Neqşên Heccê, Jîn û Jîyana Îbrahîm Xelîl (‘E.S)

Article

Kirina heccê, ‛îbadeteke gelekî giringe ku ji şertê Îslamîyetêye. Li ser muslimanê xwedî îmkan, ferze ku di ‘umrê xwe de, bi kêmanî carekê heccê bikin. Esasê vê ‛îbadetê, çûna Mekkê, ji bonî zîyaretkirina Mala Xwedê (Ke‛bê) û hinek menasîkên remzîne. Xweda Te‛ala, li ser dinyayê temsîlen Ke‛be, mal ji xwe re qebûl kirîye daku însan werin mala wî û pê re bey‛et bikin. Ke‛be, tiştê ku ji Qur’anê tê fehmê, li ser dinyayê, mizgeft û ‘îbadetgeha herî pêşîye. Cihê ku Ke‛be lê avaye û dora wê ‘erdeke pîroze. Hê ji zemanê bavê me Nebî Adem (‘e.s), ev der cihê ‘îbadetêye. Çawa ku li ‘ezmana Beytu’l-Me’mûr heye, û melek li dora wê ‘îbadet dikin; Ke‛be  jî, ji bona însana, bûye merkeza ‘îbadetê li ser dinyayê. Çawa ku cismê asîmana li dora merkezekê dizîvirin, însan jî li dora Ke‛bê bi vî awayî dizîvirin; tewafê dikin. Di merkeza dinyayê de lazime ev tewaf nesekine. Li dora Ke‛bê însan dor bi dor, vê wezîfê lazime bi cî bînin û ev çerx heta qîyametê her û daîm lazîme bigere.

Xweda Te‛ala, der heqqê Ke‛bê û heccê de, di Qur’ana Mubîn de wiha ferman dike: “Bêguman mala pêşîn a ku (jibo ‘îbadetê) ji mirovan re hatiye avakirin, a li Mekkê(Ke‛be)ye; cihekî pîroze û jibo xelkê, cihê hîdayetêye. Tê de nîşanên eşkere, Meqamê Îbrahîm heye. Çi kesê bikevê, ewle (emîn) dibe. Çûna heccê, li ser însanê ku bikaribe herê, ferzeke Xwedêye. Her kî jî, înkar bike; vêca birastî Xwedê ne hewcedarê ‘alemaye.” (Alî Îmran 96-97) Bicî anîna ‘îbadeta heccê, nayê fehmê ku jîn û jîyana Îbrahîm Xelîl (‘e.s) neyê fehmê. Lewra ku em li menasîkê heccê dinêrin, li gelek deverê wê, em Îbrahîm Xelîl (‘e.s) û âlê wî dibînin. Îbrahîm Xelîl (‘e.s) û âlê wî, têkoşîn û fedakârîyeke gelekî mezin di ber dînê Xwedê de kirine. Îmtîhanên pir mezin derbas kirine.

Pîştî ku Îbrahîm Xelîl (‘e.s) îmtîhana Nemrût bi rûsipîtî derbas kirîye, hîcretî Filistînê kirîye. Ji wir jî perçeke ji malbata xwe, Hz.  Hacer û Hz. Îsma‛îl (‘e.s) birine li Mekkê danîne. Hem wê demê Mekke ne ava bû, ne şînkayîyek û ne avek lê hebû. Îbrahîm Xelîl (‘e.s) ew fêkîyê ku Xweda Te‛ala di pîrîtîyê de dabûyê, ew li vê newala hişk danî; û li pişt xwe nenêrî; û berê xwe da Filîstînê. Lewra ku li pişt xwe binêrîya, hebû ku qelbê wî ji şewatê, vê îmtîhana giran hilnegirta û emrê Rebbê xwe bi cih neanîya. Dîya me Hacîre, di pey de çû, gazî kirê: “Ya Îbrahîm, ma tê me bihêlî û herî? Tu me li cem kê dihêlî?” Îbrahîm Xelîl (‘e.s) deng nekir û meşa xwe domand. Wê demê dîsa jê pirsî: “Ma ev, bi emrê Xwedêye?” Îbrahîm Xelîl (‘e.s) got, “Erê!” û çû. Wextê dîya me Hacîre, fêm kirye ku anîna wan a Mekkê, bi fermana Xwedêye, î‛tîraz nekirye û gotîye: “Madem emrê Xwedêye, Xwedê ji me re bese!”

