XANIMA ŞEHÎD - 2

Article

Dema ez hê ciwaneke ter û teze bûm, min hêjayên xwe yên pîroz û qedir bilind nas kir. Min dikarîbû hemî hestên xwe yên eşqê berbialî bikiraya. Ev hezjêkirina bêdawî ya ku ji fitreta mirov tê, hest û hissîyatên min ber bi Xwedayê afirîner ve dibirim. Di vî warî de ez bi serketim û zehf bextewarbûm. Çavê dile min tijî bû, ew valahiya di rihê min de nema, bidawî bû. Êdî min dinya û hemî tiştên di dinyayê de ne, tenê ji bo wûsleta xwe ya pîroz, amûret û wasîte didît.

Ev piştevan û desteka min ya qewî, li hember hemî mûsîbetên tundî û bi şiddet ku çîya ji ber diheliya, dibû xwelî, ez tîk li ser pîya dihiştim. Ev ‘eşq û evîna min ya Îlahî, li dijî mûsîbetên giran ji min ra bû piştevan û destek.

Dema ku ez li salên ewil yê evîna xwe difikirim û têne bala min, ez ji hiş ve diçim. Dilêmin bi kul û xemê tijî dibe. Ev rûyê birayê min ê bi nûr, ew ‘eleqeya wî ya ji me her sê xuşkê wî re, suhbetên olî-dînî û ew nêrîna wî ya bi şefqet…

Lewra ew, hêvî û umîda me hersê xuşkan û dîya me, birayê me yê kur ê bi tenê bû. Birayê me him mekteb dixwend û him jî bo debara malbatê xîret dikir, dixebitî. Gelkê caran me jî bi karên desta, di vî warî de alîkariya wî dikir.

Piştî ku bavê me jina duduya anî, yanî cara duyem zewicî, em bi temamî ji bîr kir. Qet êdî bi ser me da nehat, rojekê li derîyê me nexist û rewşa me nepirsî. Ji ber vê jî hemî barê malbatê, tev li ser milê birayê minê nûciwan bû. Birayê minê dil bi rehm, bi wî exlaqê xwe yê xweş û bi wê şefqet û merhameta wî, şûna bavê me girtibû. Ew ji bo me him bav û him jî doz û dawe ya me bû. Dema êvarê dihat malê, em li dor xwe kom dikir û bi wê uslûba xwe ya nerm û xweş, ji mer behs û qala pêdivî (hewcetî)ya dînê me û bawerîya me dikir. Di vê mijarê de ji mer mamostetî an jî em bêjin melatî dikir. Jixwe min bi saya wî dîn û baweriya xwe nas kir û ez bûm xwedî ‘eşqa îlahî.

Birayê min bi wî zarê xwe yê şekirî ê bi tesîr, ji mer dirêj dirêj behsa tekoşîn (micadele)a heq û batil dikir. Bi awayekî wisa qal dikir ku çawa bi hostatî di hişê me de dizeliqand û cîhê xwe digirt. Ji micadeleya Habîl-Qabîl bigrin, heta roja me perdeya li ser pelê dîrokê rûpel bi rûpel diqeliband. Birayê min xwendevan bû. Dibe ku ev fesahat û sosyalbûna wî, ev xwîn şêrînbûna wî, ji xwendevanbûnîya wî tê. Li mektebê jî gelek însanên nûciwan rohnî kiribû, ew anî bûn ser rê. Birastî jî ez êdî nizanim ku çawa behs û qala birayê xwe bikim, ka ez çi bibêjim… Ew di dilê min de xweyî hemî wesfên bêkêmasi ye.

Nexasim ev bextewarî û hizûra malbata me wê kin û kurt dom bikiraya. Lewra ev birayê me, him seyda û mamosteyê me, sebra mala me, ê ku tim em pê tesellî dibûn, birayê me yê ku him dê û him jî bavîtî ji me ra dikir, wê biba hedefa guleyên xwînmij, neyarên Îslamê û qatilên hov û har. Xwedao! Çi rastiyeke bi êş û bi elem. Birayê min ê şehîd timî digot: “Şopîner û taqîpkerên Qabîl, tu carî bela xwe ji me na vekin.”

Zalimên dil reş û dil kevir, vê hişyarbûyîna Îslamî hezm nedikirin û birayê min ê nûciwan, ‘ezîzê ber dilê me, bi gule barandinê û di bin perçeyên bombeyan de qul qulî kirin bedena nazik û nûciwan, şehîd kirin.

