Teog ‘heram çû

Article

‘Heftekê berê Serekkomar Erdoğan gote ‘ev Teog çîye? Gelo ma qey di dewra me de jî Teog hebû? Ma qey em bi Teogê hatin ‘heta vandera?’ Belê ‘heta vê derê em bêjin normal e. (ne normal e lê tiş nabe em bêjin normal e) Piştî Erdoğan wusa go seferberîkê destpêkir û ji nûvkê de ‘hemû kes bû neyarê Teogê. Teog di ça’vê ‘hemû kesî de reş bû û bû neyarê wan. Di serî de şaryarê perwerdehîyê İsmet Yılmaz û gelek bûrokratan daxuyanî dan û gotin gerek Teog rabe. Temam gelek rind e bila Teog rabe. Ez jî dixwazim ku Teog rabe. Lê ez zanim ku (te’hmîn dikim) wê sîstemeka ji Teogê xeraptir were dewsa Teogê lewra pirsgirêk di kokê de ye ev jî meseleya me yî duyemîn e emê dawîyê vegerin vê meselê.

Em werin mesela xwe yî ‘ewil. Gelo m’edem Teog hew qas bê fêde bû, Teog hew qas ne baş bû çima we Teogê anî bû? Yan çima çar sale kes dernekete ne gote Teog bê fêde ye, bila Teog were rakirin? Ma qey van bûrokratan û van baqanan‘hemû ji bo xeberdin li benda gotina Serekkomar Erdoğan bûn ? Gelo ma qey tiştê Erdoğan nebêje hûn nizanin bêjin? Yan aqlê we ji kîsî Erdoğan e? Yan aqlê we teva tine hûn mu’htacî aqlê Erdoğan in? Yan hûn ne wêrin? Gelo ma qey li vî dîyarî nebaşîkê, ne rastîkê hebe ‘heta Erdoğan nebêje nayê rastkirin? Mexdûrîyetek hebe ‘heta Erdoğan nebêje nayê derbaskirin? Mînokek; di zindana de bi bîst sala ye Muslumanê mexdûrê 28’ê Sibatê hene. ‘Heta Erdoğan dernekeve û nebêje hûn mexdûrîyeta wan ji holê ranakin qey? Bi sed ‘hezaran çeşîd çeşîd însanên mexdûr hene li vî welatî hûn li bende çine? Ji bo ku hûn mexdûretîya wan ji holê rakin. Hûn li benda gotina Erdoğan in ne wusa? Ma qey ji bo we pîveka rastîyê gotina Erdoğan e? Ma qey Pirtûka Xweda, emrê Xweda û sûnneta Resûlê Xweda ji bo we ne pîveka rastîyê ye? Ji bo we gotinê ji devê Erdoğan derênê rast in yên dinê ne rastin qey? Wusa xuya dike!

Em werin mesela xwe yî duyemîn ‘bi kulîlkekê bihar nayê’ Bi rakirna Teogê tenê jî vê sîstema perwerdehîya Tirkî rast nabe. Pisrgirêk di kokê de ye. Lewra koka vê sîstemê ji Kemalîzmê tê; Kemalîzm jî qansêr e ne qangren e. ‘Heta Kemalîzm û jêmayîyê Kemalîzmê ji holê ranebin vê pirsgirêkê jî wek pirsgirêkên din ji holê ranabe. Vî milletî Musluman e, ji vî Milletê Musluman re sîstemeka İslamî pêwist e. Em ne ji bo sîstema perwerdehîyê tenê vê ‘heqîqetê dibêjin, ji her alîyî de ji vî milletî re sîstemek İslami pêwist e. Wel’hasilî kelam we tiştek bi hev nexist, we tiştek rast nekir, mala we ne ava be. Lê tiştê bû ji Teoga reben bû Teog ‘heram çû.

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Kamûran Tûrgay

Ê Berê Gelo Her Mî Ji Lingê Xwe Ve Tê Daliqandin?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.