Ka, li vê hermetê binêrin! Bê çi bawerîyek û teslîmîyyeteke mezin pê reye. Xuda Te‛ala, barekî pir giran danîbû ser milê wan. Ji ber ku bawerîya wan bi Xweda Te‛ala zêde hebû, di bin vî barê giran de, qed ‛isyan nedikirin. Xuda Te‛ala jî dixwest ku vê wefakârî yû vê bawerîya wan, mukâfat bike. Hem dixwest ku şeref û merteba wan li dinya û axretê mezin bikê. Beleda Emîn, bajarê pîroz Mekkeyê, bi wesîla wan, ji nûvre ava bike. Mala wan, bide rex mala xwe. Hetta hê mestirê vê, dixwest ku piştî mirina wan, mala xwe bike îstîrehetgeh û merqed ji wan re. (1)

Pîştî Îbrahîm Xelîl (‘e.s) ji cem diya me Hacîre û Îsma‛îl (‘e.s) çû, di demeke hindik de, av û xwarina wan xelas dibe. Zarokê wê, ji tîn û birçîbûnê digirî û nasekine. Tu kes li dorê ne xûyabû ku bi hewara wan ve werê. Li ser vê diya me Hacîre, bi gumana hinek kesa bibîne, diçe ser girikê Sefa û Merweyê. Li der û dorê dinêre, lê belê kesekî nabîne. Bi vî awayî, heft caran di nav herdû girika dibeze. Piştî vê ‘ezm û se‛yê, wextê tê cem Îsma‛îl (‘e.s) dinêre ku Xuda Te‛ala bi kerema xwe, avek ji bin lingê Îsma‛îl (‘e.s) derxistîye. Dîya me Hacîre, bi coş û xiroşek mezin, dora avê girtîye û bi me‛na “bise, bise” jê re dibê: “Zem, Zem!” Ji ber vê yekê, navê vê ava mubarek, maye “Zemzem”. Zemzem, aveke hewqas bi berekete ku bi hezar salane, jê tê vexwartin û îro bi milyona heccî jê vedixun û jê dibine memleketê xwe, lê dîsa jî Zemzem naçike.

Piştî ku ava Zemzemê derket, qebîla Curhumîyan hatîye cem wan û Mekke ji nûvre ava kirine. Îbrahîm Xelîl (‘e.s) car car dihate Mekkê û alê xwe zîyaret dikir. Îsma‛îl (‘e.s) wextê giha ku bi bavê xwe re bigere û bibeze, Îbrahîm Xelîl (‘e.s) dîsa pê hate îmtîhan kirin: Li gor rîwayetê, dibê wextê Îbrahîm Xelîl (‘e.s) ji Xuda Te‛ala ewlad xwest û Xuda Te‛ala jî di’a wî qebûl kir; Îbrahîm Xelîl (‘e.s) gotibû: “Ezê wî, ji Xwedê re qurban bikim!” Xuda Te‛ala, ev nezra Îbrahîm Xelîl (‘e.s) di xew de anî bîra wî. Îbrahîm Xelîl (‘e.s) ev xewn, sê şeva li ser hev dît. Emrê Xwdê fêm kir û ev emr ji Îsma‛îl (‘e.s) re eşkere kir, jê re got: “Kurê min, ez di xew de dibînim ku te serjê dikim. Bifikir, tu çi dibînî?” Îsma‛îl (‘e.s) got: “Bavo, emrê ji tere hatîye kirin bi cih bîne, Xwedê hez bike (înşaallah) tê min ji sebirkêşan bibînî!” Wextê herdû, bi vî awayî teslîmî emrê Rebbê xwe bûn, Îbrahîm Xelîl (‘e.s) ew li ser anîya wî gêr kir. Hingî Xuda Te‛ala bang kirê got: “Ya Îbrahîm, bi rastî te xewna xwe bi cih anî! Bêgûman em qencîkâran bi vî awayî xelat dikin! Bêgûman, ev îmtîhanek eşkere bû!” Cebraîl (‛e.s) boraqek mezin da Îbrahîm Xelîl (‘e.s) û ew di ber Îsma‛îl (‘e.s) de qurban kir. (Sûreyê Saffat: 100-111)

