Ji Hêviya “Çareserî” Yê Heta Heyama Pevçûnê -5

Article

3.3. Hêvîyên Sermayedaran

Grûbên xweysermaye, jibo zêdekirina kara xwe, hawira ewlehî û îstîkrarê dixwazin. Nexasim li Kurdistana Tirkiyeyê, hinek kargêr û karsaz hene ku dixwazin veberhênan bikin, lê ji ber pevçûnên çekdarî nikarin pêk bînin. Karsaziyên han, bi “pêvajoya çareserîyê” bi nîspetên eşkere berê xwe dabûn herêmê. Bîlxesse piştî ku PKKê di sehayê de xwe hêza hakim nîşan da, sermayedarên ji rojavayê Tirkiyeyê dihatin, alîkarîya xurtbûna “bûrjûvazîya kurd” a bi PKKê ve girêdayî kir. Li Tirkiyeyê sermayedarên mezin, ji berê de grûbên xwedî hêza sîleh û însan, di yêdek û suxmetîyê de hiştine û pê hewla ku rê bidine ber îktîdarê dane. Weka di hedîseyên Parka Gezîyê de jî eşkere bû, grûbên Marksîst bi sermayedarên kapîtalîst re hevkarî kir û di vêya de herdu alî jî tu mehzûrê nabînin. Hesabê ku ‘eynî hevkarî di piştî “pêvajoya çareserîyê” de, bi PKKê re jî pêk bînin hatîye kirin. Ji Komela Pîşesaz û Karsazên Tirk (TUSÎAD)ê hinek kesên faal, eşkere bi HDPê têkildar bûne, ev jî nîşan dide ku hêvîyên wan, li ser menfîetên maddî dibin yek û di seha sîyasî de xuya dibin. 

3.4. Hêvîyên Girseyên Mezin ên Xelkê

Xelk ji pêvajoyê hêvî dikin ku hawira aştî û hizûrê bê avakirin, kuştin çê nebin, projeyên sosyal nesekinin. Her wiha xelk tîne ziman ku zarokên wan bi zorê yan jî bi qani’kirinê neşînin çîyê, di warê îstîfadekirina ji îmkanên dewletê de, di navbera rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê de, ferqa bipêşketinê rabe.

4. QEZAYÊN RÊYA PÊVAJOYA ÇARESERÎYÊ

Bi rastî gava “pêvajoya çareserîyê” dest pêkir, hikûmetê digot “ne tenê destê xwe, hewce be emê gewdê xwe jî têxin bin bar”. Hikûmetê bi van beyanan îfade dikir ku ji qezayên rê re amadene. Îdara serî ya KCKê jî dianî ziman ku dewra pevçûna çekdarî qedîyaye. Evana di heqê pêvajoyê de hêvî zêde dikir. Di nav re carna mijarên wek teqîna sîlehan a ji bo tacîzê, şewitandina wesaîtan, kuştina parêzvanên berê, xisûsen ji qamûyê dûr dihiştin, nedihatin bilêvkirin. Lê piştî qonaxekê bi qezayên rê, sekinandina seyra pêvajoyê divê nevê wê pêk bihata.

4.1. Bûyera Xabûrê

Di sala 2009an de, beriya îlankirina “pêvajoya vebûnê”, bi PKKê re di hevdîtên veşartî de, hinek mutabaqat hatibûn qebûlkirin, qirara teslîmbûn û lê negirtina hinek kesan hatibû dayîn û ev rewş jî di kategorîya “fealîyetên zêdekirina ewlekarîyê” de hatibû qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de, ji Qandîl û qempa Mahmûrê grûbeke 34 kesî, li deriyê sînor ê Xabûrê, xwe teslîmî hêzên ewlehîyê kirin. Hikûmetê bingeha wê ya sîyasî û hiqûqî hazir kiribû û ji bo merhaleya mehkemekirinê jî, sewcîyên xisûsî wezîfedar kiribûn. Lê PKKê ev bûyerê, wek îlankirina meşrûîyeta xwe nirxand û teşebbus kir ku ji vê bûyerê qezenceke sîyasî bi dest bixe. PKKyîyên ku ji Xabûrê serbest hatin berdan, bi kincên gerîlla, bajar bi bajar hatin gerandin, propagandaya ku dewletê serê xwe ji wan re tewandiye û zafer qezenc kirine kirin. Di dewra ku xwîna diherikî hê ziwa nebûbû de menzereyên weha, nexasim li rojavayê welêt li nav girseyên xelkê yên ehlê mîllîyetperwerê, bûn sebebê hêrs û înfîalê, ji lew pêvajo qismî xerabû, operasyon dest pê bûn.   

