. Feqî Yûnus! Piştî bi sedan mesele û mijar me dighîne hev, meselekek biçûk bi tenê wê çawa me ji hev biqetîne? Xeyidandin û ji hev dûrketin ji xwe qet bi me nakeve.

2. Feqî Yûnus! Pirên te ew ava kirne û tu di ser da diçî, ji binî de xera neke, dibe ku rojekê tu mihtacî wan bibî û tu di ser wan re vegerî.

3. Feqî Yûnus! Ji xetan, şaşîyan û ğeletîyan biqe‘hire, dûr bikeve û li dijî wan bisekine; lê belê ji xwedyê wan xetayan, şaşîyan û ğeletîyan dûr nekeve, baz nede û neqehire. Lewra wexta ji ber xete û şaşîyên wan tu ji wan dûr bikevî, tu qet nikarî berê wan kesan, ji xetan û şaşîyan bi alî rastîyan û zanebûnê ve bizîvirînî.

4. Feqî Yûnus! Bi tevî hebûna xwe ji gunehan bi qe‘hire, lê belê bila dilê te biêşe bi kesên facir û gunehkar… Û re‘hmê li wan bike. Belkî dilêş û re‘hma te wan kesan ji gunehan dûr bike.

5. Feqî Yûnus! Gotinê rexne bike, belê qîmetê bide xwedyê gotinê. Lê wexta te gotin rexne kir, bala xwe bidê ku tu gotin û xwedyê gotinê tevlîhev neke.

6. Feqî Yûnus! Çawa wezîfa tebîban, ji holê rakirina nexweşîyane, meqsed ne kuştina nexweşane. Wiha jî wezîfa me çareserkirina pirsgirêkane, qet meqsed ne me‘hûkirina mirovane.

Ev mesela di navbêna îmamê Şafîî û feqîyê wî Yunûs de û şîretên îmam li feqîyên wî li vir bidawî bû. Piştî van şîretên Îmamê Şafî’î yên birûmet, li me nakeve ku em şîretna li xwe bikin. Bi hêvîya ev şîretên han jîyana me ronî bikin mîna qendîlan. A dawî re‘hm û razîbûn û silava Xweda li ser wan û li ser we be.

Fatih AKMAN

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Fatîh Akman

Ê Berê Kevoke, Bi Ğîreta Xwe Dîroke
Ê Li Pey Şertên Bawerîw Huzûr

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.