‘Alema Îslamê Çima Perîşane?

Article

Em ʿalema îslamê, van rojê em têde ne, îmtîhanên giran derbas dikin. Ev musibetê bi serê me de hatîyê, ne kêmî îstîlaya Moğola ye yan êrîşên Xaça ye.  Bi rojhilat û bi rojava, bi bakûr û başûrê xwe tevê dinyê, bi ser me de tê. Qewm û duwelê neyarên hev, di pêşber Îslamê, tevde di bin yek; û êrîşî ser me dikin.

Lazime em şaş nebin kû kafir li hember me, xwe dikine yek û tên ser me de. Lewra ev tiştekî tê zanîn, kû ev her wiha bû; û wê her wiha be. Em vê hedîsa rehberê xweyî Hz. Muhemmed (s.‘e.w.) kû dibêje “Kufir yek millet e!” em dizanin; û ji vê rastîya gotina wî re, di tevê dîrokê de em bûne şahid.

Ku em bixwazin li vê dinyê, jîn û jîyana Xuda Teʿala ji me xwestîye em bijîn; ne ʿecêb e kû hinek însan, ji me ʿaciz bibin; û ji me re bibin dijmin; û bixwazin me ji ser ʿerdê rakin. Ev cenga Heqq û batil, ji bavê meyî Âdem, heta îro her berdewam kirîye. Ji alîyê dinyayî, carna bawermend bi serketine, carna jî alîgirê batilê bi serketin e. Lê belê ji alîyê maʿnewî ve her demî bawermend bi serketin e. Çikû di dayîna herba, di ber Xuda de meğlûbîyet û têk çûn tune ye.

Di van demê dawî de, mes’ele û gelemşeya me Mislimana kû em dijîn; mes’ele û gelemşeya “nasnav u ʿaîdîya ne diyarî”ye. Çi heyfe kû nasnav û ʿaîdîya xwe, me winda kirî ye! Em kîne, kî ji me ye, hêza me çi ye; kî ne ji meye, kî neyartîya me dike, hêz û quwweta wan çiye? Ew kîne; kû xwe ji me didine xuya kirin; û bi rastî ne ji me ne? Çi pîlan u lîstik li ser me têne çêkirin? Çi fêde em ne di vê zaneyîyê de ne!

Sedema herî mezin ev e kû mesele û gelemşeya “nasnav u ʿaîdîya nediyarî” em dijîn, dûrbûna meyî ji rêberê jîyana me, ji Kitaba Xuda Teʿala ye. Yeʿnî ji dûrbûna ji Qur’ana Kerîm e. Heger Qur’ana Kerîm, bi rastî me muzakere kiri ba, wê hem me fêm kiriba bê em kîne; û hem jî me wê fêm kiriba, bê neyarê me kîne? Hem wê me zanî ba, em ʿaîdî kû derê ne; û lazim e em li kû bi sekinin. Ji alîyê dî ve jî, wê emê hîn bubana, bê lazim e em çi bikin û çi nekin.

Qur’ana Kerim ji me re dibêje: “Ey kesên îman anîne! Mumina ne berdin û kâfira ji xwere nekin e dost. Ma hûn dixwazin di ʿeleyhê xwe de delîlekî aşîkar bidin Xuda Teʿala?” (Nîsa-144)

Belê em çi dikin? Me dost û dijminê xwe, tevlî hev kirîne; û mumin berdane, û me xwe daye alîyê kfira. Qismek ji me, li cem ʿEmerîqa sef girtîye; qismek ji me jî, li cem Rusya sef digire. Hetta qismek ji me jî, li cem Îsraîl disekine.

Qur’ana Hekîm ji me re vê xeber dide: “Muhemmed Resûlê Xuda ye. Ewê pêre, li ser kâfira pir dijwarin; ji hev re jî dil bi rehm in. Tê wan, di hâlê rukûʿ û secdê de bibînî ku qencî yû razîbûna Xuda dixwazin. Nîşana wan di ruyê wan de ji dewsa secde ye…” (Fetih-29)

Divê ayetê de, tiştê ji me tê xwestin, ji bonî birayê xweyî bawermend, em lazim e dilovan bin; lê ji kâfira re, em pir dijwar bin. Hem lazim e em limêj kin û razîbûna Xuda em bi xwazin. Lê werin bibînin kû em, bi temamî ʿeqsê vê dikin. Tiştê herî baş ku em dikin, dîtina qusûr û kêmanîyê birayê meyî Mislimana ye; û yan jî tekfîr kirina bawermenda ye. Me dev ji têkoşîn û mucadela bi kûfrê re berdaye, û em bi hev re şer dikin. Li alîyê din, biriqandina ‘eniya me ji nûra secdê bera bi sekine; ê ji me pênc wext limêjê xwe bê kêmanî dikin, mixabin pir hindikin.