Bin dikir qêrîn; “Xwezîya ezbûma ya bira! Xwezîya ku ez di şûna te bûmaya û ne tubaya.” Dinya li ser serê me bi carekê re xerabû. Êdî tu hêvîya min nema bû ji heyatê. Stûna nav malê hilweşîya. Wey ez bi heyrana tebim bira! Em tenê hişt û çû bibal Rebbê xwe.

“ji bo zalimê xwîn xwarî bijî cehennem.” Êdî ev gotin, ji min re bû weka wîrdên rojane.  

Di mala me da hemî kes di şûnê de bûn. Feqet kes ne weka min bû. Ez li ser pîya nedisekinîm. Bela ku bedena birayêmin ya nazik û nezîf bi bombeyan perçe perçe kiribûn, nehiştin ku ez wî cara dawîn bibînim. Lê min pir dixwest ez carek tenê, rûyê wî ê binûr bibînim. Min daxwaz dikir ku ez wî piştî ku şehadet qezenc kirîye bibînim; nexasim nehiştin, destûr nedan. Lê bi rastî jî wî şehadet heq kiribû.

Ez bi rojan girîyam û min hêsrên çavan rijandin. Di qirika min re qet tiştek nehat xwarê. Vêca hê birîna min teze ye, bavê me yê ku bi salan dev ji me berdabû û li me qet nedipirsî û eqrebayên me museletî ser me bûn. Û gotin birayên me yê şehîd wek ku me kuştibe derew û îftira kirin. Çima ku me çarşef li xwe kirîye û em xwe bi wê dinixumînin, ‘îffet û şerefa xwe diparêzin, xwestin em jê biqêrin, yanê me qanih bike ku em çarşefa xwe ji ser xwe deynin. Lê heyhaat! Ev çarşef şan û şeref û rûmeta me, da’w û doza me ye. Emrê Rebbê me ye. Çarşefa me, da’wa ku birayê me di oxira wê de serê xwe da, ev da’weye. Em îxanetê li xwîna wî nakin. Ma ne waye spartek û piştevanê me yê bi tenê, birayên me di vê oxirêde çû. Êdî ka em ê ji çi endîşe bikin û bitirsin…

Eqrebayên min, hê şîna me bi dawî nebûbû, bi tewrên ciddî di gotin: “Ya em, an jî çarşef û ev rêya ku we pêgirtîye.” Ez jinek bi tenê bûm; Qey min dikarîbû çi bikira bi tena serê xwe. Lê belê qet wun weha nefikirin, lewra ez xuşka mêrxwas û ‘egîtekî bûm. Ez xuşka şehîdekî bûm û di bin terbîya wî de gîhame, mezin bûme. Min ji wî îradeyek herî bi hêz û quwet stendibû. Wî ev hînîmin kiribû; di ber eşqa îlahî de hemî tiştan feda kirin. ji xwe bi fedakirina wî canê xwe yê herî bi qîmet jî ev isbat û teyîd kir. Ji niha û pê de ev eşqa min ya Îlahî, hê bêhtir qewî bû, bi hêz bû. Min çiqas dixwest ku ez gavek berî gavekê bighêjim birayê xwe yê şehîd.

Bela zext û tahdeyên eqrebayên me, divê min ji mecbûrî têkilî û ‘eleqeya xwe bi temamî ji wan qut bikira, da ku min ta’wîz neda; lê wê ev çawa çêbiba… Digel ku ewqas bê dilêmin bû jî, ez bi hevaldozekî birayê xwe yê şehîd re zewicîm. Êdî ji zext û zora eqrebayan pakbûm. Piştî min di armanca wan de xuşka min ya din hebû; min ew jî anî cem xwe, li mala min dima. Êdî ji ber ku min ji da’wa xwe tawîz neda, ez bi rûmet dijîyam. Qasî qomandarekî li ser artêşeke mûzaffer bi rûmet bûm. Ev tiştê ku min kir, ji bo jinekê karekî pir mezin bû. Di serê tekoşîn û micadeleya xwe de ez ğalib hatibûm û serkeft bûm. Çimkî ez xuşka wî şehîdî bûm.

Piştî şehadeta birayê min, ger çiqas dinya li ber çavê min reş bûbû jî, bi vê zewaca xwe ez pir bextewar bûbûm. Lewra hessasîyetên mêrê min, ji yê birayê min ê şehîd ne kêmtir bû. Zewaca bi hevaldozekî birayê min ê şehîd bûye re ku bê tawîz doza wî dimeşîne, ez zehf bextewar û serbilind kiribûm. Gelek caran şehîd dihat xewna min û kêfxweşî li rûyê wî diyar dibû, tebessum dikir. Ev jî zafer û serfîrazîya min a duyemîn bû.

