Şeş Rojname Yên Despêk Li ‘Êraqê

Article

1-      Têgeyiştinî Rastî

“Têgeyiştinî Rastî” wek li bin sernavê wê hatiye nivîsîn; rojnameyekî siyasî, îctîma‘î û xadimê yekbûn û serbestîya Kurdan e.

Li binê wê jî xuya dike ku ev rojname ji aliyê hêzên îngilîzî ve du car di heftekî de li Bexdayê hatiye çapkirin. Ev rojname her rojên şembî û sê şembê wek du rûper derketiye holê. Piştî ku bûye heftane di jimara 21ê de hemî duşeman derketiye. Piştî hejmara bîstan bûye çar rûper. Qebareya laperê gişt hejmaran 36 bi 24 santîm bûye.

Yekemîn hejmara vê rojnameyê di yekem roja Kanuna duwema sala 1918an de derketiye.  Hejmara vê rojnameyê ya  dawîn jî di 27ê Kanuna duwema sala 1919an de derketiye. Wate; vê rojnameyê weşana xwe salek û bîst û şeş roj domandiye. Gişt hejmarê wê jî 67 hejmar bûne.

Navê tu kesî wek xudan û îdîtor li ser rojnameyê nehatiye nvîsandin, lê bi nêrîna Dr. Kemal Mezher; wezîfa nivîsîn û amadekirinê li ser milê Mêcerson û Şukrî Fezlîyê helbestvan bûye.

Em dikarin bêjin ku “Têgeyiştinî Rastî” yekemîn rojname ye ku wêne û rîportaj û hevdîtin û reklama bazirganî weşandiye.

 

2-      Pêşkewtin

Eger “Têgeyiştinî Rastî” yekem rojname bû ku li ‘Êraqê (Bexda) hatiye çapkirin, rojnama “Pêşkewtin” jî yekem rojname ye ku li bajêrekî başûrê Kurdistanê ku ew jî Silêmanî ye hatiye weşandin.

Ev rojname heftane bû, bi qebareyê 33 bi 21 santîm derdiket. Yekemîn hejmara wê di bîst û nehê meha nîsana sala 1920an de derketiye holê.  Vê rojnamê hemî rojên şembîyê ta hejmara 118an a 27ê Temmuza sala 1922yan weşana xwe domandîye.

“Pêşkewtin” ta hejmara 96an a 23yê Sebata sala 1922yan bi çar laperî derketiye. Ji hejmara  97an şûn ve di duduyê meha Adara sala 1922yan de bûye 6 laper û bi qebareya 32 bi 20 santîmî derketiye. Ji hejmara 113an şunda jî ta 22yê Hezîrana sala 1922yan bi 4 laperrî derketiye. Tenê hejmara vê rojnamê ya 83yan bi 5 ruperan  derketiye.

Di jorî rupera yekemîna hemî hejmaran de ji aliyê rastê ve ev hevok hatiye nivîsandin: “Hemû şitêk bo pêşkewtin denûsrê.” Wate: Hemû tişt ji bo pêşketinê têt nivîsandin.

Mêcersonê hakimê siyasî yê Îngilîz îdîtor û xudanê vê rojnameyê bû. Gelek nivîskaran di vê rojnameyê de nivîsandine. Wek mînak: Cemal ‘Îrfan, helbestvan Şêx Nûrî, Şêx Salih, çîroknûs Cemîl Saîb, Zekî Saîb, zimanzan Tofîq Wehbî, dîroknûs Refîq Hîlmî, Se‘îd Sidqî, Reşîd Zekî, Tofîq Fayeq, ‘Ebdulla Sebrî, Mistefa Qeredaxî, helbestvan Ehmed Muxtar Begê Caf, helbestvan Ehmed Hemdî Sahêbqiran, helbestvan Zêwer û Bêxud û gelekên din jî.

Vê rojnamê siyaseta Îngilîz a li hember Kurda beyan dikir. Armanca wê ew bû ku Kurda di navbera serxwebûn û bindestî ya desthelata Bexdayê de bihêle.

Ev yekemîn rojnameye ku daxwaza zimaneke Kurdîya paqij û dûr ji peyvên ‘Usmanî dikir. Gelek têgehên Kurdî ji aliyê vê rojnameyê ve derketin holê. Vê rojnamê di hejmara 27an de, di sala 1920an de berîkanek ji bo dahênana edebiyatê ragihand ku kîjan nivîs bi Kurdîyeke paqij û dûr ji zimanên Farisî, Tirkî û ‘Erebî bûn, ew hatin xelatkirin.

 

3-     Bangî Kurdistan

“Bangî Kurdistan” wek di bin sernavê de hatibû; “rojnameyeke ‘îlmî, edebî, hurr, serbest û mîllî” bû. Ev rojname li bajêrê Silêmanî bi zimanê Kurdî, Farisî û Turkî derdiket û di çapxaneya hukûmetê de li Silêmanî dihat çapkirin. Mistefa Paşa Yamulkî xudanê îmtyaz û rêveberê berpris û îdîtor bû.

