BAJARÊ MÊRDÎN

Article

Bajarê Mêrdîn, bajarekî kevnare ye û di çîye de ava bûye. Li serê çîyê kelheke kevin heye. Bajar bi avabûna xwe li Berrîyê dinêre. Berê xanîyên Mêrdînê li rojê dinêrin. Li pey çîyayê ku Mêrdîn li ser ava bûye, ji binî ve avayî tunene. Tê fehmkirin ku avahî li gorî rojê hatine çêkirin. Zivistanê ku berf zêde bibare, li Mêrdin çile zehmet derbas dibe. Lê dema berf namîne, hênkaya bajêr ji însan re gelekî xweş û baş e. Havînê li Mêrdîn însan li ser banî radizên. Bi şev li stêrkan mêze dikin û li menzera Berrîyê temaşe dikin. Bi şev gundê biçûk û mezin bi meriv, weke gemîyên li ser ava behrê tên xuyakirin. Bi şev nêrina ronîya ceyrana navçeya Qoserê, beldeyên Girherîn û Sellaxê û gundan, dilê însan muferreh dike.

Bi roj ku meriv li sûkê digere, esnafê Mêrdîn hurmeta meriv digrin û her çiqas li gor navçeyên derdora xwe, dan û stendina esnafê Mêrdînê hebekî biha be jî ev bihabûn ne gelekî zede ye. Her kes li gorî halê xwe dikare debara xwe li Mêrdînê bike. Sûka Qeyserîyê, Sûka Delala (Sûka Birevak), Sûkul-Beqer(Sûka Ga), Hesen Eyyar, li Mêrdîna kevin sûkên meşhur in. Bajarê Mêrdîn bi nêzîkaya ber bi navçeya Rişmil û Qoserê (Kiziltepe) ve ji alîyê pir bûna nufûsê de rengê bajarekî berfireh dide. Ji alîyê din ve bajar weke teyrek e meriv bi fikre baskek wê li ser Berrîyê ye, baskê din jî li ser çîyêye. Li Mêrdînê meriv ne ji Berrîyê ne jî ji çîyê mehrûm e. Zivistanan wê çaxa ku meriv xwe ji çîyayê Mêrdînê bera Berrîyê dide, weke meriv here iqlîmeke din.

Xanîyên Mêrdînê bi keviran hatine lêkirin. Devên derîyan û şibakan neqiş kirî ne. Derîyê hewşê derîkî mezine û li ser derî ji bo meriv li derî xe, hinek jê weke desta tokmaqek (qulpek) heye. Xanîyên Mêrdîna kevin aqîd in û ji ber ku bi keviran hatine çêkirin, havînan hênik in û zivistanan jî germ in. Mêrdîn bi kanîyên dîrokî jî meşhur e. Hinek ji van kanîya şor in. Hêjî ji van kanîyan tê îstîfadekirin. Ew çaxa ku ava Kanîya Sipi ya Nûseybînê ne hatibû Mêrdînê, li bajarê kevin hewce zêdetir bi van kanîyan hebû. Însana îhtîyaca avê ji van kanîya didît. Lewra ava beledîyê têra însana nedikir.  

Mêrdîn di sala 639an a Mîladî de ji alîyê hêzên Îslamê ve hatîye fetihkirin. Pişti wefata Pêxemberê me (s.‘e.w) bi heft salan. Fatihên Mêrdînê Îyaz B. Ğenm û Xalidê kurê Welid bûn. Ew roj e roj Mêrdîn bajarek ji bajarên Îslamê ye. Gelek dewlet û qevman li Mêrdîn hikum kirine di dîrokê de. Hûrî, Mîtanî, Asûr, Med, Pers, Makedonya, Roma, Sasanî û Bîzans… Lê belê piştî vana Îslamê mohra xwe li Mêrdîn xist û wisa ma. Bi Îslamê Mêrdîn ji nû de ava bû. Wan çaxa gava derek ji alîyê hêzna ve dihate sitendin, ew der dihate xerakirin û qetlî’am lê çêdibûn. Lê belê hêza Îslamê medenîyeteke nû anî Mêrdînê.

Bi medrese û camîyên xwe weke her bajarê Îslamê Mêrdîn jî rengê xwe dide nîşandan. Bi minare û camîyan, camîya Ûlû (Mezin) Camî û Şehîdî ye, Şêx Çabûk û Hemzaî Kebir, Medresa Qasimîye û Zincirîye û camîyû medresên din. Her yek ji vana mohrek ji mohra Îslamê ye ku heta qîyametê wê neyê guhertin. Eserên ku di dewra Îslamê de hatine lêkirin, her yek ji wan meriv dikare nivîsekê liseêr binivîsîne, wê liser wan gelek tişt bêne gotin. Lewra her yek ji vana di hundurê xwe da dîrokekê dihiltîne.  Di bin hukmê Îslamê de Suryanî jî li Mêrdînê heyata xwe domandine. Weke Deyrulzaferanê, dêrê ğeyrî Muslumanan jî li ser pîya ne. Li Mêrdînê xelkê ‘Ereb û Kurmanc û Suryanî pevre dijîn. Pişti salên 1990î ku gund xirabûn, hejmara Kurmanca ji ya ‘Ereba zêdetir bûye.

Em dikarin vêya bibêjin ku di bin her kevirekî Mêrdînê de dirokek heye. Heger meriv bixwaze vê dîrokê bibîne û bixwîne, lazim e meriv li Mêrdînê bihost bihost bigere û gelek lêkolîna li ser Mêrdînê bike. Ji xwarinê Mêrdîn bixwe û ava wê vexe. Li camîyên wê limêj bike û bişev li çayxana li ser camîya Şehîdîyê rûnê, çaya vexwe û li menzera Berrîyê mêze bike. Belkî hingî meriv xweşîya bajarê Mêrdînê û qedrê wê bêtir fehm bike.

Heta hejmareke nû bimînin di xer û xweşîyê de. Esselamû ‘Eleykum we Rehmetûllahî we Berekatûhû

                                                                                             

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Yehya Ezdarî

Ê Berê Ji Mewsîma Mewlûdê Bi Bal Remezanê Ve
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.