BÎRANÎNÊN GELÎYÊ ZÎLAN-2 - Kelhaamed

BÎRANÎNÊN GELÎYÊ ZÎLAN-2

Article

Zivistaneke dijwar bû. Berf  û bager û surr û şewata serḥedê xwe bi her rengî nîşan dida. Berfa  Zîlan ev sal Zêde ketibû. Rîya gundan bi mehan hatibû girtin.

Şevên dirêj, zivistan jî dirêj kiribû. Çem û kanîyên Zîlan tev qerm û cemed girtîbû. Zivistan tenê dijwar nebû, bi serê xwe çand û huner bû. Şevên direj bi çîrok û destanên balkêş kelecanî û sarbûna Zîlan vedişkand û vedimirand. Mêvantî, ‘eşîrtî, însanetî rewşa Zîlan  bêtir xweş dikir. Her demsalek jiboy Zîlan dilxweşîyek bû.

Zîlan wek destaneke bênivîs di dila de dijîya. Dengê kewên gozelê gogerçîn mîna meqamek îlahî li deştû gelîyan belav dibû. Berfa sipî mîna  bûkeke rengîn xemilandî bû.

Çemê Zîlan wek sê newala diherîkî û di yek milekî de tevlihev dibû. Dar û ber û çîyayê bilind di bin berfa Zîlan de ketibûn xeweke  giran. Dengê nêçîrvana hildikşîya ‘ewr û ‘esmanan.

Gelê Zîlan karên xwe yê rojane dikirin. Pez û dewarên xwe berdidan ser çemê Zîlan û av didan.  

Rewşa Zîlan ne ev tenê bû. Dem demeke dijwar bû. Mele Eḥmed di şevên direj de ketibû xeyalên giran. Mele Eḥmed di gundekî Zîlan ê bi navê gundê Hecîdêriya de mele bû. Bi‘xwe jî ji gelê Zîlan bû. ‘İlmê medresê li cem bavê xwe xwendibû û di medresa bavê xwe de muderristî dikir û dersa feqîya dida. Bavê wî di qîyama Şêx S’eid de şehit ketibû. Ji bo qîyamê çûbû Amedê û piştî qiyamê venegerîyabû Zîlan.

Mele ‘Ehmed keseke bejnbilind, xortekê çavreş, însaneke qemer bû. Jixwe derdê ummetê li ser pışta ‘aliman bû. Mele Eḥmed Zanibû ku alim warisê pexembera ne.

Mele ‘Ehmed zêde difikirî. Ev dem ji bo muslumnên Kurd demeke dijwar û. Îmtiḥaneke mezin bû.

‘Alim û  seydayên me de’wa heq û ‘edaletê dikirin. Lê nuha hinek meriv derketine  de’wa qanûnê ecnebîya dikin. Xelasiya milletê dê çawa be.

Milletê Mislimanê Kurd hişyar nîne. Hay ji vê deḥfikê tineye. Çareseriyek baş naxuye. Alim û seydayên herêma Serḥedê hay ji hev nînin. Milletê Musluman îro bêşivan maye. Agirê daxwaza serhildanê di dilan de wek çîyayê Agirî roj bi roj alav û pêtî vedide. Zalim û dujmênên Îslamê seva rakirina nîşaneyên Îslamî û şerîeta Xweda xebat dikin.

Şêx, ‘alim û seydayên Gelîyê Zîlan amadehîya îmtiḥaneke mezin dikin. Dizanin ku Zîlan cîhekê giring û kelheke İslamê ye.

Mele ‘Ehmed di nava van fikra de dinyayek xerab dikir, dinyayek ava dikir. Tenêbûn û yetîmiya vî milletî barekî giran bû. Ev barê mezîn jî li ser pişta van ‘aliman mabû. Rehbertî û şivantîya van sêwîyan li benda ‘aliman bû. Ev de’wa Xweda bû de’wa pexemberan enbîya…

Alim û seyda yên wek Mele Eḥmed ji bona van roja hebûn. ‘Eqîbet ya mumîna bû. Di nava van fikran de ji devê Mele Ehmmed ev kelîme dirijîya: Ya xêr..!

Demsala zivistanê li ber xilasbûnê bû. Berfa Zîlan ji her alî ve dihelîya. Dengê  çivîkên biharê li ber devê çemê Zîlan dixulxulî. Bihar, ji boy Zîlan mizgîneke bê mîsal bû. Ji boy biharê li herêma Zîlan helbesteke dihate gotin:

Hat meha adarê, vekir gula biharê

Berf û baran  tev dibarê, hat demsala biharê

Hêdî hêdî bihareke nû ji boy Zîlan dihat. Gelê Zîlan jî hay ji ‘eqîbata xwe tunebûn.  Mele ‘Ehmed merivek  şandibû Erdîşê. Bûyerên  ‘ecib dihatin meydanê. Artêşeke mezin hatîye Erdîşê. Ji bo vemirandina serhildana Çiyayê Agirî amadehiyeke mezin heye.

Paşa hatiye Erdişê. Gundên der û dora Erdîşê newêrin herin navenda bajêr. Milîs ji boy artêşê kona vedigirin. Şaredarê Erdîşê  alîkarîya wê artêşê dike.  Rom ji her alî ve esker dişînîn Erdîşê. Meclis ji boy  wê serhildanê qanûneke dijwar hazir dike. Şêx û melê Musluman her roj têne dardakirin. Qanûna dînê Mihammed hatîye rakirin. Medrese û dergahên terîqatê têne girtîn. Milletê Kurd û Tirk Qanûna  Ewrûpaî li her alîyê welat  qebûl nakin.

Ji alîyek din ve Qaçax û dijber roj bi roj qewî dibin. Seyid Resûl, ‘Edoyê Azîzî, çiqa Hesenan, çiqa Hecîdêran, çiqa Hemoya, çiqa Bekiran ji her alî ve meriv tevlî serhildanê dibin. Her çiqas nedixwesitin jî Muslumanên Kurd, li benda êrîşa parrana gura bû. Lê mecbur bûn ku xwe bi parêzin.

Şêx Telhe û Şêx Yadîn li gundên gelî digerîn. Ji boy îrşad û tebliğa İslamê dixebitîn. Mele Ehmed ji Şêxên nexşebendî re name dişand û behsa van bûyera dikir. Rewşa Zîlan, rewşa navça Erdîşê û her hêla welat jı wan re dinivîsî. Lazim bû ev millet bê şivan nemîne.

 Mele ‘Ehmed  vala nedisekinî, diçû gundên nêzîkê gundê xwe  û ji millet re we’z dida da ku gellê Musluman hişyar bike. Mele Ehmed ji bo çareserîyeke mezin dixebitî. Ji qaçaxan re name dinvîsî. Di wan nameyan de digot:

“Çarserî, ne nijadperesti tenê nîne. Lazim e ev millet bi dinê xwe bigre û şerîta Mihemmed Mistefa terk neke. Bi ber bayê zalima nekevin. Çareserîya gel Îslam û Qurane.”

Armanca Mele Ehmed Çareseriyeke Îslamî bû. Mele Ehmed Zanibû ku  ev Millet bê  Îslam bimîne wê wek pelên darê payizê ji hev bikve û belav bibe…

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ehmed SERHEDÎ

Ê Berê BÎRANÎNÊ GELÎYÊ ZÎLAN-1
Ê Li Pey BÎRANÎNÊN GELÎYÊ ZÎLAN-3

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.