STEWRÊ: NAVÇEYA MÊRDÎNÊ

Article

Stewrê navçeyeke bi ser bajarê Mêrdînê ve ye. Stewrê navçeyeke dîrokî û qedîm e. Navçe di rengê Mêrdînê de ye. Merîv kare bibêje ku Stewrê Mêrdîneke biçûk e. Dîrokiya Stewrê jî weha tê fêhmkîrîn ku li bajarê Mêrdînê, deriyê bajêr ê rojhilat navê wî “Deriyê Stewrê”ye. Bî ‘Erebi jê re tê gotin “bab-i Sewr” Evya ispat dike ku Stewrê navçeyeke qedîm e. Stewrê çil û heft kîlometre dûrî Mêrdînêye.

Çemê ku di nav Stewrê re derbas dibe, heyat dide navçeyê. Navçe pê hişîne û di nav şênkayê de wenda dibe. Stewrê bi sipîndarên xwe meşhûr e. Ji Mêrdînê wexta meriv diçe nêzî Stewrê dibe, gelekî rê bi dehlê sipindara ye. Binya navçeyê bixwe jî di nav sipindara da dimîne. Çemê ku di ber Stewrê re derbas dibe, dehlê sipindara bi wî têne avdan. Di kevn de ji Stewrê bi rêya ku sipîndar bera ser çem didan, sipîndar dibirne Mûsila ‘Iraqê. Lewra çemê Stewrê diçe ser şetê Dîcleyê. Di şetê Dîcleyê de ticara, sipîndar digihandin bajarê Mûsilê.

Li Stewrê çil û neh eserên dîrokî muhîm in. Li ser vana nivîs hene. Lê belê ya herî li ber çava û muhîm Kelha Stewrêye. Kelh gelekî kevnar e, ji aliyê Roma ve hatîye avakirin û li ser vê kelehê gelek şer û pevçûn di navbeyna Roma û Sasanîyan de hatine kirin. Gelek cara kelhê dest guhertiye. Di sala 639an a mîladî dema bajarê Mêrdîn ji alîyê hêza Îslamê ve hatîye fetihkirin de Stewrê jî hatiye fetihkirin. Merwanî, Hemdanî, Selçûqî, Artûqî, Eyyûbî, Akqoyûnlû û Qaraqoyûnliyan jî li Stewrê hukum kirine. Heta dewra ‘Usmaniya ku Yavûz Sûltan Selîm hatîye herêmê, keleh û bajarê Stewrê ketîye destê ‘Usmanîyan.    

Weke Mêrdînê li Stewrê jî Kurmanc û ‘Ereb pevre dijîn. Lê li hundurê Stewrê bi piranî ‘Ereb dijîn. Em dikarin bêjin ku di dewra Cimhûrîyetê de Stewrê hatîye jibîrkirin. Lewra navçe di bin sîya Midyatê de maye. Di ser Stewrê bi bal Batmanê ve rêyeke muhîm, digel mumkine jî nehatîye çêkirin. Berê însan di Stewrê re diçûne Midyatê. Piştî ku rê di ser Mehsertê re bi bal Midyatê ve vebû, rê ji ser Stewrê qut bû. Ji ber vêna jî navçe li paş ma. Hem însanên Stewrê yên maldar, bi piranî li ğurbetêne û li Stewrê cîyên şiğlê ku însan lê bixebitin ên mezin çê nekirne.

Berê li navçeya Stewrê Suryanî jî dijîyan. Nêzîkî navçeyê gundê Suryanîya Qillitê meşhûre. Li vî gundî dêreke dîrokî ya mezin heye. Mizgefta kevin a li nav Stewrê jî ewilî dêr bû, piştre muslimana kiriye mizgeft û ji wê çaxê de mizgeft e. Lê îro li Stewrê pir hindik Suryanî mane.

Xanîyên Stewrê jî weke yên Mêrdîn ji keviran hatine lêkirin. Xanîyên kevin aqidin û ji ber ji keviran hatine çêkirin havînan hênikin, zivistanan jî germin. Lê belê îro xanîyên nû îhtîyacîya însana nabînin. Lewra gelek memûrên dewletê li Mêrdînê dijîn. Sibehê diçine şiğul û êvara vedigerin. Ji ber ku xanî kêmin û bihane. Zivistanê Stewrê gelekî sare û zivistan zehmet derbas dibe. Lê belê havînê bi hênkaya xwe ev zehmetiya zivistanê tê jibîrkirin.  

Çaxa meriv Mêrdîn zîyaret kir, lazim e meriv Stewrê jî zîyaret bike. Lewra navçeya Stewrê bajarê Mêrdînê temam dike. Heger meriv hew Mêrdînê bi tenê zîyaret bike, wê çaxê meriv ji gelek tiştan bimîne. Ji ber vêna di mewsîma havînê de heger meriv bibe mêvanê Mêrdînê, lazim e meriv bibe mêvanê Stewrê jî, jibo meriv hemî şênahîya Stewrê bibîne.

Heta nivîseke dî bimînin di xêr û xweşîyê de. Esselam û ‘Eleykum we Rehmetûllahî we Berekatûhû.

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Yehya Ezdarî

Ê Berê BAJARÊ MÊRDÎN
Ê Li Pey NAVÇEYA KERBORANÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.