MA ÎJAR DORA TE YE ÎRAN? - Kelhaamed

MA ÎJAR DORA TE YE ÎRAN?

Article

Protestoyên li Îranê diqewimin, li nav bajarên wekî din jî belav bû.

Îdare û rêveberiya Îranê beyan dike ku di pişt van protestoyan de Emrîka û rejîma siyonîst heye.

Îdarevanên şeytanê mezin Emrîka û şebekeya terorê ya siyonîst destek û piştgiriyên xwe ji bo protestoyan eşkere diyar dikin.

Ji xwe tê zanîn ku şeytanê mezin Emrîka, ji bo li welatên Îslamê tevlîheviyê derxin bi milyaran dolar xerc dikin.

Divê mijarê de hinek welatên kendavê jî mîna şebekeyên îfsadê dixebitin.

Ehlê şer û xerabiyê bi operasyonên xwe yên nuxumandî bes ne tenê li Îranê, li hemû welatên Îslamê talebên xelkê yên îxtîsadî ji emelên qrêj û gemar yên emperyalîzmê re dikin alet.

Bi vî awayî li gor menfaeta siyonîst û emperyalîstan, fersenda planên xwe yên hilweşîn û qaosê têxin dewrê dibînin.

Ehlê şer û xerabiyê ji bela ku bi hessasiyetên civaka erdnîgariya Îslamê qenc pêdizanin, di ser wan hessasiyetan dest bi operasyonana dikin û di navbera muslimanan de zemîna pevçûnên fîzîkî û psîkolojîk pêktînin. Dîsa di ser vê zemîna ku pêktînin re muslimanan xwe bi xwe bihev didin şer kirin an jî ji hev diqetîne û dubendî di nava wan de çêdikin.

Bi torên medyayî yên mehelî û biyanî yên ziman yahûdî operasyonên îdraqî rast dikin û dixwazin êrîş û îşgalên xwe yên li dijî welatên Îslamê raskirî meşrû bidin nîşandan.

Carna bi navê mucadeleya li hember terorîzmê û carna jî qaşo li ser navê demoqrasî û heq û mafên însanan welatên me îşgal dikin, talan dikin, wêran dikin.  Pîrek û zilam, xort û ciwanan qetil dikin. Pitikên ber pêsîrê bi bombeyên ji bedena wan mestir têne perçe perçe kirin…

Û nexasim hinek muslimanên ku bi hîle û xefikên emperyalîstan dixapin, û ji hevdû bûnin perçe û parî ya bi navê milliyetperestiyê ya jî bi navê mezhebperestiyê  ji îşgalan re li çepikan dixin.

Hal ev e ku divê herkes vê heqîqetê îdraq bike; li dijî kafirên emperyalîst wundakirina welatekî Îslamê, xisar û wundakirina temamê Ummeta Îslamê ye.

Heqîqet ev e ku; ger Tirkiye bikeve wê Îran jî bikeve. Îran bikeve, dora Tirkiyê ye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

21

Gotar

Mûhemmed Çelîk

Ê Berê LI SER EXLAQÊ TÎCARETÊ HESBIHAL
Ê Li Pey LI EDENÊ EMRÎKAYA BIÇÛK: ÎNCÎRLÎK

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.