Zalim û xwînmijan her roj diketin xwîna misilmanekî û rêhtina xwîna misilmana didomandin. Bi sebeb vê dibe ku heyata mêrê min jî di talûkeyê de be. Feqet bila wisa be; dema ku ji bo riza Xweda be ha em li heyatê mane çîye û ha em di rêya wî fîsebîlîlah de hatine kuştin… Mirineke bi vî rengî ji bo me xelatek Rebbê me ye. Carna weka gelek misilmanê çûyî, ez li çûyîna birayê xwe ê nûciwan difikîrîm ez ji xwe diçûm. Lewra ew, stûna malê, sermîyanê malbata me bû. Û niha jî ev stûn hatiye şikestin, mal jî bi ser me de hilweşîyaye. Hêlîna me ya germ û bextewar ji hev bela wela bûbû…

Min caran rêya xwe bi mala dêya xwe ya dilşewat a ku ‘umrê xwe di ber me de serf kiribû dixist û min ew ziyaret dikir. Di vê heyama ku em di îmtîhaneke giran re derbas dibin, pêdivî û hewceya me pir bi hev hebû. Diya mina reben bi xuşkeke min ya biçûk re dima. Tenê herdûya bi hev re jiyana xwe didomandin. Di rûyê dêya min de, şopa dilzîzîya extiyarîyê, dil zarîfbûyîn û birîna hisîyatên dayikbûnê xuya dikir. Xuşka min ya biçûk jî, tevgera zaroktîyê, li hember mûsîbeta bêsebr û sebatîya wê, ji dayika min a dilbirîn re dibû barekî giran.

Qaşo eqreba û merivên me yên ku silametîya me dixwestin, cara duyem derbe li me xistibûn. Belê silametiya me dixwestin(!) Wê em ji bawerîya me bi dûrbixistana û tesettur û çarşefa me ji me bikirina. Li gor wan ev ji bo me silametî ye. Bi nezaniya xwe zendikirin ku wê vê keda birayên me yê şehîd hema bi carekê re bavêjin û wenda bikin û bi vêya jî qaşo alîkariya me dikin. Yanê dixwestin me ji ser rêya beheştê (cennet) vegerînin û bixin ser rêya cehennemê. Ji me re eşkere digotin: “Ger em dikevin cehennemê wun jî têkevinê.” Wedîye ku em jî çiqasî nankorin(!) digel cehennemê jî em li pey şopa wan neçûne…

Dema ku ez diçime mala diya xwe, ez çav li wê stûxwarîya wê dikevim dile min diperite. Wê jî tu ta’m û lezzet ji heyata xwe nedîtibû. Ji xwe bavê min jehr kiribû nava bextewarîya wê û stuyê wê xwar kiribû. Digel bi vê rih ‘eciqandin û sebat kir li hember ewqas musîbetan û bi tena serê xwe em mezin kir û gîhand. Tam êdî hatibû wexta ku wê xêr û feydeyekê ji fêkîyê ber dilê xwe bigirta, ew jî zaliman nehiştin û ûmîda wê jê sitendin û birin çûn. Êdî stûyê dêya mina dilzîz û dilşewat ji bo careke din rast nebe xwar bû. Her cara ku min dêya xwe di vê rewşê de didît, xewê şevan li min diherimîn û bi kabûsan li min dibû sibe. Hemd ji Xweda re be ku ew quweta îmanê ya ku min ji birayê xwe yê şehîd hilanîbû, û sedeqet û radestîya mina li hember Xweda, ez ji buhrana rih xelas dikirim. Timî bi malbata xweyî bextewar re hatina cem hev ya di Beheştê de di xeyalê min de bi can dibû. Ger tu ‘emelên me yê ku me bibe cennetê (Beheşt) tine be jî hemd û sena em xuşkên şehid in. Ew ê li me şefaetê bike bi îzn û raya Xweda û dîsa ew ê me bicivîne bal hev.