Bi rastî, wekî ku Xuda Te‛ala gotîye, ev îmtîhanek pir mezin bû. Lewra Îbrahîm (‘e.s) ixtîyarekî gelek mezin bû, ‘umrê wî nêzîkî sedî bûbû. Pîştî ixtîyarîya xwe, bûbû xwedî zarok. Îca Xuda Te‛ala, dixwest ku vî fêkîyê şêrîn, bi destê xwe qurban bike. Hetta ev ji bo wî, ji ketina agrê Nemrûd jî zortir bû. Lewra hingî bi nefsa xwe îmtîhan dibû. Lê vê carê bi kâkila canê xwe, dihate îmtîhankirin. Lê Xuda Te‛ala belasebeb navê wî nekiribû “Xelîlullah” ye‛nî “Dostê Xudê”. Wî jibo riza Xuda Te‛ala, her tiştê xwe feda dikir. Ji ber vê Xuda Te‛ala, selam lêkirye û navê wî di nav însanê ku di pey wî de hatine dinyayê de, bi rûmet kiriye. Hetta em mu’mın, her roj navê wî di limêja xwe de, di tehîyyatê de zikir dikin. Ev nîşan dide ku Xuda Te‛ala, çiqas qîmet daye Hz.  Îbrahîm (‘e.s)

Hem ev îmtîhan ne jibo Îbrahîm Xelîl (‘e.s) tenê bû. Ev îmtîhan ji boy Îsma‛îl (‘e.s) û ji boy dîya me Hacîre jî pir giran bû. Herdû jî li ber emrê Rebbê xwe teslîm bûne. Jibo Îbrahîm (‘e.s) emrê Rebbê xwe bi cih bîne, alîkârî pê re kirine. Jê re zorî dernexistine. Jibona dêyekê, qebûlkirina serjêkirina zarokê wê, ne tiştekî rehete. Hem jibo Îsma‛îl (‘e.s) jî qebûlkirina ketina bin kêrê, ne rihet bû qet. Lê belê xwedyê emir, xwedyê wan û ‘aleman teva bû yanî Ellah bû. Rabûna li ber wî, hew xusrana yekî zêdetir dike, ti karê nade yekî û mirov dike hevalê Şeytanê le‛în. Her çiqas Şeytan xwest ku ew emrê Xwedê bi cih neînin, lê dîsa jî wan gûh neda dengê Şeytan û wan şeytan recimand. Xuda Te‛ala ev ‘ezm û tekoşîn û serketina Hz.  Îbrahîm Xelîl (‘e.s) û âlê wî kirîye ji wacîbatên heccê.

                Dîsa di zîyareteke Îbrahîm Xelîl (‘e.s) dema hatibû Mekkê de, Xudê Te‛ala emrê wî kir ku Ke‛bê li ser temelê wê ava bike. Li ser fermana Xwedê, Îbrahîm Xelîl (‘e.s) û Hz. Îsma‛îl (‘e.s) Ke‛be  ava kirine. Îsma‛îl (‘e.s) kevir dianîn û dida destê bavê xwe. Bavê wî jî dîwar lêdikir. Îsma‛îl (‘e.s) jibo destpêka tewafê, li kevirekî xweşik û kufş gerîya û ew li çiyayê Ebû Qubeysê dî û anî da bavê xwe. Ji wî kevirî re tê gotin “Heceru’l-eswed”. Wextê dîwar bilnd bû, Îbrahîm Xelîl (‘e.s) ew kevirê ku îro di hewşa Beytê’deye û jê re tê gotin Meqamê Îbrahîm, daye bin lingê xwe û dîwarê Beytê temam kirîye.

