Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...

Article

 

Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de ye, Di Huqûq De Ye

بسم الله الرحمن الرحيم

S: “Emê bi ğeyrîmuslumanan re çawa bibin wek hev?” Ma qe tu carî mumin û kafir dibin wek hev?

C: “Wekhevbûnî ne di fedl û şerefê de ye. Di huqûq de ye. Di huqûq de jî şah û geda yek in.” Fedl û izzet û şeref ji xwe ew her ê Îslamê ne. Mumin û kafir di van de tu carî nabin wek hev. Bes di huqûq û ‘edaletê de mumin û kafir, şah û geda wek hev in. “Ew şerî’eta ku dibêje pêl mûristankekê jî nekin û merev meni’ dike ji ezyetdana mûristankê wê çewa huqûqê benîadem îhmal bike? Naxêr! Îslam ji van ğeletiyan beriye. Heger ğeletîkî hebe ew qebhet ê me ye. Me emrê şerî’etê bi cî nanî.”

“Belê, mehkemebûna Hezretî ‘Elî bi cihûkî re û fexra we Kurdan Salahaddînê Eyyûbî li hember mehkemê bi fillekî miskîn re ku îfade da, ez zen dikim ku vê ğeletiya we wê serrast bike.”

S: - “Ermenî zimmî ne. Kesên ku zimmetê didin wê çawa wekhev bibin bi wanê ku zimmete distînin re?”

C: - “Gerek em xwe di ‘eyna mezin de nebinin. Qebhet ê me ye. Me wan bi temamî nexist bin zimmeta xwe. Me bi heqî ‘edalet nîşan neda. Me rî’ayeta huqûqê wan nekir. Huqûqê wanî di daîra şer’î de me bi sebeb sîstema îstîbdadê muahfeze nekir. Piştî îstîbdadê me xwest ku em muhafeze bikin bes îdî qeweta me ya dewletê nemabû. Ez îdî bi çavê zimmîyên mu’ahid li Ermeniyan di nerim.”

Ğeyrîmuslimê ku quweta wanî herbê nemabe û di muqabilî cizyê de têkevin bin hîmaya dewleta Îslamê ji wan re tê gotin zimmîyê heqîqî. Van zimmiyan tu carî mudaxele bi îdarê nakin. Ğeyrîmuslimê ku qeweta wanî herbê heye û bi dewleta Îslamê re musalahe dikin û xetacê didin dewletê û erda xwe muhafeze dikin jî ji wan re tê gotin zimmiyê mu’ahid.

Ji ber ku dewleta ‘Usmanî rî’ayeta şerî’etê nekir, zimmiyên heqîqî ji dewletên derve destek sitendin û dest avêtin sîlihê. Îdî vana bûn zimmiyên mu’ahid û dixwazin ku di îdarê de xwedî heq bin. Ji ber ku dewlet jî wek berê ne qewîn e, mecbûr wê xwe ji wan re deyne.

S: - “Ermenî bi me re dijminantiyê dikin û hîlew xiyanetê dikin. Ka îja çawa emê bi wan re dostanîw îttîfaqê bikin?”

C: - “sebebê dijminantiyê îstîbdad û zulma me bû. Ew îstîbdad jî îdî mir. Bi çûna îstîbdadê wê dostanî heyatê bibîne. Ez ji we re viya qet’îyen bibêjim: Dilşadiyû selametiya vî memleketî bi tifaqiya Ermeniyan û dostaniya bi wan ve girêdayîye. Bes şertên wê dostaniyê jî hene: Ne dostaniyeke ku we zelîl bike û heta hûn herin destê wan maçî bikin. Bi rastî gerek hûn ‘izzeta Îslamiyeta xwe muhafeze bikin, destê li hevhatinê dirêjî wan bikin.”

“Ezê tişkî bêjim: Mumkun e ku Ermenî bi temamî ji heyatê werin rakirin. Bes tu fêda vê husûmetê ji we re nîne. Madem hûn nikarin Ermeniyan ji dunyayê biqeli’înin, dujminantiya weya ‘umûmî jî tu fêdê nade we.”

