ÎDLÎB...

Article

Di mesela Sûrî de bi hinek encam can êşandin re carna jî encamên trajîkomîk çêdibin.

Di asta ku gihaştiyê de Tirkiye ji Sûrî bêhtir yekbûna axa Sûriye diparêze.

Ji bo li Sûrî vegere sala 2011an tiştekî neked tune ye.

Li Îdlîbê di tercîh kirina çareseriyê a di lehê Rûsya, Îran û rejîma Esed de jî yek ji wan e.

Li gor lihevhatina em ji hûrgiliyên wê zêde newaqifin Tirkiye, wê li nav Îdlîbê eskeran bicîh bike.

Rûsya jî wexta temasek muhtemel çêbibe wê ji hêla asîmanî ve destekê bidinê.

Temeniya me ev e ku Heyeta Tahrîrû’ş-Şam li rewşa mewcûd binêre û zêde berxwe nede û teslîm bibe.

Ev yek wê hem ji bo wan û hem jî wê ji bo xelkê masûm ji hêla ewlehiya mal û can ve bixêrtir be.

Li hember rewşeke wisa xussûsen divê Tirkiye û Îran ji bo parastina ewlehiya mal û canê van însanan însîyatîfê bigrin ser xwe.

Derbarê divê “gelo Tirkiye bi operasyona Îdlîbê çi dike hedef û armanc” de gelek tişt tên nivîsandin û şîrove kirin.

Digel tiştên pûç û vala û hinek  gotinên berserê meriv naçe jî ne ku analîz û şîroveyên hebkî baş jî tune ye, henin helbet.

Li gor tiştên em dibînin, Tirkiye evan hersê xussûan dikin armanc û hedef:

A ewil, piştî Îdlîbê wexta operasyonê li ser Efrînê rast bikin dixwazin destek û piştgiriya Ûris, Îran û hetta ya Sûriyeyê bistînin.

Li Bakurê Sûrî herçiqas Emrîka hakimyeta xwe zêde kirine jî li wêrê Ûris jî heye û tê zanîn bi tesîr e jî.

Dema em li geşedanên diqewimin dinêrin îhtîmaleke mezin û wer xuyaye ku Tirkiye û Emrîka wê di vê operasyonê de werin hember hev.

Nerasterast wê bi PKK-PYDê re, rasterast jî bi Emrîka re…

Wexta meriv li mesela îade kirinên sûcdaran dinêrin û li mesela vîzeyê a vê dawiyê dimeyzînin xuya dike rewş ciddî ye.

Wekî din jî Enqere dixwaze li ser yekbûna axa Iraqê jî di vê rewşa mewcûd de bi welatên têkildar re mutabiq bimînin.

Her çiqas di mijara referandûma Kurdistana Iraqê ya ku wek derqanûnî hatibû îlan kirin de Ûris xwedî stratejiyek cûda be jî, xuya dike ku Tirkiye, Îran û hukûmeta navnedî ya Iraq di nava mutabaqatek tam de nin.

Weke çawa gelek hêl tînin ziman, gelo Tirkiye li hember wan Îdlîb ji çavê xwe dixin? Ji niqaşê re vekiriye.

Di polîtîqayên menfaetî yên dewletan de tu maneya mefhûmên ‘Îlke’ û ‘Wefa’yê tune ye.

Bi munasebeta mesela Sûriyeyê jî em gelekê caran dibînin ku “tifaq” carna mehekê, carna hefteyekê hetta carna rojane diguherin.

Di rewşeke wisa de gotineke nîspetî Arîston kirine dibêje;

“Gelî dostên min! Di heyatê de dost tunenin!” ev îfade, di warê polîtîqayên dewletan de ji sedî sed mafdariyê bidest dixe.

A duyemîn jî Tirkiye dixwaze piştî operasyona Îdlîbê pêşî li ber koçberiya muhtemel bigrin.

Ji sala 2011an û pê de 13 milyon mahcir ji Sûrî koç kirine û ji wan 3 milyonê wî jî hatine Tirkiye. Wexta hûn vê yekê bidin berçavê xwe wê mesele bêhtir qenc bêfam kirin.

Pêlên koçberiyek nû, maliyetên îxtîsadî yên nû tê maneya siqintiyên nû.

Dema meriv li xebatên AFAD û Hêvasor a ku çend meh berê li herêmê dikin mêzedike eşkere dibe ku hesabê vê yekê ji do de dikin

A sisyan jî weke herkesî, Tirkiye jî dixwaze şer û pevçûnê ji axa xwe dûr bikin.

Meriv evana temamî bidin berçavê xwe, ma dibe ku meriv bibêje “Tirkiye bi ketina Îdlîbê karekî baş dike” ka dibe meriv tiştekî wisa bibêje?

Mesela Sûrî hatiye rewşeke wisa ku heta encamên gava ku hatiye avêtin eşkere nebe meriv nizane ka çi xerab e, çi qenc û başe. Gelekî zahmet e.

Mesele Tirkiye heta vê demê jî di warê ketina Îdlîbê de hincetên ku me beyan kir tevek encamên polîtîqaya derve ya xelet e.

Dil dixwaze ku di şûna şer û pevçûnan ji sînoran dûr bikin, li ser hedefeke ku şer û pevçûnê nakin bisekiniyana. Ema nexasim û maalesef çi bû way bûye.

Li gor me hedefa ewil û muhîm divê li Sûrî ev xwîna diherike bisekinînin û di nava terefan de lihevkirin çêbibe û şer û pevçûn çênebin em dibêjin hewceye a li ser pormuleke siyasî a wisa lihev bikin.

Ji xelkê Sûrî û temamê muslimanên dinyayê re xêr û qenciya herî mezin ev bi xwe ye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

46

Gotar

Mehmet Yavuz

Ê Berê Şehrê Nuh: Şirnex!
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.