4.2. Operasyonên Li Ser KCKê

Operasyonên li ser KCKê, wek derba ewil a grûba Gulen a li ber hikûmetê, dibe bê nirxandin. Teşkîlata Emnîyetê, bi rihetîya “pêvajoya çareserîyê”, li ser yekîneyên KCKya ku fealîyetên xwe bêyî veşêre dikir, li dû hev operasyon rast kirin û bihezaran kes desteser kirin. Hêla KCKê bihêrs, hêla hikûmetê jî şaş û ecêbmayî bû. Li gorî hikûmetê, fealîyetên KCKê divê bihatana sekinandin, lê zemanê operasyonan balkêş bû. Piştî çendakî eşkere bû ku meqseda esil a operasyonan, ne KCK ye, deşîfrebûna endamên MÎTê yên di nav KCKê deye û bi vêya hikûmet şoq dibû. Li gorî îddîayan, ji 6500 mensûbên KCKê yên desteserkirî, nêzî 1500 kes endamên MÎTê bûn. Heta hat îddîdakirin ku di nav heyeta parêzeran a ku çûba hevdîtina Ocalan de jî, du kes zilamên MÎTê bûn. Bi pêvajoyê re, girtîyên KCKê bere bere hatin berdan û hewla telafîkirina zirarên qezayên rêya pêvajoyê hat dayîn.    

4.3. Ji Hevdîtinên Osloyê Haydarbûna Xelkê

Hevdîtinên Osloyê dizî hatibûn kirin. Encax qeydên deng ên van hevdîtinan, di 2011an de ji alîyê kesên nedîyar ve gihan medyayê. Haya xelkê ji bazarkirinên di navbera wezîfedarên MÎTê û mensûbên PKKê de çêbû. Ji hevdîtinên Osloyê haydarbûna medyayê, li nav kesên difikirin ku divê bi PKKê re bi tu awayî hevdîtin pêk neyê, bi nîspetekê bû sebebê hêrs û înfîalê.   

Bi talîmata Erdoğanê serokwezîrê wê dewrê, ekîba MÎTê, bi îdarevanên payebilind ên PKKê re resmî hevdîtên pêk anîn. Hevdîtinên han, bi wasîteya dewleteke navbeynkar a hêla sêyem ve pêk hatin. Li gorî şêweya xeberdana kesê ku li ser navê wî dewletê bi Îngîlîzî dipeyivî, îhtîmalen hevdîtin di çavdêriya Îngîltereyê de pêk hatine. Paşê derket holê ku armanca esil a kesên ku zabitnameyên hevdîtinan pişkinandine û eşkere kirine, Hakan Fîdanê misteşarê MÎTê bû. Di hevdîtinên Osloyê de, Hakan Fîdanê ku hê nebûbû misteşar, serokwezîr temsîl dikir. Digel ku mixalefet ciddî bi ser de diçû jî, deşîfrebûna hevdîtinên Osloyê, li ser “pêvajoya çareserîyê” tesîra ku dihat hêvîkirin pêk neanî.  

Ji ğeyrî van xisûsan jî, qezayên rê qewimînê/hatine qewimandin. Mesela di sala 2011an de roja ku BDP û DTKyê li Diyarbekirê “demokratîka xweser” îlan dikir, di êrîşa PKKê de 13 eskeran can didan. Bi vî rengî piştî dewra pevçûna gûr a di 2011an de, di sala 2013an de gava ku “pêvajoya çareserîyê” ji nû de bilez bû, îcar li Parîsê li ser 3 mensûbên PKKê, sûîqest pêk hat. Yek ji wan her sê kesên PKKyî ya navdar Sakîne Cansiz bû ku bi Ocalan re jî xebitîbû. Zêdekirina van nimûneyan mimkune, encax ji bo fêmkirina sekna/sekinandina “pêvajoya çareserîyê” evqas jî îzah dikin.  

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ebdulqadîr Tûran

Ê Berê Ji Hêviya “Çareserî” Yê Heta Heyama Pevçûnê -4
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.