
Ey ummeta musluman, mizgîn ji te re!
Nûra Mûhemmed daye, vaye-l her dere
Bi şikr û hemd û selat, bi civin li hev
Mewlûda Mûhemmed e, ‘îd e ji me re
Hezar selat û selam, li te Mûhemmed
Em bi te ronî-w şad in, hetanî ebed
Ji nêz û dûr gund û war, bajar û bajar
Bi gir û hûr, qîz û law, hatin-j her dîyar
Eşqa te em dane hev, temam evîndar
Li meydana ‘eşqa xwe-m, dikin eşkere
Doz û âlâ te-y pîroz, me hildaye jor
Bi navê te xemilîn, welat hawîrdor
Tije dikin meydana, em bi dor bi dor
Xweş roj e mewlûda te, cejn û hizûre
Bi deng û awazê xweş, wekî bilbila
Selewat û tekbîra, didin ji dila
Hezar hezar evîndar, mil dane mila
Li piyane ji bo te, tev bi hevdû re
Erd û ‘ezman bûne yek, insan û melek
L-dor cemala te-y bi nûr, tev bûne xelek
Tev bi hevre dibêjin, selatan gelek
Ji ser cihanê îro, lew nûr difûre
M. Mutefayê Mela ‘Elîyê Êzdarî
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.