Li Ser Referandûma Kurdistana Başûr

Article

25’ê Îlona îsal, li Kurdistana Başûr referandûma serxwebûnê çêbû. Kurdê Kurdistana Başûr bi axilbeyekî zêde serxwebûnê xwestin.

Piştî vê di serî de dewleta Tirkî, pişt re jî dewletên Iraq û İranê li hemberî Kurdên Başûr dest bi gefa kirin. Bilxasse rayedarê dewleta Tirkî, berî referandûmê jî, piştî referandûmê jî, gef, heqaret û îftîrayên pir giran li Kurdê Başûr kirin. Serokkomarê Tirkî bi gotinên xwe yê ji Kurdê Başûr re wek “qebîle” esas heqaret bi temamê Kurda kir. Bi vênakê jî neman, ‘eskerê Tirkî û Iraqê di sînorên Kurdistana Başûr de dest bi tetbîqeta kirin. Pişt re herdû bajarên Kurda Kerkûk û Mûsûl ji teref arteşa Iraqê ve û bi xiyaneta Peşmergeyên Talabanî ji destê Kurda derket, ketin bin îşxala Iraqê.

Digel vê jî birêz Berzanî ji serê pêşî ve nedixwest herbek derkeve. Ji  ber vê yeke, birêz Berzanî, tim bi zimanekî aşitî, bi însaf û zimanekî mutedil bikaranî.

Van bûyerên ku li ser referandûma serxwebûnê çêbûn de, ya ku axilbe Kurdê Tirkî xiste şoqê û çavê wan vekir; tewrê Serokkomarê Tirkî yê “dindar” bû. Lewra axilbe Kurdê Tirkî nizanibûn ku Serokkomarê Tirkî û Ak Partî nijadperest in. Lewra Serokkomar berê di got: “Nijadperestîya Kurd û Tirk di bin linge min de ye.” Lê belê tenê jibo rayên nijadperestên Tirk yên MHP yê bistîne, ji MHP yê jî xeraptir kir.

Kurdên Tirkî ji van gotinê Serokkomar yên li hember Kurdên Başûr de “Heye ku şevekî em ji nîşka ve bi ser we de werin”. ‘yanî emê we bikujin’. U gotinê wîyê “Em ku derî bigrin hûnê birçî û tazî bimînin.’Emê derîya jî bigrin.

Kurdên Tirki ku bi sozên musbet yên Ak Partîyê di heqê dîn de û mafên însana de bawer kiribûn rayê xwe didane îro fêmkirin ku ti ferqa Ak Partî û MHP yên ji hev tine ye. Van bûyerê piştî referandûmê çêbûn çavê Kurdê Tirkî vekir û da fêmkirin ku ev dewlet ne ya Kurda ye, ne ya Musulmana ye. Tenê dewleta Tirka ye.Herî zêde jî dewlet dewleta ‘Tirkê sipî’ ye. U fêmkirin ku ev dewlet hem neyarê Kurda ye hem jî neyarê İslama Mûhammedî ye.

Kurdê Tirkî dîtin ku îro li Kurdistana Tirkî, dewletekî fille ku Kurdistan îşxal kiribûna encax qasî vê dewletê neyartî bi Kurda û bi Îslamê re bikira. Çunkî makeqanûna Kurdistana Başûr aneha jî Îslam e. Kurdistana serbixwe jî ava bibûna makeqanûna wê ewê Îslambûna.

Rejîma Tirki ji ber ku Kurd dawa dewleteke Kurd dikin neyartîya wan dike. Di dewsa wan de mesela li Rojava Sûrî Turkmena dewletek sazkiribûna, heger kû qomûnîst û bê dîn buna jî gelo rejima Tirkî li hember wan jî wê neyartîyê bikira? Qetîyen nedikir.

Tirkî, İran û Iraq hersê dewlet jî baş dizanin li Başûr dewletekî serbixwe ya Kurda ava bibe ewê Kurdê wan dera jî wê serxwebûnê bixwazin. Li gel vê zilma wan jî ewê bêtir derkeve meydanê. Evêya jî heqîqetekî bedihiye ku yekî ku te’ma azadîyê bike hew qîyma xwe bi bindestîyê tîne.

Gelo li ser rûyê erdê jî xeynî milletê Kurd milletekî dinê heye ku digel ku 50 milyon nifûsa wan hebe û hê jî bê dewlet bin. Digel vî qasî jî Kurd ji bo mesleheta ummetê netewîtîya xwe feda kirine. Ji bo xwîna Muslumana nerijê, serxwebûna xwe feda kirine. Di vê referandûmê de ji ber nijadperestî û neheqîyên van sê dewleta derkete holê ewê her sê dewlet jî bixesirin. Kîngê be ewê Kurdistana azad û serbixwe ava bibe. Çunkî wana Kurd ji xwe re kirin neyar û heqaret û zilmê li Kurda kirin.

Kurd ji ber kû Mustez’ef in; heger li gorî Îslamê li pey heqê xwe bigerin, kîngê be ewê Xwedayê Te’ala wan bi ser bixe.

Emanetî Xweda bin. Hêvîya dua ji we dikim. Heta nivîsek dinê bimînin di xêr û xweşîyê de.

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Selamîyê Bilêderî

Ê Berê Di Hedîsên Axir Zeman De Cereyana Deccal û ‘Hz. Mehdî 2
Ê Li Pey Cemaeta Kurdistan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir