MUHACIR - Kelhaamed

MUHACIR

Article

Ya Reb çend sale l-hîcretê

Sotim narê vê fîrqetê!

Min kir terka yâr û welat,

Hatim dîyarê ğurbetê!

 

Ya Reb ez qed ne poşmanim,

Ji ber çi hatim dizanim!

Lê j-ber êşa dil sûzanim,

Dikşînim ahê hesretê!

 

J-dost û yaran gelek dûrim,

Di nava wechê bê-nûrim,

Ji dilan hesret difûrim,

Dikşînim derd û mîhnetê!

 

Bêziman û lâl û gêjim,

Derdê xwe ji kêr bibêjim?

Kesek nîne silav lê dim,

Di nava vê qîyametê!

 

Hesret mam l-dengê âzânê,

Dengê ‘elâm û Qur’anê!..

Suhbetâ ehlê îmanê,

Nayê dest bi tu serwetê!

 

Yâr û biran hin kir wefat,

Avête nêva dil şewat!

Lê min nikârî bêm welat,

Şewitîm di vê ezyetê!

 

Ji boy xwuşk û dê yû bava,

Yârê ku bûn bûk û zava,

Dişînim ji wer silava,

Kekê weyî li hicretê!

 

Nexun ğema-z evîndarim,

Ji boy Xweda j-dervê warim!

Ji Rebbê xwe hêvîdarim,

Wê veke deryê rehmetê!

 

 

M. Mustefayê Mele ‛Elîyê Êzdarî

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

M. Mustefa’yê Mela ʿElîyê Êzdarî

Ê Berê HEWARA ME LI TE YA REB
Ê Li Pey NESLA NÛ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.