ZAROKÊN ME PÊŞEROJA ME NE-2

Article

Em niha rabin li rewşa zarokên xwe meyzînin, lê meyzandineke Mûhemmedî ne meyzandineke dinyewî, emê rastî wênekê bên,  wêneke ku bi kêfa kufrê bê, bi kêfa yên hesab û kitaba li ser me dikin bê. Zarokên me îro di rewşeke wilo de ne, yên hesab û kitaba li ser ummetê dikin, dilşad û bextewar in. Çima gelo? Emê li gorî zanîna xwe xalên girîng bînin zimên înşaallah:

1. Em zarokên xwe bi qasî ku ji jiyana dinyayê re amade dikin, ji axretê re amade nakin. a) Sibeha zû em zarokên xwe radikine dibistanê, lê berî bi seatekê em wan ranakin nimêjê. Em dibêjin bila xewa xwe bistênin. Tu dibê qey me bilêta cennetê xistiye berîka wan. b) Em mamosteyên taybet digrin jibo ezmûna wan daku bi serkeftî derbasî lîse yan zanîngehê bibin. Lê di rex me de mizgeft heye, em nabêjin melê dersa Qur’ana pîroz bidayê.

2. Zarokên me sibeha derdikevin, êvara têne malê, hin jî nîve şevê tên malê. Em dibêjin de ka zarok in xem nake. a) Wexta zarok ne di bin kontrola dê û bavan de bin, wê li kolana perwerde bin. Aha hingî ax û wax kar nake. b) Hingî polis jî wê bên devê deriye me. Xwedî heq jî wê bên.

3. Dê û bav tiştên ku zarok berpirsiyarin dikin û heta sipartekê wan jî ew çêdikin. a) Tiştên ku zarokên me berpirsiyarin, em rabin wan tiştan bikin, bila em zanibin ku em kesayetên bêkêr û ji malbat û civakê re barekî giran tînin holê. b) Di berpirsiyariyê de pêwiste ku zarok mesûlîyetên xwe fêr bibin.

Bi kurtayî em dikarin bêjin: Heger em bixwazin pêşeroja me ronayî be û nifşeke Mûhemmedî çêbe, çawa em zarokên xwe bi cil û berg dikin û zikê wan têr dikin, wan rêdikin mekteban, beşdarî çalakîyan dikin, pêwist e ku em mêjiyê wan, dile wan jî têr bikin. Di vê mijarê de mesûliyet (berpirsiyarî) tev li ser milê dê û bavan e.

Resûlullah(s.x.l) weha ferman dike: “Xwelî li wan bavê axir zaman be!” Li ser vê gotinê eshaba pirsî: “Naxwe ew bav bûne muşrîk?” Pexemberê me (s.x.l) weha got : “Nexêr, ew misilmanin; bes ew zarokên xwe fêrî dînê wan nakin û bi ser de jî zarokên wan bixwazin hînî dînê xwe bibin, wê astengiya ji zarokên xwe re derxin û wê wan ji bo qezenckirina malê dinyayê berhêlî kin. Eha ez ji van bavê weha dûrim, ew jî ji min dûrin.”  (Mustedrek-ul Wesaîl, c.2, s.625)

De ka vêca gelî bira! Em serê xwe bixin nav herdu destê xwe û bifikirin ku kî ji me dixwaze bibe ji van bava? Ew bavên ku Pêxember (s.x.l) dibêje ez ji wan bavan dûr im. De ka keremkin hê nebûye dereng, ji bona ronahîya Îslamê, da şewqê bide cîhanê, em nifşeke Mûhemmedî saz bikin. Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Mamoste Hezexî

Ê Berê Xelasîya Însanîyetê Bi Îslamê Ye
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.