Di heyama ku birayê min giran birîndarbû wê rihê xwe teslîm bikiraya û şehîd bibaya wiha bang li kesên derdora xwe kiribû: “Ez bêhna cennetê hîsdikim. Li vir bêhneke ze’f xweş heye. Birano! Wun jî bazdin werin vira.” Ew, bê şek di ber dînê Xweda de hatibû kuştin û şehîdekî qedir bilind bû. Ez jî xuşka wî şehîdî bûm. Çiqas şeref mezin, se’adeteke mezine… Ji ber vê se’adetê, pirê caran ez diketim nav hissîyatên ‘ecêb û xwe bi xwe xwezî lê di anî. Wun qet min şermezar nekin, wer heye ku wun ji vî zarî-zimanî fêhm nakin. Wun dikarin bêjine min: “Cahil û naşi yê, ma te birayê xwe ê kur yê bi tenê wenda kirîye, ma tu bi vê bextewar û kêf xweş dibe.” Lê ez bawerim ku ev hestên ez hildigrim, we jî hilgirtibaya we ê heq bida min an jî ger we bi rastî bawerbikira ku heyat û jiyana herî rast û ebedî ne li vê dinyê, ya esil li axretê ye û we ji dil bawerbikira helbet ezê li gor we xwedî maf bama. Carna ez jî ku demeke kin bi rûyê dinyaya gemar dixapim ez jî weka we difikirim. Encax ez hema xwe ji gîrdaba xeyalan derdixim, bi alîkarîya Xweda ez bi ser dikevim.

Hesassîyetê mêrê min ê olî,  ji bo min weka yê birêmin ê şehîd bi bîramin tîne. Carna xwe bi xwe dibêjim; “hemd ji wî re be ku mamosteyek ji min hilanî, yekî din xiste şûnê û daye min.” Bi sebeb vê hesassîyetê wî careke din jîyaneke min ya bextewarî pêkhatibû. Bi vê jî min fêhm kir ku ez bi temamî ketime ‘eşq û evîna îlahî. Ji bo ku ev di min de baqî bimîne jî, min pir dû’a dikir û zehf zêde ehemmîyet dida îbadetê xwe. Ew xizneya min ya rastî bû.

Hê salek di ser zewaca min re derbas nebûye, mûsîbeteke ku ez ditirsim behs jî bikim, li pêşîya mine û li hêvîya mine.

Belê, zalim û neyarên dînê Xwedê, sermiyanê mala min, mêrê min jî şehîd kirin… Hem jî di pişt bûyera ku tê de birîndar filitîbû wek sê mehan. Mêrê min ê ku min pê re hê nû hêlîna xwe sazkiriye jî, dev ji min berda û ber bi cennetê ve bilindbû. Pir dixwest ku rûyê têjika xwe ya di zikê minda bibîne. Mixabin nebû qismet… Her kesî dev ji min berdida û diçû. Çima yekî li min jî neda gelo? Guleyek bi tenê jî ji min re pir dîtin. Ger ev tiştên ku bi serê min de hatiye, li ser pişta çîyayekî bihata bar kirin wê çîya di bin da bihelîya.

Dibe ku wun, min jineke bi metanet bibînin, lê belê di netîceyê de ez jî jinek bûm û min jî mîna her pîrekê hestên jinan di dilê xwede diheband… Ew hêsrên min yê bi rojan weka çem herikî û tiştek di gewrîya min re derbas nedibû. Ez êdî ji pî û baska de xistibûm. Li ser pîya ne di’edilîm. Êdî min ji sihheta pitika ku ez bi wê hemleme endîşe kir. Tenê mayî û bêkesîya min ya di nava eqrebayan de, mi qeland û min derd û kul diavêt hundurê xwe. Tesellîya min ya bi tenê xuşka mina li ba min dima bû. ew jî berîya vê mûsîbeta dawîn ya bi serê min de hat zewicîbû. Niha jî ez bi vê mûsîbeta han re, bi tena serê xwe mame.

Ev têjikê min ê ku ez pê bi hemleme, ji min re bû tesellî; Rebbêmin wer heye ku ev ji bo ez pê tesellî bibim dabû min. Timî ez destê xwe ji bo Xweda vedikim û ji xweda daxwaz dikim ku ev têjika minî ku ez pê bi hemle me zarokekî kur be. Min ji Xwedayê xwe zarokekî kur dixwest ku ezê êdî jiyana xwe bi wî re bidomînim. Ezê wek çavê xwe lê binhêrim û dinya xwe li ser wî saz bikim. Ger kur ba ya wê di vê rewşa mîna bêkesîyê de alîkariya min bikiraya.

Bi vê dilşewatîya xwe, dema ku ez dû’a dikim, weke çawa ku çîya bihejin ez hîs dikim. Tu dibêje qey hema hemî âlem bi min ra destê xwe vedikin û ji daxwaza min re dibêjin amîn.

