Giştpirsîna (Referandum) Kurdistana Başûr

Article

Têkoşîna Kurdên Iraqê hema hema ji hilweşandina dewlata Osmanî ve destpêkirîye. Piştî ku dewleta Osmanî ji meydana dîrokê rabû, bi destê hinik şêx û ‘aliman, dewleteke ser bi xwe hatîye îlankirin. Lê mixab vê dewleta ku bingeha wê İslam bûye ji ber ku nebûye xadimê İngîlîza weke wan dewletên demê, bi destê İngîlîz û leşkerê cimhûrîyeta Tirka nû hatîye tinekirin. Rêberê vê dewletê zû pes nekirine û derketine serê çîyayan û xebatên xwe heta demekê domandine. Lê dem ne yar bû neyar bû.

Em karin bêjin berxwedana Mela Mistefa, ji wê bingehê hatîye. Dema, îdarevanê  dewleta Iraqê şerê bi Kurda re sekinandîye dem na jî gur kirîye. Ev têkoşîn heta dewra Seddamê De’hhak bi vî awayî hatîye. Lê Seddamê Be’esî yê xwînmij komkujî weke mîna kalê xwe Stalîn kiribû tebî’et. Bê xwîn rijandin sebra wî nedihat. Ji xwe axayên wî yî xerbî jî her dem wî bi çek û sîle’hê  modern teltîf dikirin û har dikirin, da ku êrîşî derdora xwe bike. Çawa ku êrîşî İranê kir ‘heşt sala bi sed ‘hezaran însan qetlîam kir. Ew ne bes bû, êrîşî Qûweytê kir dest danî ser petrola wan. Ev bû sedema xezeba axayên xerbî . ‘Heta ku ‘hefsarê wî kişandin û ew şeytan nîşandan. ‘Heta demekê. Da ku meşrû bibe îşxalkirina petrola Iraq û Quweytê bi çarekê.

Di sala 1991’an de netewê yekbûyî (BM) qedexe anî ser îdara Seddam da ku firrokê xwe yî leşkerî bi hêla Kurdan de ne firîne. Lewra berya vê biryarê bi demeke hindik Seddamê de’hhaq bi kîmyasalan êrîşî ‘Helebçê kiribû û bi ‘hezaran zarok,pîrek, extîyar bi xeddarî qetil kiribû. Ev tevkujî li xerbê jî nehat veşartin. Lewra netewa Milletê Yekbûyî jî vê biryarê dabû. Çimkî îşxalkirina petrola ‘herdû dewleta mu’htacê sedemeke mezin bû. Ew sedem jî komkujîya Kurda bû.

Ev biryar bû bingeh ji bona bixwe hatina ‘herema Kurdan. Roj  bi roj aramî li wê zêde bû û têkilîyê cîrana jî bi îdara heremê re çêbûn. Çimkî deryê bazirganîya bi ‘Ereban re ê herî mezin deryê Kurdistanê bû. Ev ji Tirkîyê re bû derfeteke mezin. Lewra Tirkiyê ji ambargoya li ser Sedam gelekî zirar dîtibû. Tirkî bi xêra vî Deryê Xaburê tîcareteke xweş kir. İdara Kurdistanê jî ji vî derîyî baş îstîfade kir. Di mkezagona dewleta Iraqê de li ser mafên heremê ji petrola dewletê miqdareke  mueyyên wê paya Kurdan be. Da ku îdara heremê karibe debara idara xwe bike. Demeke kin ev par giha îdara heremê.

Lê pişt re îdara dewleta Iraqê ev texsîsata heremê qut kir. İdara heremê çiqa dengê xwe bilind kir jî ti kesî deng ne birin xwe. İdara heremê mecbûrî hinik tedbîra bû. Ev giştpirsîn jî belkî tedbîra dawî ye. Heger xelqê herema Kurdistanê bi pirayî bêje ‘ERÊ’ ewê derfeteke mezin bikeve destê îdara heremê û wê ev îdare karibe bi îdara dewleta Iraqê re bazarê bike. Şixwe Serok Berzanî dibêje ‘Piştî referandûmê em serxwebûnê ilan nakin emê li rewşê binerin’

Îro hişkere bûye ku ewê Kurdistan bê avakirin. Pirsa balkêş ev e. Kurdistan bi destê îdara ku dostê ji Tirk, Faris û ‘Ereban re bara bê avakirin, an bi destê koma xulamên xaçperesta. Bê gûman ku bi destê kak Berzanî bê awakirin ewê Kurdistan dost û birayê dewletên derdora xwe û xelqên nava xwe be. Pirêza têkoşîna kak Berzanî xwîya ye. Na ku bi destê xulamên xaçperestan be, tê wateya ku ewê him li Kurdistanê û him jî li dewletên derdora Kurdistanê GELEK XWİN Bİ RİJE. Di gel xwînê tewekê dewlemendiyên ser ‘erd û bin ‘erdê van dewletan talan û wêran bibe. Rewşa Iraqê li ber çava ye. Hefezenellah.

Eqlê selim bang dike   gelî dewletên Tirk, ‘Ereb û Faris, werin ji giştpirsîna gelê Kurd re ‘hûrmetê bikin. Ne bin asteng hey we wezîfa xwe ya dîrokî li hemberî bira û dostê xwe yî rast bi cîh ne anîye. İro firset hatîye ber destên we. Birayên xwe dîsa mecbûrî xerbîya nekin. Lewra xerbî weke Kurdan li we mer’hemetê nakin. Dîroka berya sed salî bînin ber çavê xwe. Kurda we ne firotin  lê we wan firotin.                                                                 

Nureddîn Qoserî

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Nureddîn Qoserî

Ê Berê FEQÎYÊ TALIB
Ê Li Pey DESTPÊKA MEDRESEYAN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.