Yekemîn hejmara vê rojnameyê di Tebaxa sala 1922yan de bi şeş laperî, qebare 34 bi 21.5 santîmetir derket û heyanê hejmara 13han a 3yê Tişrîna duwemîna 1922yan berdewam bû û piştî wê sekinî. Şunda hejmara 14han bi heman qebare û bi çar laperan di 8ê Hezîrana sala 1923yan de çap bû, piştî wê carekî din di sala 1926an de li Bexdayê 3 hejmarê din bi çar laperan derket holê.

Di destpêkê de, rojname organê “Komeley Kurdistan”  bû ku di 21ê Temmuza 1922yan de bi seroktiya Mistefa Paşa Yamulkî hat damezrandin û paşê bi navê hukimdarîya Şêx Mehmûdê melîkê Kurdistan diaxivî.

 

4-      Rojî Kurdistan

Rojnameyeke siyasî, edebî, îctîma‘î, resmî û heftane bû. Xudan û rêvebirê wê M. Nurî, nivîskarê wê jî ‘Elî Kemal bû. Yekemîn hejmara wê di roja çarşemîya 15ê Tişrîna duwemê sala 1922yan de çap bûbû. Weşana wê her çarşeman berdewam bû heyanê hejmara 10an a  24/1/1923yan. Piştî wê ji hejmara yazdehan ku di 3 Sebata 1923yan çap bû heya jimara 15an ku di 3 Adara 1923yan de dereket hemî şembîyan çap dibû.

Qebareya rojnamê 34 bi 12.5 santîm bû û ji çar laperan pêk dihat.  Ev rojname organek  “Hikumeta Kurdistana Cenubî” bû ku Şêx Mehmûd ew hikumet ragihandibû û daxwaza serbestî û serxwebûnê dikir.

 

5-     Bangî Heq

“Bangî heq” (Banga Heq) wek ku di bin navê rojnameyê de hatiye rojnameyeke “siyasî, edebî, îctîma‘î, xezeteyekî resmî” bû. Ev rojname di şikefta “Casene” ya devera Sûrdaşê bakûra Silêmanî de ji aliyê “Qerargahî ‘Ûmûmîyê Orduyê Kurdistan” ve hatiye çapkirin. Tenê  3 hejmarê wê tên zanîn. Hejmara yekem di roja 28ê Adara sala 1923yan de hat çapkirin, ya duwem nehate çapkirin lê hat nivîsîn û li benda razîbûna Şêx Mehmûd (Berzencî) ma, ya sêyem jî di roja 12ê Nîsana sala 1923yan de çap bû.

Rojname bi qebareya 21 bi 33 santîm û bi 2 laper derket.  Di bin navê wê de jî ev hevok hatibû nivîsandin “Naşikê be top û bomba, serifraze Bangî Heq.”

Giringîya vê rojnamê ewe ku yekem rojname ye ku ji aliyê hêzeka siyasîya çekdar ve bi destê Kurd hatiye weşandin. Eve jî belgenameyeke giring e ji bo bêhtir fêmkirin ji bizava Şêx Mehmûd (Berzencî) û armanca şoreşa wî.

 

6-      Umêdî Îstîqlal

            Rojnameyeke siyasî, edebî, civakî û resmî bû. Ji heftê carekî derdiket. Yekemîn hejmara wê di 20ê Êlûna sala 1923yan de çap bûye. Ev rojname organa hikumeta Şêx Mehmûd (Berzencî) bû li Silêmanî. Rojnameya “Umêdî Îstîqlal” 25 hejmar hatiye çapkirin û hejmara dawî di roja pêncşenbîya pazdehê  Gulana sala 1924an de li çapxaneya hikumet li Silêmanî hatiye çap kirin.

Ji hejmara yekem ta hejmara sêyem, Xwace Efendîzade û Ehmed Sebrî rêveber bûn, ji hejmara çarem ta hejmara sêzdehem Refîq Hîlmî rêveber û berpris û îdîtor bûye, Husên Nazim jî ji hejmara çardehem ta hejmara hivdehem rêveber bûye. Piştî wê ev pîle û nav neman.

Hejmarê lapere yên rojnameyê çar bûn. Tenê yek hejmar nebe, pîvanên wê 34 bi 21 santîm bûne. Zimanê vê rojnamê Kurdî bûye lê hinek gotar bi zimanên Turkî û Farisî jî tê de hene. Sitratejîya rojnamê jî ew bû ku daxwaz dikir Kurd yekdeng bin û bibin palpişit û piştîvanê Şêx Mehmudê (Berzencî) melîkê Kurdistanê.

Di rojnameyê de her wiha hewal û çalakî û agahdariyên hikumet û wezaretê Şêx Mehmud parve dikrin û bi giringî hewalên ‘Êraq û Turkiya û Berîtanya û Îran behsdikirin.

 

Jêder 

Farûq ‘Elî 'Umer, Rojnamegerîy Kurdî Le ‘Êraq Da, wergêr: Tariq Karêzî, Dezgay Mukiryan, Hewlêr, 2001.

‘Ebdulrezaq Bîmar, Pexşanî Kurdî, Dezgay Roşnibîrî Û Bilawkirdnewey Kurdî, Bexda,1998.

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Hêmin OMAR

Ê Berê Heft Kovarên Kurdî Yên Despêk Li 'Îraqê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.