                Îbrahîm Xelîl (‘e.s) û Îsma‛îl (‘e.s) destê xwe bi ber Xwedê ve vekirin û di’a kirin. Xuda Te‛ala di Qur’anê de, ji me re bahsa wan dike: “Bînin bîra xwe, dema Îbrahîm û Îsma‛îl esasê Beytê bilind kirin (û gotin:) Xwedayê me! Ji me qebûl bike, bêgûman her tû yî, yê di bihîze û yê zana! Xwedayê me! Me herdûyan jibo xwe îta‛etkâr bike; û ji zuryeta me ummetek misliman derîne; rê û nîşanên heccê, nîşanî me bide; û tobeya me qebûl bike! Bêgûman her tû yî, ê tobe qebûl dike û yê dilovan! Xwedayê me! Ji zaroyên me re, pêxemberekî ji nav wan bişîne ku ayetên te ji wan re bixwîne, wan fêrî Kitêb û hîkmetê bike, û wan (ji gunehan) paqij bike! Bêgûman her tû yî, yê ‘Ezîz û Hekîm!” (Sûreyê Beqere: 127-129)

Xuda Te‛ala dua’ wan qebûl kir.(2) Cebraîl hat menasikê heccê, şanî wan da. Sînorê Heremê ji wan re kufş kir. Girêdana îhramê û şiklê tewafê, şanî wan da. Ew birin Sefa-w Merweyê, dûre bi “tehlîl” û “telbîyê” çûne ‘Erefatê. Piştî weqfa li wir, çûne Muzdelîfê. Ji wir jî çûne Mînayê. Li wir qurban serjê kirin û recma Şeytên kirin û menasîkê hecc û ‛umrê tev fêrî wan kirîye.

Piştî ku Xuda Te‛ala menasikê heccê da fehmê bi Îbrahîm Xelîl (‘e.s) û Îsma‛îl (‘e.s), xwest ku gazî însana bikin ku însan werin Mala Xwedê zîyaret bikin. Vê behsê Qur’an, wiha beyan dike:

Dema ku me, cihê Mala Xwedê ji Îbrahîm re diyar kir, û (me jê re got:) Ji min re tu tiştî şirîk negire û mala min, ji tewafkeran, limêjkeran, rikûkaran û secdebiran re paqij bike. Di nav mirovan de, jibo çûna heccê gazî bike ku yên peya û yên siwar, li ser heywanên weza û westiyayî, ji her riyên dûrve, werin cem te (serdana Ke‛bê bikin). (Hecc: 26-27).

“Me Beyt (Ke‛be ) jibona însana kir cihê li hev kombûnê; û me ew kir cihê êminîyê. (Me ji wan re got:) “Hûn ji Meqamê Îbrahîm, cihê limêjê ji xwere bigirin. (Li wir limêj bikin.) Me fermanî Îbrahîm û Îsma‛îl kir ku hûnê mala min, ji bo tewafkâran, î‛tîqafkâran, rikukâran û secdekâran qaqij bigirin. Îbrahîm jî gotibû: “Xwedayê min! Vê derê bike bajarekî êmin; ji xelqê wê ewê bawerîyê bi Xwedê û roja axretê tînin, bi texlîtên fêkîyan riziqdar bike!” Xuda got: “Kesê kafir bibe, ezê demeke kurt (li dinyayê) wî jê bi te‛mînim û dûvre wî bikêşim ‘ezabê agir. Ew çi warê xerabe! (Beqere: 125-126)