Û têjikê min, piştî eza û êşa bi rojan bi min da kişandin, welidî û hat dinyayê. Belê, têjikêmin kur e. Erê erê ew kur e. Rebbê min dûayê min qebûl kiribû. Piştî mûsîbetên wusa giran, ji min ra bû tesellîyeke mezin. Ev têjikê min ê kur; bê wun nizanin ku Xwedayê min daxwaz kirîye ku ev dinyaya minî berwext li ser vî kurê min dîsa ji nû ve bê saz kirin. Lewra nexwestibû û îrade ferman nekiribû ku ez bi temamî têkevime ye’sê û xwe wenda bikim.

Min navê bavê wî yê şehîd li kurê xwe danî. Êdî du rihê têjikê min heye. Yek jê rihê wî yê pak û yê duyemîn jî rihê dêya wî ya ku xwe di ber lingê wî de raxistîye. Belê, min bi temamî pêşeroja xwe li ser têjikê xwe yê kur saz kir. Ezê gêncîtîya xwe di oğira kurê xwe de serf bikim. Minê ew bigîhanda û mezin bikira, dûre jî ‘umrê min têrê bikiraya wê li min dêya xwe mêze bikira ez xweyî bikirama kurê min. Min ew bizewicanda û wek çawa ku min ew gîhand û mezin kir, minê nevîyên (torin) xwe jî bigîhanda. Êdî wê ‘umrê min hêdî hêdî bidawî biba û ezê biçûma axretê û bigîhiştima herdû şehîdan. Evana ger xeyal bin jî bawerbikin ji bo min ze’f xeyalên şêrîn û xweşin. Ev rêxistina murtedda ku li serê misilmana bûye bela xweda bela we bide we înşallah. Çi bela û mûsîbetek mezin e… Wek xencera bi jehr çikiyaye nava dilê me de. Hunguvê bi jehr yê ku ehmeqan tîne cezbeyê. Di nava yê hatine û çûne de qewmekî herî zêde ji Îslamê re neyar û dijmin…

Her ku têjikê min ê kur roj bi roj mezin dibe, ez heyata xwe ji nû de saz dikim. Di zemanekî ku êdî tu umîda min ji heyatê nemabû, di nav hestên min yê kûr de hinek umîd û hêvîyên teze û nû hêşîn dibûn. Hemî umîd û hêvîyên min jî tev li ser têjikê min yê kur bipêş diket. Heyata min û jiyana min ya li dinyayê tev bi wî re bû. Hema ku qasî zerre zirarek bigîhiya wî wek li reşika çavê min hatibe ez ewqas li ber diketim. Ger hebkî canê wî bi êşîya û nexweşbiketa li temamê heyata min tesîr dikir. Ez heta serê sibehan bê xew û raketin li ber serê wî bûm.

Di ser şehadeta zilamê min re tam 2 sal derbas bûbû. Tenêbûnî, bêkesî bi hemî zalimîya xwe ez dorpêç kiribûm. Pîrekek ciwan û sebîyakî çûçik yê sal û nîv ‘umrî re bi tenê dijîyan. Ev ne rewşeke lêhatî û munasîb e. Him jî feqîrî… Ez bi xwe dikarîbûn rojek têr, du roj birçî bimama, û perçeyek kinc û paçekî bi salan li xwe bikim. ji min ra ne xem bû, lê ev zarokê çûçik, têjikê min û sebra ber dilê min. Na! Ez nikarim wî bavêjim nav sefaletê, ev ne heqê min e. Timî min ji xwe ra digot: “Malaminê çavê feqîrî û bêkesîyê birjê û kor bibe.” Ji nava eqrebayan tenê rebena dêya min ya extyar carna dihat mala min. Ew jî rebenê mîna min bêkes bû. Êdî derdora min zor dide min û zêde bi ser min de tê.

Zor didan min û digotin: “Ne ji bo xwe; ji bo kurê xwe bike. Hewceya zarok bi terbîyeya bavê heye.” Lê min di ber xwe dida. Ez tenê di şevên tarî de li ser bê kesîya xwe digirîyam. Piştî mêrê xwe yê şehîd zewac ha? Çi wexta ku dihat hişê min ez dihelîyam. Zarokê min bes bû ji min ra. Ez naxwazim tu derd û kulê din li vê dinya xwe ya bi hêvî û umîd bar bikim….

WERGÊR MEHMET ÇELÎK

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Mehmet Baran

Ê Berê Menbiç Di Destê Kê De Ye
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.