Qur’ana Mubîn ji mere dibêje: “Ey kesê îman anîne, eger bavên we û birayên we, îmanê berdin û ji kûfrê hes bikin; wun wan ji xwere dost u yâr negirin. Kî ji we, wan dost bigire êdî ew zalim bi xwene!” (Tewbe-23)

Îca werin bibînin bê em çi dıkin? Agirekî mezin, bi navê neteweperestî (qewmîyetparêzî) bi me girtîye; û me di şewitîne û di peritîne. Em li gotina vê ayeta ku dibêje, “Bêgûman bawermend her birane.” (Hucurat-10) guh nadinê. Heq be yan ne heq be, em alîyê qewmê xwe digirin; û li mu’mintîya ê li hember xwe na nêrin; û em bi wan re hetta şer dikin. Lê hêjî, tiştê Xuda, ji me di xwaze ne ev e; Xuda di xwaze kû bav û birayê me jî bin, heger kû kûfrê bi ser îmanê re bigrin, em wan ji xwe re ne kine dost.

Îro tiştê hatine serê me, bê şek ji sedema tiştê me bi destê xwe kirine. Tiştê ayeta pîroz ji me re dibêje jî ev e: “Her çi mûsibet bê serê we, ew ji sedem kirinên we ye. Ew (Xuda Te’ala), dîsa ji pirên wan di bûre (‘efû dike).” (Şûra-30) Ji bona bibne kefaret ji gûnehê me re, Xuda distûra mûsîbeta dide, ji bo bêne serê me. Ger, em ji kirinên xwe ders bistînin; û li Xuda û Resûlê wî vegerin; û xwe bi benê Xuda Te‘ala zexm bigirin û ji hev neqetin; emê alikârîya Rebbê xwe bibînin û bê şek emê bighîjin jînek bi ‘izzet û şeref.

Binêrin bê mizgîna Rebbê me çi dibêje: “Sist nebin, mehzûn nebin; ger birastî wun bawermend bin wunê ê ser bin.” (Al-i İmran-139). Em vê, jibîr nekin kû ev mizgînî, piştî meğlûbîyeta Uhudê nazil buye. Ye‘nî halê mu’mina çıqasî xerab be jî, heger mû’min li Xuda Te‘ala vegerin wê mu’min dîsa jî muzeffer bibin.

Îca îro jî, digel vî halê xerab em tê de ne, lazime em bêhêvî nebin; û em sist nebin; û ji dev Xuda û ji dev berxwedanê ne berdin. Lewra neyarê me dixwazin ku mirozê me xerakin. Dixwazin ku em wuha bi fikirin: “Ji me tiştek çê nabe, çi belayên tên serê me, ji sedem kû em Mislimanin tên serê me. Ger kû em Îslamê bi terikînin û em xwe bavên Ğerbê, wê demê emê rûyê xweşî yû firehîyê bibînin(!)”

Em peyva dawî vê dibêjin: “Xuda, ger derd dabe, derman jî daye. Ew wekîl be ji me re, bes e. Xudê heye, ğem tûneye.” Em dibêjin, Qur’an û Resûlê Xuda, ji me re rêber bin bes e. Em xwe dispêrin Xuda Te’ala. Lewra ê kû Xuda alîkâr be jê re, meğlûb kirina wî kesî qet tune ye. Em dîsa Kîtaba Xuda ji peyva xwe re bikine şahid û peyva xwe pê temam bikin:

 “Ger Xuda alikârîyê bi we re bike, kes nikare zora we bibe. Ger kû we bê alikârî bihêle; piştî wî, kî kâre alîkârîyê bi we re bike? Mu’min bira xwe, hew bi Xudê bigirin.” (Al-i ‘Îmran-160)

Mustafa TURAN

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Mustafa Turan

Ê Berê Neqşên Heccê, Jîn û Jîyana Îbrahîm Xelîl (‘E.S)
Ê Li Pey Şerîet Li Zahir Dinêre

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.