Li Zaningeha Çi Dibe

Article

Çend roj berê li zaningeha Erziromê nêzîka 120 hep faşîstên ku ji xwe re, bi Tirkî digotin ‘ülkücü’ êrîşî qonferansa Mehmet Göktaş Xoce kirin, xwendevanên Civîna Xortê Banga Azad tehdît kirin û li hineka xistin  (Ji vana gelek jî keçik bûn.)

Van hova digotin gere hûn vê qonferansê betal bikin û vê salonê vala bikin derkevin. Van faşîstan hingî çav sorî bûbûn hew mabû êrîşî alimê heftê salî (Mehmet Göktaş Xoce) bikin û li wî jî xin.

Tiştê ku ji van bûyeran girintir; polîs û rayedarên zaningehê li hemberî van bûyeran bûbûn temaşevan. Âdeta van faşîstan bûbûn polîs û reyedarên vê zaningehê.

Weka mîna dewra ‘Çareserîya Pirgirêka Kurd’  hêlek êrîşî van xortan dikir û rayedaran jî hew bi tenê temaşe dikirin.Gelo bêhneka genî hate pozê we jî? Yan pirsgirêkên dewra ‘pirsgirêka Çareserîya Kurdan’ hatin bîra we jî? Eynî weke mîna wê dewra îja ji êdî duvre wê faşîst êrîş bikin wê rayedarên dewletê jî temaşe bikin ma qey dîsa? Not sal e di vî memleketî de kî pişta xwe dayê dewletê berê xwe jî daye milletê. Gelo îro îja rêza kî ye ? Kî pişta xwe daye dewletê û kî van hovan dişîne ser milletê? Werhasil vana şolê sîyesetkara ne û ez jî ne sîyasetkar im.

Ez werim ser mesela xwe van faşîstên ku ji xwe re dibêjin ‘ülkücü’ nijadperistîya çi dikin? Ma ne Mehmet Göktaş Xoce jî Tirk e û bi ‘eslê xwe jî ji Kayserî ye. Her hal vana nikarin bêjin Mehmet Göktaş Xoce nijadperistîya Kurda dike ne wisa? Ku bêjin ev tiştekî pir pêkenok e.

Ji her halê vana de eşkere ye ku vana ji hêlekî hatine tijekirin lê ji kîjan hêlî hatine tijekirin ez nizanim.

Ez na xwazim zêde dirêj bikim lê meseleka me yî din jî heye ew jî zehf giring e. Ew jî li ser zaningehê ye. Lê ev car li ser Zaningeha Êlihê ye.

 Rektorê Zaningeha Êlihê daxwîyanîyek ji dekantîya Fakûlteya Îlahîyatê re şandîye û wisa nivîsandîye; “van keçikên ku çarçefê li xwe dikin û ser çavê xwe digrin li gorî talîmatnameyê çi ‘îcab dike bikin.” Ev daxwuyanî derkete çapemenîyê û hemû tişt derketin holê. Rektor efendî derket û got; “van xeberan ne rast in! Yên ku van xeberan dikin jî hevalên FETÖ ne!” Tirk gotineka wanî xweş heye dibêjin “Özrü kabahatinden büyük” Hah ev jî tam wisa ye. Li holê daxuyanîya Rektorî fermî heye derketîye çapemenîya netewî û Rektor dibêje ev ne rast e û bi serde jî dibêje, yên ku van xeberan dane û derxistine çapemenîyê hevalên FETÖ ne! Her hal ev jî ne bes e alîkarê dekanê fakûlteya îlahîyatê Davut Okçu ji berpirsîyarî xwe yî zaningehê hate avêtin. (her çi qas îro – 22.12.2017- wî paş vegerandibin berpirsîyarîya wî jî, avêtina wî xetayek pir mezin bû.)

Rektor ji xetaya xwe venegerîya û bi ser de xetayên mezintir kire. Do Rektor derketîye dibêje; “Li zaningeha me qedexeya tesettûr û çarçefê tine ye. Li zaningeha me yên bi çarçef jî û yên serçavgirtî jî hene.” Rektor Efendî me teva dixe dewsa ehmeqa! Belê Rektor Efendî em zanin ku qedexeya tesettûrê li zaningeha we tine ye. Lê ti jî zanî ku, te bi vê daxwûyanîya xwe teşebbûsî qedexekirinê kir. Komelên sivîl, komelên sîyasî û sendîqa li her dera Tirkî (axilbe li Kurdistana Tirkî) ranebûna ser niga û protestoya nekirina teyê armanca xwe bi cîh bi anîyana.   

  Em vê mentalîteyê baş nasdikin vê mentalîteyê ew mentalîteye ku digote; “Wê 28’ê Sibatê hezar salî bi dome!” 28’ê Sibatê hezar salî ne domîya û nadome jî îro şeveqa bihara Îslamê derketîye. Tirsa vana jî ji wê ye.

Rektor Beg 28’ê Sibatê hezar salî ne domîya li rezîltîya wê ewê hezar salî bi dome. Vegere çend roj berê ji xwe re li mehkema bersûcê 28’ê Sibatê binehêre û ‘îbret bistîne. Li Çevik Bir, Çetin Doğan û İhsan Kılıç binêre. (Van her sêya di serî de; ji  60 hep bersûcê 28’ê Sibatê her yekî re ji TCK 147’an ‘muebbeta hatîye girankirin’ tê xwestin).

Rêya ku îro ew têdene sibê tê têkevîyê . Ev rezîltî hezar salî nayênê jibîrkirin.  

Weke ku Rektor Beg di daxwuyanîya xwe de gotîye ez jî jê re wisa dibêjim; Rektor Efendî çi ‘îcab dike derhal bike! Tiştê ku ‘îcab dike tû jî baş zanî ku îstîfaya te ye. Derhal îstîfa bike û here li kîjan welatî li kîjan memleketî qedexeya tesettûrê hebe here li wê derê jîyana xwe bi domîne.

Silav û hûrmet dikim ji xwendevanên Kelhaamed re bimînin bi xweşî û selametî… 

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Kamûran Tûrgay

Ê Berê Şêr û Rovî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.