Ji mamê ‘Eli hat rîwayertkirin

Article

Ji mamê ‘eli hat rîwayertkirin

Dıwe’za xwede ev nesihetkırın

 

Nebe tu ji wanên ku cennet bivên

Evê bê ‘emel ucrata xwe divên

Kesê îş bikê ucreta wi heye

Bêlê ye nekÊ de’we beyhude ye

 

Nebe wey kesê tewbê te’xîr dıke

Dibê hêja zûye û keyfê dike

 

Ew e xefka şeytên li ber wan veda

Weke  kew li daba kevê berneda

 

Nebe j-wan kesê ku zimanê ewan

Heqiyê dibêjin weki zahidan

 

Belê qelbê wi ‘aşiqê dunyayê

Şev û roj ji bo wê xewa wi nayê

 

Dema dewlemendbe gelek birçiye

Dema ew feqirbe qet neraziye

 

Nebe-j wan kesê şîreta qenciyê

Lixelqê dikit ew xwe guh nadiyê

 

Nebe wek kesê-j qenca pir hezdike

Belê ew xwe daîm neqencyê dike

 

Çiqa ew ji neqenca pir ‘aciz e

Bixwe ew neqec e xebîs û diz e

 

Nebe-j wan kesê-j suhbeta te hatî

Digel bê kes û wan feqira keti

 

Ku pirtir ji wan hezdikê-j suhbeta

Xweyê mal û rutba mezin ya feta

 

Digel suhbeta lehwû le’ba serîh

Digel sebb û zemm û kelamê qebîh

 

Nebe-j wan kesê ku gunahên mezin

Ji bu wan pir in lew ji mirnê-d revin

 

Belê cardi ew her dewamê li ser

Ewan gunehan her dikin ser biser

 

Dema ew nexweş ket pûşîman dibî

Dema sağ dibê ğafil e har dibî

 

Ji xwe pir dimîne ecibmayî ew

dema sihheta wî li cih be qelew

 

belê wextê ku ew nexweşbê hema

bê hêvî dimînî lihemm û ğema

 

gelek bit re wextê ku zengîn dibê

dema ew feqir e bê umit dibê

 

eva heft kisa hûn ji dil nas bikin

biya vî îmamê Eli tam bikin

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mela ‘Ebdullahê Dêrgulî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.