Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye

Article

REÇETA KURDAN

Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye

بسم الله الرحمن الرحيم

S: “Em qebûlbikin ku hurriyet baş e. Feqet hurriyet ji bo van Ermeniyan tişkî ne qenc xuya dike. Eviya me diqeliqîne. Tu çi dibêjî?

C: “Ji ewil ve em vêya bejin; hurriyeta wan ev e ku em li wan zulmê nekin. Zulumnekirina li wan jî ew e ku em wan rihet bihêlin. Ev jî tişkî şer’i ye.” Şerî’etê îzin nedaye ku merev zulmê li zimmiyan bike. Çimkî di hedîsê de mealen wiha dibêje:

“Kî li zimmîkî ezyetê bike û tecawizî heqê wî bike ez xesmî wî me. Ez xesmê kî bim jî di qiyametê de ez de’wedarê wî me.”

“Sebebê ku Ermenî ji viya zêdetir hurrieytê dixwazin, ew jî tecawiza wan e li hember neqenciya we û dînîtiya we. Yanî Ermenî di vir de ji cahiltiya we îstîfade dikin.”

Yanî di mesela Ermeniyan de hûn ji sînorê şerî’etê derketin. Ya we zêde li wan zulumkir yan jî we zêde wan serbest berda. Wan jî rabû de’wa heqê zêdetirkirin.

“A didiwa; em ferzbikin wek hawê hûn dibêjin hurriyet ji bo Ermeniyan tişkî neqenc e. Feqet dîsa em ehlê Îslamê bi dayîna vê hurriyetê naxisirin. Çimkî Ermenîyên di nav me de hejmara wan sê milyon tune ye. Hejmara tememê ğeyrîmusliman jî tevde deh milyon tuneye. Hal ew e hejmara milletê Musluman û birayên me yên ebedî ji sê sed milyonî zêdetir e. Û dîsa jî em bi sê qeydan hatine girêdan û di bin esareta zulma me’newî ya ecnebiyan de di ‘eciqin.”

“Ha de îja ew hurriyeta ğeyrîmusliman, şu’bek ji hurriyeta me ye û ji bo hurriyeta muslumanên temamê dinyayê ku di bin zulma ecnebiyan de ne wek hawê rişwetê ye.”

Muslumanên ku erda wan ketiye destê ecnebiyan ji bo ku karibin muslumantiya xwe bimeşînin dewleta ‘Usmanî heqnî zêde da ecnebiyan ku şerî’etê wan heqan nedaye wan.

“Ew heqê ku îro em didin Ermeniyan ji bo def’a îstîbdadeke me’newî ya bi dehşet e li ser muslumanan û kilîta wan qeydên me’newîye ku muslumanan pê ve girêdane û ji bo rakirina wê îstîbdada me’newî ya ku ecnebiyan dane ser mile me.”

“Belê, dema dewleta ‘Usmanî hur be û hur bimîne wê tali’ê temamê dewlwtên Îslamê yên Asya vebe. Ev hurriyet wek temelê sûra îttîhada Îslamê ye.”

Wê demê ‘alema Îslamê ketibû perîşaniyekê ku merev ji ‘eqîbeta wê ditirsiya. Welatên Îslamê ketibûn destê kuffaran. Merkeza xîlafetê li ber helweşandinêbû. Ji bo ku dewlet xwe ji tezyîqa ecnebiyan xelaske û hur bibe, hurriyetek zêde dida Ermeniyên navxwe.

S: “Ew sê qeyd çine ku tu dibêjî ‘alema Îslamî bi îstîbdadeke me’newî bi wan ve hatiye girêdan?”

C: “Mesela îstîbdada hukûmeta Rûs qeydeke. Wam muslumanên ku xistiye bin hukmê xwe zulmê li wan dike. Tehekkuma milletê Rûs jî qeydeke. Te’de û zordestiyê li muslmuanên nav xwe dikin. ‘Adetê kufrê û zalimtiyê ku li ser ‘adetên îmanê ğalib derketîne ew jî qeyda sisya ye.” Ji bo ku musluman rihet bibin lazim e ku van her sê qeydan vebin.

Sebebê ku Ermeniyên nav dewleta ‘Usmanî zêde serbestî hatiye dayin ji wan re ev her sê qeydê Rûs in.

“Hukûmeta Îngilîz jî her çiqas di zahir de ne zalim xuya dike jî milletkî zordest e. Heta bi ‘adetên wan jî tev zordestî û zulm in.” Di ‘adetên wan yên kufrî de heye, carna bi zorê, carna jî bi desîsan zulma ku kes nikare bike ew dikin.

“Ha vaye Hindistan, ji zulma Îngilîzan re delîlek e. Ha vaye Misir, ji zulma Îngilîzan re nîv delil e.”

“Îdî milletê musluman yan bi sê qeydan girêdaye, çewa ku bi Rûs ve girêda ye. Yan jî bi qeyd û nîvê girêdaye, çewa ku bi Îngilîzan ve girêdaye.”

Di tarîxê de bêtir van herdû milletan li muslumanan zulum kirine. Emrîka jî ji xwe Îngilîz e.

“Li hember zulma van milletan di nigê ğeyrîmusluman de qeydek me bitenê hebû” Yanî nikaribûn bibin ‘esker û memûrên dewletê.

“Di bedêla wê de me gelek nazê wan kişand. Di bedêla ‘eskerî û memûriyetê de giraniya xwe dan ser tîcaretû zîra’etê. Hem nesla wan hem jî serweta wan zêdebû. Me jî bi memûrieyt û ‘eskerîyê wek hawê ji wan re xizmetkarî kir. Îja ê me ji ber ku tîcaret û zîra’etên me tunebûn serweta me çênebû. Xortên me jî di herban de çûn, nesla me jî çênebû.”

“Ê min ez dibêjim Ermenî ji berê ve hur bûn. Çimkî fikra milliyetê bavê hurriyetê ye.”

Fikra milliyetê ji berê ve di Ermeniyan de li pêş bû. Di dînê xwe yê Mesîhîyetê de mute’essibbûn. Û tu kesî bela xwe di wan jî ne dida. “Yên hêsîr dîsa Kurd û Turk bûn. Îja va wê qeyda derewîn em ji nigê sê milyona yan jî deh milyona vedikin. Îdî Ermenî wê karibin bibin ‘esker û memur. Sirf ji bo ku ji sê sed milyon ‘alema Îslamê re meydana hurriyetê vebe. Ê helbet kesê ku sisiya pêşî bide û sê seî bi deyn bistîne ew kes naxisire.”

“Înşaallah dînê Îslamê bi destê xwe yê rastê wê rahêje şûrê huccetê yê tûjî Hindî û bi ê çepê jî wê bi hefsarê ku ji hurriyetê hatiye çêkirinê hespa ‘Erebî a ku dibiriqîne bigre û wê îstîbdada ku baxçeyên me xerakiriyew ‘eciqandiye serê wê felq bike û bi topiz lêxe”

 

Vêya mizgîniya zefera Îslamê ye. Hindistan û herêma der û dora wê bi fikr û rewşenbiriyê wê derkeve pêş. ‘Alema ‘Erebî jî wê bi haziriyên ‘eskerî û îdarî derkeve pêş. Herdû pêşveçûyîn wê dest bidin hev. Di qit’e ya Asya a menbe’a îslamê de bi vî hawayî wê rewşenbîrî û quwet bibin yek û ji nav ‘alema Îslamê wê zulma Îngilîz û Rûs biqeli’e

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

Ê Berê حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
Ê Li Pey حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.