LI EDENÊ EMRÎKAYA BIÇÛK: ÎNCÎRLÎK - Kelhaamed

LI EDENÊ EMRÎKAYA BIÇÛK: ÎNCÎRLÎK

Article

Baregeha Încîrlîkê… baregeha leşkerî ya herî muhîm ya emperyalîzma kurewî ye încîrlîk… merkeza leşkerî ya qetlîamên li erda Îslamê tê de tên kordîne kirin e încîrlîk… merkeza kordîneyê ya darbeyên li Tirkiye çêdibin e încîrlîk…

Încîrlîk, baregeha eskerî ya li bajarê Edenê a di emrê Emrîka de… ev baregeha ku hezar kul û êş bi xelkê me yê musliman dane kişansin û beldeyên Îslamê îşgal û talan kiriye, hebûna wê ya li Tirkiye her tim tê niqaş kirin.

Ev baregeha ku bi qasî 13 kîlometreyan nêzkî Edenê ye, di nava xelkê me yê Tirkiye de wek Emrîkaya biçûk tê binav kirin.

Ev Încîrlîka baregeha eskerî ya Emrîka, ji hêlekê ve îşgal û qetlîamên li erdnîgarî û cografyaya Îslamê ku tên rast kirin li wir tên kordîne kirin û li hêla din jî li Încîrlîkê siyaseta navxweyî ya Tirkiye li derveyî sindoqan hewla dîzayn kirinê tê kirin û îktîdaran diguherînin.

Hebûna vê baregeha leşkerî ya Încîrlîkê a Emrîqa, ji teref raya giştî ya xelkê musliman yên Tirkiyeyê ve tepkî û bertek tên nîşan dan.

Xelkê me yên musliman ji bo ev Încîrlîk were girtin û Emrîka ji wê derê biteqize gelekê caran meşên girseyî lidarxistine, protesto kirine û mîtîng lidarxistine. Feqet nexasim îktîdarên heta îro hatine û çûne yekî jî di vî warî de gavek neavêtiye.

Xelkê musliman îro jî, ji bo ev baregeha Încîrlîkê were rakirin û tasfiye kirin daxwaz û talebên xwe tînin ziman.

Gelo, heta îro ev Încîrlîk di çend êrîşan de cî girtiye û li kîjan welatan bombe barandiye, qetlîam û îşgal kiriye…

Hinek ji wan êrîşên di ser Încîrlîkê re hatiye kirin wiha ye:

Baregeha asîmanî ya leşkerên Emrîka a li Edenê, heta îro herî zêde ji bo operasyonên eskerî yên muhîm ên Emrîka hatiye bikaranîn.

Di sala 1958an de bi talîmata serokê dewrê yê Emrîka, ji bo mudaxeleyî Lubnanê bikin teyarên herbê li Încîrlîkê hatin bicîh kirin.

Di sala 2003yan de Încîrlîk di îşgala Iraqê de jî wek lojîstîk û destê ji teref Emrîkaya îşgalker ve hat bikaranîn.

Ev baregeha asîmanî ya Încîrlîkê, piştî 11ê Îlonê di êrîşên li ser Efganîstanê hatin rast kirin de jî hat bikaranîn.

Încîrlîka baregeha eskerî ya Emrîkaya îşgalker, di sala 2006an de di heyama herb û cenga Hîzbûllah ya li hember siyonîstên îşgalker de, hemweltiyên Emrîkayê ên li Lubnanê di ser vê baregeha Încîrlîkê re hatin tehliye kirin.

Încîrlîk, di sala 2014an de ev car bi hincet û qaşo bihana dijbertiya ÎŞÎDê, teyare ji vê Încîrlîka li Edenê rakirin û bi ser hem xelkê Iraqê û hem jî bi ser yên Sûrîyeyî de bombe û mirin rijandin, bi hezaran musliman qetil kir.

Qetlîamên ku Emrîka bi rêya vê baregehê kiriye ger em bijmêrin vê di vê xeberê me de hilneyê.

Gelo Încîrlîk ji bo Emrîka çima ewqas muhîme?

Ev geşedanên li cografyaya Îslamê diqewimin, ehemiyeta wê ya stratejîk bi awayekî lez û bez dîsa pê da qezenc kirin.

Emrîka hema bêjin temam fîtne û fesadî, qetlîam û îşgalên xwe yên li Rojhilata Navîn di ser baregeh eskerî ya Încîrlîkê pêktîne. Încîrlîk ji bo van êrîş û îşgalan di warê maddî û weztê de awantajên muhîm pêktîne.

Li gor ku tê îddîa kirin, ev kîmyasal û gazên li Sûrî tên bikaranîn û di gelek qetlîaman de tê bikaranîn jî li Încîrlîkê tê veşartin û hilanîn.

Heta niha kesî ji wan ev îddîa red nekiriye û negotiye derew e. Pispor û zanayên vî karî jî di îddîa xwe de bi qerarin ku Emrîka li Edenê di Încîrlîkê de çek û sîlehên kîmyevî bikartînin.