HUSEYNÊM

Article

 

Çi şêrîn û rewşene
Kulîlka dev li kene
Şehîdê me Huseyn e
Mezlûmê Kerbela ye

Kulîlka me bêreng e
Bulbulê me bêdeng e
Dil hezin û pereng e
Matema Kerbela ye

Huseynê min Huseynêm
Hêsrê çavan nabin kêm
Ji qelbêm tê xwîn û nêm
Birîna Kerbelaye

Hêsrê çava nasekne
Çemê Firat nakene
Bêbihar û bêbejn e
Hewara Kerbela ye

Bes bilorîn ey Firat
Dilşewitî mal mîrat
Tirş û ta’l bû ev heyat
Ev çi derd û bela ye

Wan bedenên nazenîn
Bi xwîna sor xemilîn
Zeyneb ji dil kir qêrîn
Feryada Kerbela ye

Ji bo Yezîd bûn nefer
Îbn û Zîyad û ‘Umer
Kuştin mala pêxember
Ev çi kerb û bela ye

Mala xayîn û bêbext
We kuşt lawê Mûhemmed
Roja heşrê şefae’t
Ji bo we nexuyaye

Deşt û çîya lerizîn
Şûşê dila derizîn
Teyrê dilêm bilezîn
Rêya Yesrîb xuya ye

Her Medîna Munewwer
Derda bêje bi keder
Bigrî li cem pêxember
Mûhemmed Mustefa ye

Her Baqîyê ser mezel
Bigrîw bêje hal mersel
Zulma Yezîdê çepel
Birîna Kerbela ye

Ey dayika Fatîme
Ez bi girî hatime
Şeqawet bib xatîme
Yezîd çi rûsîya ye

Heqîqet û dîrok e
Ne xiyal û çîrok e
Salih mîna zarok e
Bi kula Kerbela ye

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Mela Salih Mısqeynterî

Ê Berê XWÎNA YASÎNA
Ê Li Pey YA MÛHEMMED MÛSTEFA

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir