Zarokên Me Pêşeroja Me Ne -3 - Kelhaamed

Zarokên Me Pêşeroja Me Ne -3

Article

Hz. ‘Elî li ser perwerdeyiya zarokan weha dibêje: “Heta heft salî bi zarokên xwe re bileyîzin, heta pazdeh salî bi wan re weke hevala bin. Piştî pazdeh salîya wan, bi wan re şêwrê bikin.’’

Em zanin ku Hz. ‘Elî ev zanebûn û perwerdeyî ji Resulûllah ‘eleyhîssalatû wesselam wergirtiye. Ji bo zarokên me ji me re îtaetkar bin em û birayên me ên ku zarokên wan ji wan re pirsgirêka derdixin, em vê gotina Hz. ‘Elî bikin guhar û bêxin guhên xwe.

Ez hertim ji malbatên zarokan re dibêjim: Hûn çawa li ser çandiniyên xwe disekinin û hûn tovên xwe li erdê direşînin, erda xwe gubre dikin, av didin da ku hun jê sûd (feyde)ekê bistînin. Wexta hûn kêmasiyekê bêxine çandiniya xwe û av nedin, gubre nekin,  hûn ji çandiniya xwe sûdê nastênin. De vêce em zarokên xwe û erda ku me çandî, berawird bikin bê ka gelo em li ser kîjanê bêhtir disekinin û em qedr û qîmetê bêhtir didin kîjanê. Pêşeroj (zarok)a xwe, yan çandiniya xwe, ticareta xwe yan zarokên xwe û hwd.

Pêwist e ku birayên me, bi piranî yên ji zarokên xwe nerazîne, hê nebûbe dereng ‘ewil xwe li gorî vê gotinê rast bikin. Da kû pêşeroja me ronayî be. Di vê mijarê de Resulûllah (s.x.l) weha dibêje:

“Zarokên xwe baş perwerde bikin. Da ku Xweda we bibexşîne’’ (Mekarîm-ul Exlaq r. 255)

Em ji vê hedisa Pêxember (s.x.l) fêr dibin ku em zarokên xwe li gor razîbûna Xweda perwerde bikin, wê bibe sedema bexşandin û razîbûna Xweda. Di hedîseke din de Resûlê Xweda weha dibêje:

Hez zarokan bikin, ji wan re bişefqet bin, wexta we ji wan re sozekê da, soza xwe bînin cî, lewra ew dibên qey hûn riziq didin wan’’

Hezjêkirin ne tenê ew e ku em zarokên xwe bi cil û berg bikin û zikê wan têr bikin û ji wan re mal û milk bidin hevdû. Di vê mîjarê de Resulûllah di hedîseke xwe de weha dibêje:

“Bavê baş ew e ku perwerdeyiyeke baş û exlaqekî baş ji zarokên xwe re mîras bihêle, ne serwet û malê dinyayê.”

Di encama mijara xwe de bi kurtasî em karin bêjin: Pêwist e ku em ‘ewil xwe rast bikin. Piştra li gorî perwerdeyiya Resûlê Xweda em zarokên xwe perwerde bikin û ji wan re dia bikin. Em hêvîdar in ku xwedayê teala zarokên me ji saliha binivîse.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Mamoste Hezexî

Ê Berê ZAROKÊN ME PÊŞEROJA ME NE-2
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.