Roja Mehserê Wek Roja Mehşerê

Article

Meha adarê radihêjin meqes û dasa xwe û diherin nav rez jibo kesaxê.  Ew tirîyê xweş ne birihetî tê. Birrîn heye, merdan heye, pêçan heye. Wê di gulanê de rez vebe, wê bibe hersim. Wê germa havînê bi serde bê, heta ku tirî çêbibe. Anha wexta kar e, serî jî wexta kesaxêye. Ew şaxê ku ji sala berê mane qut dikin û şaxê ku nû lêketine jibo tirî bigre dihêlin.

Piştî kesaxê rez cot dibin. Ew qantirê ku ji salê heta salê xwedî dikirin ji bo cotê rezan, gîsin davêjin du û pê coht dikin. Ê ku qantirê wana tunebana bi keran cohtê xwe dikirin. Belê cohtê bi keran pir bi zehmet bû. Hela tew ku ker ne ‘elimandî bana, her yekî berê xwe didan alîyekî. Îcar anha hinek jî bi tereqtora coht dikin. Belê ew jî rehê mêwa radike. Karekî ku xwêdana ‘eniyê kêm be, ne dilê merev rihet dike û ne jî te’m tê de heye. Ji xwe anha tu tirî dixwe tu dibê qey te jî kîsika av vexwar. Berê ku te deste xwe didan tirî, ji demmûşê destê te bihev dizeliqî.

Wexta bihar tê, rez dipêçin. Ê ku jê bê, şaxê mêwê xwe bilind dike. Jibo tirî negihêje axê. Tirîyê ku bighêje axê wê xera bibe. Germa havînê bi serde hat, hirsim zelal bûn, tirî hêdî hêdî çêdibe. Ew germa ku merev nikare demekê li ber rojê bimîne, ew rezana tev xemla xweya kesk disekinin. Bi gotina  Bedîüzzaman, ayeta “ya narû kûnî berden ve selamen” dixwînin û weke Îbrahîm ‘eleyhîsselam bi dilrihetî di nav êgir de rûdinin. Helbet bi qudreta Xwedê Teâla. Ma ku ne ew qudret bûna; di wê çola zuwa û ‘erda sor de ew ava şêrîn wê ji kuderê bihata.

Îcar xwedîye reza, tirîyê ku çêbûye li ser heywana dikin û dibin gundê dora xwe, difroşin. Wek tirîye ‘etfik û ta’newî zû çêdibin. Barê xwe yî di selik û sindoqa de li malekê datînin û pîrekê gundîya li serê kom dibin. Dest bi bazarê dikin. Ê ku dibêjin kîlo bi çapkê ê ku dibêjin du kîlo bi çapkê. Çap ji kodîkê re dibêjin ku nezîk du kîlo genim derrê ya narrê. “Hela bisekinin ma tirîyê me avêtîye. Heqqê wê kîlo bi du çapa be, de ji bo xatirê ma’zubanê min, bera kîlo bî çap û nivekê be.” De biwezinîn yabo bi wezinîn. Mêzêna xwe derdixin û kîloyê xwe hazir dikin. Wexta kîlo kêm bûya, ji kevir û hesina jî kîlo çêdikirin

Zarokno! Hûn jî baz din ser xênî û bankin. Zarok bi bazdan derin ser xênî û heta ku deng jî wan derdikeve bang dikin. “Werin tirîîî werin tirîîî” kesê ku nebihîze nahêlin. Di hundîrê wexteke kin de tirî hema bêje tev tê firotin. Ji xwe yê bimîne jî ji me’zubanê xwe re dihêle. Firavîna xwe dixve û radîbe genimê xwe bar dike. Heger ku pîreka me’zuban alîfê heywana wî dagirtibe û hevdê avê jî li ber tijjeh be, bikêf xatir dîxwaze û dere malê. Belê na ku heywan tî û birçî mabe; ew firavîna ku xwar, li wî jî dibe jahr. Ma qey ew heywan jî ne xwedî cane û ne gunehe? Barkirî hat û wê barkirî here. Hewceye ji me bêtir bixwe û vexwe.

Payiz hat, tirîyê mezrone jî şêrînbu. Wexta mehsera nêzîk bû. Roja mehserê wek roja mehşerê ye. Heryek li ‘emelê xwe rast tê. Ê ku xweşik li rezê xwe nêrîbe tirîye wî jî başe.  Belê ê ku lê ne miqate bûbe; tîrîye wî pîsik e, di mêwkê de heye di diduyan de tuneye. Nav rezzê wî tev dirî û qirşikin.

Berî herin mehserê, sarinca xwe û ciyê ku tirîyê xwe lê kom bikin paqij dikin. Kûra xwe ya agir hazir dikin. Hinek jê tirî diçinin û selikvan di selika de tirî dikşînin mehserê. Di mehserê de jî ‘esarvan heye. Tirîyê ku berra telîsê ‘esarê didin, bi niga pêlê dike û die’ciqîne; heta ku ew şîreya tirî tev derkeve û bikeve sarincê. Îcar şîreyê bi satilan ji sarincê derdixin û datînin ser tifikê. Em ji bîr nekin her satilekê jî kulmik nikkar davêjin nav, wek heyvan. Gemmara nav şîreyê tev wek kefê bi ser dikeve. Bi kefgîrê ji ser didin hev. Dikele dikele heta ku ew şîre dikewwire û ji hev zelal dibe. Îcar şîreyê berra teştê ser kûrê didin. Li ser kûrê jî dikele jibo tîr bibe. Heta ji deh selik tirî kevdek (3 lître) dims dimîne. Jibo dims xweş be, xuşîlê davêjin nav. Xuşîl jî gihakekî li der û dora rezan çêdibe.

Roja mehserê ji bo kêfa zaroka bê, kullora davên nav dimsê. Ew kullor jî pir xweşin. Heger ku şîreyê hîn jî bikelînin ji wêna jî ‘eqît çêdibe. ‘Eqît jî pir şêrîne û ma’cûnek pir biqewete. ji xwe hinkî ku tîre, merev bîkevçîya jî bi zorê diqetîne.

Dimsa xwe dixin meşka. Dimsa binê teşta jî ji wê nikkara ku avêtibûn nav, dimîsilînîn. Îcar piştî vêna ê ku bixwaze dimsa xwe bi dimsîtî difroşe. Ê ku bixwaze jî bastêq û benîya jî jê çêdikin. Minê ji we ra behsa çêkirina bastêk û mewîj û benîya jî kiriba; de ez serê we neêşînim. Tew ku ez bêjim sucûqê bi gûz wê dilê we herê; îcar wê gunehê we têkeve sitûyê min. Dibêjin ku ji yekî pirsîne. Te ji gûz ya mewîj. Wîya gotîye wîj wîj. Destê wî ji herduya jî nebûye. Îcar hûn bi dimsê îdare bikin.

Noşîcan be.

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ehmed NAS

Ê Berê Rêya Koçerîyê Xuya Bû
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.