Piştî vê fermana Xuda Te‛ala, Îbrahîm Xelîl (‘e.s) bakirye însana jibona zîyareta Mala Xwedê. Ji her alîyê Hîcazê însan hatine û Ke‛be zîyaret kirine; hecc û ‛umre kirine. Piştî wezîfa Îbrahîm Xelîl (‘e.s) li Mekkê xilas bû, ew vegerîya Filistînê dîsa. Nerîn û paqijkirina Mala Xwedê, Îsma‛îl (‘e.s) hilgirtîye. Piştî wefata Îsma‛îl (‘e.s) jî, ev xizmet mîras mayê ji zuryeta wî re. Bi wesîla Mala Xwedê, Mekke mezin bûye, xelkê Mekkê bûne xwedî qedr û qîmet, li tevê Hîcaz û ‛Erebîstanê. Dinya gelek dema bi hev ketîye, êminî li tu devera nemaye; lê belê Mekke, dîsa jî êmin maye. Xelqê wê di emnîyetê de jîyaye. Kerwanê wayî tîcaretê çi zivistan û çi havîna bi ewleyî, çûne Şam û ‛Iraq û Misr û Yemen û Hebeşîstanê. (Sûreyê Qûreyş:1-4)

                Di nav dewr û heyamê borîn de, ehlê Mekke û Hîcazê, şirk tevlê dînê Îbrahîm Xelîl (‘e.s) kirine. Pût û senem anîne Mekkê û Ke‛bê, tijî pût û senem kirine. Digel vê qasê jî dîsa hecc û ‛umre hatine kirin, rûmeta Ke‛bê kêm nebûye ti carî. Lê belê  hinek texrîfat di şiklê hecc û ‛umrê de hatine kirin. Kengî ku Pêxemberê axir zeman Hz. Mûhemmed (s.‛e.w) hatîye, şiklê hecc û ‛umrê, dîsa rast kirîye, anî ye ser ‛eslê wê. Ji dewra Resûlullah (s.‛e.w) heta îro Mekke û Ke‛be ji şirkê paqij maye. Her sal bi milyonan misliman ji her deverê dinyayê, berê xwe didine Mala Xwedê û hecc û ‛umrê dikin. Her wextê rojê li dora Ke‛bê, misliman wekî perwanê tewafê dikin. Bi îzna Xwedê, wê ev tewaf heta qîyametê bidomin.

Ev nîşan didin ku Xuda Te‛ala tiştekî bixwaze, wî tiştî kes nikâre betal bike. Hecc û ‛umre û zîyareta Mala Xwedê jî, ji vê re xweş mînakin. Nav û namê Îbrahîm Xelîl (‘e.s) heta îro bi qencî hê didome. Li hewşa Beytê misliman li Meqamê Îbrahîm, hê limêj dikin. Qencîyû fedakârîyên wî û âlê wî, di ‛umre û hecca xwe de, her dem bibîr tînin. Di limêjên xwe de, dua’ ji wî û alê wî re dikin. Xwezî bi wan mu’minan be ku îmkânê dibînin û diçin Mala Xwedê, dikevine nav cema‛et û meclîsa tevê mislimanê dinyayê, tewaf û hecc û ‛umrê, bi hev re dikin. Hem wan neqşê ku bi destê Îbrahîm Xelîl (‘e.s) û âlê wî heta Pêxemberê me hatine çêkirin, dibînin û jê fêm dikin. Selat û silavê Xwedê, li ser tevê pêxember û tabi‛ê wan be. Amin!

NOT:

(1)      Li gorî rîwayetê, Hz.  Hacer û Îsma‛îl (‘e.s.) di Ke‛bê de hatine definkirin. Dema Muşrîkên Mekkê Ke‛be ji nû de ava kirin, ji ber melzemê wan têrê nekirye; Hicra Îsma‛îl, ji dervê Ke‛bê hiştine. Lê dîsa jî Hicra Îsma‛îl, ji Ke‛bê tê qebûlkirin; û tewaf ji dervê wê de tê kirin.

(2)      Em vê jî zikir bikin ku ji qebûlkirina vê di‛ayê, ji zuryeta Hz. Îsma‛îl (‘e.s.) Pêxemberê axir zeman Hz. Mûhemmed hatiye şîyandin ji ehlê Mekkê û tevê însanan re.

24 Tebbax 2017

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Mustafa Turan

Ê Berê Îstîqamet Keramet e, ‘Xeflet Hezîmete
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.