Şertên Bawerîw Huzûr

Article

Xuşk û birayên delal, di jîyana xwey helal

Bi îmanê pêk bînin,  şeş ruknê ava zelal.

 

Berî her tişt ronî da, bawerîya bi Xweda

Ew yek e, bêşirîk e, can û mal tev jêr feda.

 

Xweda melekan ji nûr, xuliqande bêqusûr

Ne dixwin, ne vedixun, hinek nêzîk hinek dûr

 

Sed suhûfun çar kîtab, Xweda şand rêya hîsab

Tewrat, Zebûr û Încîl, û Qur’ana xweşxîtab

 

Sed û bîst û çar hezar, bo mîzgînîyû înzar,

Pêxembar hatin û çûn, Ehmed kemiland bazar

 

Îman bîne b-axretê, azad bibin j-sixletê,

Xwe kar bikin berî bê, ji bo çûna cennetê.

 

Bizan temam xêr û şer, ji bal Xwedaye qeder,

Dil safîke ji derda, rêya Xweda bik rêber

 

Ev tev didin ronîw nûr, şertên bawerî-w huzûr,

Ji dil û rast û kâmil, bawer bike bêqusûr

 

Bêyî baweryê jîyan; dide xisar û zîyan,

Ev dinyaya pir mezin, dibe wek heps û zîndan

 

Bawerî gula bihar, mest dike her dil û yar

Bi bawerîyû îman, xweş dibe dâr û dîyar

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Fatîh Akman

Ê Berê Îmamê Şafîî û Feqî Yûnus
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.