Bi kuştinê û bi zor û zordestiyê ne qewm di qeli’in ne jî terka bîr û bawriya xwe dikin.

“Ne ‘unsurekî mezin ku ji zemanê Adem ve bi me re hatiye heta îro, îmhakirina qewmekî biçûk jî ne mumkin e. Qebîla ‘Emr Dellal, ev hezar sal e ‘Emr Dellal e.”

“Hem fille, yanî Ermenî hişyarbûne, hûn jî di xew de ne. Wan tifaqî çêkirine û qewînbûne, hûn jî bi îxîlafê bi hev ketine û ze’îf in. Heger hûn dixwazin ğalib derkevin, bi wê sîliha ku wan we pê meğlub kiriye yanî bi ‘eql û bi fikra millî (ya Îslamî) û bi xebatek zêde û bi îcrakirina ‘edaletê hûn karin wan meğlûb bikin. Bi min, ê ku îro şûr (sîleh) dikşîne şûrê wî li yetîmê wî dikeve. Biserkeftin îro ne bi şûr e, bira şûr hebe lê bira di destê ‘eqil de be.”

“Hem sebeb ji dostaniya mew Ermeniyan re heye; çimkî ew cîranê me ne. Hem jî ew hişyar bûne. Li dinyayê belavbûne. Bizrê pêşveçûnê civandine, wê di welatê me de bavêjin. Emê jî ji wan ‘îbret bistînin û mecbûrê medeniyetê bibin. Ji bo pêşveçûnê emê hişyar bibin. Fikra me ya millî (Îslamî) bi wan hişyar dibe.”

“Ha de îja li ser van noqteyan lazim e em bi wan re îttîfaq bikin. Hem jî dijminê me cehalet ağa ye û kurê wî zerûret (xizanî) efendi ye û neviyê wî xusûmet beg e. Heger Ermeniyan bi me re dijminantî kiribe jî di bin qumandariya van mufsidan de kirine.”

S: - “Dema ku hurriyet ji Rom û Filleyan re çêdibe me gêj dikin, hişê me dibin, îdî tecawuz dikin. Dibêjin; ji xwe hurriyet û meşrutiyet yên me ne (ne yên Îslamê ne), me ew bi cî kirine. Me bêhêvî dikin.

C: - “Ez zen nakim ku tecawuzî web ikin. Heger tecawuzkî hebe jî, ji tırsa tecawuzên we yê berê û îhtîmala tecawuzên nû ye, wek hawê ew jî tedbîrên xwe distinin. Heger bi temamî bawerbikin ku hûnê tecawuzî wan nekin ewê qena’eta wan li ser ‘edaletê (şerî’etê) rûnê. Heger qena’eta wan bi hukmê ‘edaleta Îlahî çênebe wê şerî’eta heq bi quweta heqiyê pozê wan bişkîne û bi wan bide qena’etkirin.”

“Hem jî gotina wanî ku dibêjin; meşrûtiyetî me aniye, derew e. Hurriyet û meşrutiyet bi singoyê ‘eskerên me û bi qelemên cem’iyetên muslumanan hatiye wucûdê. Meqseda van kesên wiha tewş û beradayî xeber didin, ‘edem merkeziyeta siyasi ye. Ku ew jî kurê apê begîtî û muxtariyetê ye.”

Fille û cihû li hember merkeza îdara siyasî derdikevin. Dixwazin dewlet li gora begîtiyan û  muxtariyetan herêm bi herêm were parkirin û merkeza xîlafetê helweşe.

“Piştre ji sedî notê wan Ermeniyan dev ji vê fikrê berdan û bûn tabi’ên me. Çend hebên zimandirêj û geveze jî hene naxwazin dev ji wê xiyala xwe berdin.”

Hûn guh nedin wan.

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

Ê Berê وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.