SERPÊHATIYA SEYDA - Kelhaamed

SERPÊHATIYA SEYDA

Article

Li gunda, her kesekê gundî, lazime ji bona  tedarika pêxarinê, (weka şîr û mast û penîr) pez û dewaran xwedî bike. Lewra pez û dewar weka nan û av bona her gundiyekê lazimî û pêdiviyeke sereke ye. Pirê gundiyan aborî û îdareya mala xwe, bi xwedîkirina pez û dewaran dike. Maldarî û dewlemendiya gundiyekê, bi zêdexwedîkirina pez û dewarane. Çawa tê zanîn, bona pez û dewaran bibine çêregehê, Şivan û gavanên gunda henin. Sibehê zû her gundiyekê paş dotinê, pez û dewar dibirine derveyê gund. Şivan û gavan jî pez û dewarên gundiya dibirine çêregehê û êvarê jî tanîne gund.

Seyda li gund melatî dikir û ew jî weke gundiyekê bona şîr û mast, du heb çêlek ji xwere peyda kiribû. Rojekê Seyda dereng dimîne û garan jî, ji gund dûr dikeve. Seyda jî dikeve pey çêleka û digihêne garanê. Selam dide gavên û li ser kevirekî rûdine, bêhna xwe dide. Pirsa halê gavanî dike, hinekî şîret û nesîheta li gavanî dike û radibe xatir ji gavan dixwaze, belê gavan dibê Seyda ezbenî, ez dinêrim ewr kom dibe, ditirsim baran bibare û çifta min şil bibe. Eger Seyda nerihet nebe, ji kerema xwe sîleha min bibe mal baş dibe. Seyda jî dibê başe sîleha xwe bide min ezê bibim. Û Seyda sîlehê davêje milê xwe û birê dikeve. Ji wê pêde em ji Seyda guhdarî bikin.

Seyda dibê min sîleh avête milê xwe û ez bi rê ketim. Paş çend gava, bi xwe haydar dibim ku di rewşa min de guhertinek çêdibe. Ew halê minê miskîn û nerm û me'newî ji min diçe û halekî qeba û bitrî û quretî li min peyda dibe. Zeêfî û dildizmî ji min dûr dikeve û ez xwe pir bi hêz û xurt dibînim. Eger wê gavê merivek li cem min bê edebiyekê bike kê dibe bila bibe ez dikarim lêxim. Ez ji xwe pir ewleme û kesekî di ser xwere nabînim. Kesekî xeberek giran jimin bêje ez dikarim sîlehê pêve danim. Paş hingê ez li xwe haydar dibim kû gere ez vî halî ji ser xwe bavêjim. Le'netê li Şeytanî tînim û istixfar dikim belê nikarim vî halî ji xwe dûr bixim. Hişê xwe kom dikim, çend ayetan ji Qur'anê dixwînim, belê ev halê min ê bêkeys ji min naçe. Ya Rebbî ev çi hal bû hate serê min û min tiştek ji xwe fehm nekir. Sîleh li milê min û bi vî halê xwe yê bê keys ez hatim nava gund û min sîleha gavên teslîmî mala gavanî kir. Çaxê min sîleh danî ez bi xwe hisîyam ew halê minê qeba û quretî ji min dûr di keve û ez vedigerime li ser halê xwe ê berê.

Vêca ev hissû xeyalên ha ji min re çêbûn. Çawa çav aleta dîtinê ye û lazime em bi çav û nêrîna xwe êrîşê namûsa kesekî nekin. Belê carna çavê meriv li heramê dikeve. Şehwet lazime di cihê xwe de were bikaranîn. Eger na dê berê meriv bide heramê û meriv bibe helakê, li herdu dinya rezîl û perîşan bike. Her wiha sîleh jî aleta parastin û mêraniyê ye. Pêwîste di cihê xwe de were bikaranîn, eger na meriv dê bike zalim û qatil û bike rûreşê dinya û axretê.

Yanî merivek xwedî sîleh, xwe bi hêz û qewet bibîne, dilniziyê nake û bi ya kesekê jî nake. Ne bi aqilê xwe, tenê bi qeweta xwe bawere û li gor qeweta xwe biryar dide. Ji xwe qerar û biryara ne bi aqilî be, her û tim zirar û poşmaniyê tîne. Kesê bi hêz û qewet, ji kesekî re hurmet û rêzdariyê jî nîşan nade, belê dixwaze herkes jêre hurmetkar û rêzdar be.

Merivek berya ku sîlehê bikarbîne û qetlê bike bi aqilê xwe hinekê dumahiya qetlê bîne ber çava, (encam yan ewê jî were kuştin yan jî bi salan heps û zindan) zûbizû qetlê nake. Belê carna qewet aqilê meriv betal dike û karê ne qenc bi meriv dide kirin. Û ew bêaqilî dibe sedema poşmaniya umrekê.

Kesê xwe bi hêz û qewet bibîne dixwaze serdestiyê bike. Dewletên bi hêz û qewet, gor hêza sîleh û leşkerên xwe, dewlet û milletên ji xwe bê qewettir dixwaze bindest bike û bi aborî û çanda xwe bandoreke giran li ser dayne, ji xwere bike zebûn û girêdayê xwe. Dewletên zeîf û bêhêz jî, bê piştevaniya dewletekî bi hêz û qewet, nikare li piya bisekine.

Wisa tê fêhmê li vê dinya ku em lê dijîn, zilm û neheqî ji qewetê peyda dibe. Qewet bi dad edaletê xweşe. Qeweta bê edalet zilm û zirare.

Abdulbaqî Botî.  01/01/2018 Amed

 

Dibên Seyda kiye?

 

Seyda lawê bapîrê mine û bapîrê lawê Mine.

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Abdulbaqî Botî

Ê Berê Seyda Ji Kerema Xwe Şerîeta Me Bike
Ê Li Pey Jiyan a Navbera Bang û Nimêjê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.