Dîroka Ummetê Û 'Halê Ummetê -2

Article

Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm.

Temamê hemd û pesindan û wesfên bi qencî xasê bi rebbê 'alemê ne. Selat û selam li ser seydayê seydaya, qasidê muellimê bêqelem be. Dîsa selat û selam li ser malbat û hevalên wî yên 'ezîz be ku pêxember derheqê wan de gotîye “Es'habî kennicumî, bî eyyîhîm îqtedeytum îhtedeytum” Dûvre jî selat û selam heta roja qîyemetê liser temamê mu’minên te’qîbkerên rêçika wî be.

Di nivîsa xwe ya berê de me bi kurtayî dîroka Îslamê ya ku temamê rûpelên wê bi şan û şerefê dagirtîne û 'halê ûmmetê yê ku niha em têde ne anîbû ziman. Lê me 'halê xwe yê ku niha em têdene neanîbû ziman. Hew em gihîştibûn dema ku dewleta Alê ‘Usman hatibû perçekirin. Înşaallah di vê nivîsê de emê bi kurtayî be'hs ji 'halê xwe yê rojane bikin da ku em zanibin bê em niha di kîja mer'heleyê dene û ji niha û pêde lazim e em çawa gava bavên. Lewra wexta ku meriv nexweşîya xwe tesbît neke, meriv nikare derman û tiryaka xwe peyda bike. Jixwe rîsipiyên berê wiha gotine: “Kesê ku pêşeroja xwe nizanibe, paşeroja xwe nabîne.” Naxwe deka em bihevre li dema NEKBEya xwe binêrin û bihevre çend tesbîtan bikin.Hêvî heye ku ji me re bibe 'îbret û ders.

                                                                                                              
Dewleta Îslamê ya bi şan û şeref,  ronahîya xwe dabû 'heta Ewrûpayê hê di dema Emewîyan de. Vê ronahîyê, çavê pêxwas û bindestên Ewrûpî ku di binê lingê xwedî ax û maldaran de di'eciqîn vedikir. Kesên ku carekê, bi şiklekî ji çewlika axa derketiba û rêya wan bi bajarekî Endûlûse ketiba, nema dixwest vegerin nav qirêj û zilma axayên Ewrûpî. Lewra him paqijî, him serrastî û him jî 'edalet bi çavê xwe didît. A ha vê halê karkerên pêxwas, bala rayedarên Ewrupî jî bêgûman dikişand. Jixwe qral û prensan, ji pêşî de li ser 'herba bi mislimana re li çareyekê difikirîn. Wexta ku pirsgirêkên ağan û jiber van pirsgirêkan, alîkarîya him bi mal û him jî bi neferan pêşkeşî rayedaran kir, 'ezma wan zêdebû. Wexta ku meriv Ji hêla mislimanan ve dinêre, misluman tevî rayedarên xwe, ji maldarî û hebûnê ketibûn nava rehetîyeke ku insan dixe ğefletê. Dewleta mezin perçe kiribûn, li tu rayedarên dewletê êdî gûhdar nedikirin welew ku 'heq bigotana. Aha ev hal ne 'halê ku misluman bikevnê. Lewra Xweda Teala vî 'halî ji mu’minan qebûl nake. Wexta ğefleta mumina wexta firseta kuffara ye. Jixwe piştî vê ğefletê mumin ji Ewrûpa bi 'halekî perîşan û bi komkujiyeke bêhempa hatin deranîn. Lê me mumina ji vê tabloya 'îbretengîz zêde ders negirtin mixabin. 'Eynî 'hîlê dijmin û ğefleta muminan, cara dudan dewleta Îslamê ya mezin, welewki em ji Îslama wê bitemamî ne razîbin jî feşkiland, xera kir.

                                                                                                                                                                             Xaçperestan piştî vê serkeftina xwe li ser erdnîgarîya Îslamê dest bi sazkirina dewletokên cûda kir. Jibo serektîya van dewletokan jî, ji xwe re ğulamên sadiq hilbijartin û bi wan re hinek peyman û 'ehdên sedsale girêdan daku di ğulamtîyê de tiralî û qusûrê nekin. Di vê pêvajoyê de hema hema ji tevê qebîleyên 'Ereban ên ku ‘ehda ğulamtîyê dane û xwe ispat kirine re dewletokek saz kirin. Jibo Tirka jî ev qaîde derbas dibû, yanî şertê ğulamtîya sadiq hebû. Wana jî ev şert qebûl kirin û bûn xwedî dewleta ğulam. Lê belê li gellê ku qîma xwe bi ğulamtîya wan neanîn û xwe nefirotine wan, cezayeke mezin birîn. Him ew bêdewlet hiştin him jî ew ji hev perçe kirin. Daku ev gel fêr bikin ku bêyî wan tu kes nikare tu mafên xwe biparêze. Him jî di pêşerojê de bi destê nevîyên wan ğulamên xwe yên ku nîyeta azadîyê -fikren an jî sîyaseten- bikin, terbîye bikin. Piştî ku karê xwe bi vî awayî qedandin, wezîfeya xûlaman bi navê makeqanûna dewletê wan dane destê wan. Di serê van makeqanûnan de çend maddeyên ku nayêne guhêzandin hene, bêgûman mafên wan diparêzin. Maddeyên piştî wan jî bikûrtayî te'lîmatên ku ewê çawa zulm û ezyetê bidine xelkê xwe û me'den û petrola herêmê bi çi hawî ji ağên xwe re bişînin î'htîwa dikin. Bi temamî di heqê van yasayan de meriv dikare wiha bêje: Yasayên wan tev ji dewletên 'Ewrûpî yên filleh hatine stendin. Ev jî dişibihe ku meriv kirasê kesekî ze’îf li kesekî qelew bike. Ewê çawa kesê qelew di nava kirasê teng de bihneke bi hizûr bide?                                              

Di ronahîya vê dîrokê de ka em îro li 'halê xwe binêrin. Temamê 'alema Îslamê pirçik û parî bûye, xwîna mislumana weke lehîyê diherike, du dewletên misluman bihevre dost nemane, yek jibo ya dî zeîf bike, bi xaçperestan re îttîfaqê dike û bi birayê xwe re xayintiyê dike. Hêvîya xelkê misluman bûye reva nava xaçperestan, herroj bi dehan pîrek û zarokên misluman di deryayan de can didin. Ji ğeyrî yên ku xaçperest bi destên xwe wan noqî deryayê dikin, difetisînin. Em tev li ber çavê xwe van bûyeran dibînin û neînsanîya Evropayê muşahede dikin, lê dîsa hêvîya me ji waye. Ev 'hal meğlûbîyeta herî mezin e. Lewra îro xaçperest plan û 'hîlên xwe yên sedsale nû dikin da ku sedsalê din jî me ji xwe re bikine bende û 'ebîd, lê hê em ji wan hêvîya ku wê me xelas bikin û dewletan ji me re ava bikin dikin. Êdî bese, cara sisîya em nebin ê pêvedayî bi je'hra marê xaçî.

Bi hêvîya şîyarbûna li ser hîlên temamê kuffar, bimînin di xêr û xweşîyê de. 

                              

Nekbe: Hezimet, çöküş

Rayedar: Salahiyetli

Feşkilandin: Dağılma, parçalama

Tiralî: Tembellik, atalet

 

Guhêzandin: Aktarma, nakletme

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Nureddîn Qoserî

Ê Berê HALÊ UMMETÊ
Ê Li Pey 15ê Temûzê Sal 2016 Êvarê, Dehê Şevê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.