Kurd û Kurdîstan Kuda?

Article

Gelê Kurd, Rojhilatanavîn de milletek qedîme. Jîyan û dîroka wî gelek êş û elem dîtîye lê belê bêbextî û bê piştmêrî jî zêde zêde dîtîye.

Serencamê Kurdan; li gor xeyrî gelan hekyatek bê wxedî; bo Musulmanan, hekyatek bê xwendevan; bo Kurd û Kurdîstan jî hekyata Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê an jî Hiseynê Kerbela’ye. Bo Xuda, hekyata Birayên Kose jî em dikarin bêjin

Gelê Kurd; mîlletek Musulman e. Şabûn, hêrs û histuxwarîya Kurdan, heta îro roj; gora ehwalê ummetê hatîye holê. Gîrî û şînîya Filistîn, yên Araqan, yên Yemen û Bosna’yê heman dem de di dilê Kurdan de davêje, baş tê zanîn. Li her der şehîd dane. Derd û balayên ummetê re tucaran gelê Kurd “ji mire çi” negotîye. Esasen; “ji mire çi” gotin; di exlaq û keltura Kurdistan de tunîne.

Kurdîstanê de “ji tere çi lawo” gotinê re bersîv eve; “tabî kî ji mire lazim e kurê min.” Dema ku her tişt ji merivekê re lazim bû, wê demê jî, barê merivan giran dibe; serkeftin çê nabe, marîfetek jî dernakeve holê. Belkî sedema halê Kurdan jî îro ev e.

Em, dîroka Kurd u Kurdistanê yên “bi êş û elem, bêbextî û fîrqetê; bi keyf û şer” hatîye holê, bînêrin û binivsînin.

Kurd û Kurdistan; ji fetha İslamî şundatir, “Ereb, Fars û Tirkan re” şînas bû. Cîrantî; bi esasên İslamî û însanî dom kir; van mîlletên qedîm û Kurd; ji neyartîyê zêdetir bûn heval. Bi sed salan, hezar salî zêdetir; hev re bi hiqûqa İslamî biratî, kar û zerar, zewac û hevrêtî kirin; hev re kenîn, hev re gîrîn.

Dewra İslamî heta dawîya jîyana Dewleta Osmanîyan, rewşa Kurd û ummetê bi wê avayî bû. Tu pirsgîrekek muhîm tunebu.

Dema Sultan Alparslan êriş dide ser Anatolî û Dîyojen; gellê Kurd di Mezopotamya’de muqîmin lê belê dest ji Dîyojen berdidin, Alparslan’re yanî ji Tirkanre alîkarîyê dikin û qedera herbê tayîn dikin.

Selaheddîn Eyyubî hakeza mucadela xwe yên herî mezin bo Qudsa Şerîf, hember ehlê Xaç û Seneman daye. Mîr, axa, beg, şeyx û melayên Kurd û Kurdistanê; heta sed salî berê; ummetê re, xisusen jî Tirkan re “biratî û rastîyê” zêdetir tişek nekirine.

Tirk û Kurd, li ser qewmîyet û nesebê nîne, li ser dînê İslam dibin bira. Ev biratîya hata dû Fermana Tenzîmata Osmanîyan, bê qisûr û kêmasî didome, pirsgîrekek muhîm çênabe. Dewra Osmanîyan jî hinek serhildan, dijrabûn li hember dewleta Osmanîyan çêbûne lê belê sedema evan; temamî bo bêdadî, zulm û zora dewletê ye. Serhildanên Kurdistanê ‘umûmî nîne, kismîne.

Kurdan, Alê Osman; xelîfeyê ruyê zemîn zanîne; bo emrê îlahî jî îteat kirine. Kesê ku nevê xelîfe hatine Kurdistanê ‘edalet ava nekirine, li hember wan, di herêmekî piçuk de “şêx, axa, beg û mîrê Kurdan, bo heq û piqûka xwe yên İslamî û însanî dijrabûn kirine.

 

Dewra Cumhurîyta sekuler; mu’amelat, qerar û gotinê dewra osmanîyan temamî betal bûn; dek û dolavên xerîb li Kurdistanê çêbûn. Her tişt li ser “yek tişt, red û înkarbûnê” bîna kirin. Xebat û keyf û şerrên Kurd û dewleta nû jî li ser wê xettê domkir.

Em evan bûyer û gotinên dîrokî re; şoxul û kolînên kolînêr  û jurnalîst Taha AKYOL bingeh digrin. Xulasa tesbîtên wîyên dîrokî evin:

Tirkîya, Mişêvra Lozan’ê de tev îngîlîzan ekser meseleyan de muxalîf dikeve. En muxalefet û nîfaqa mezin, li ser Kurdistanê, xususen jî li ser Mûsil û Kerkûk’ê derdikeve.

Gora İngîlîzan, “Kurd û Tirk yek nînin, mîlletên cîhêne û cûdane.” Heyeta Temsîl yên Tirkîya -kî serok İsmet Paşa’ye- dibêje “ne xeyr, qewmîyeta Kurd û Tirk temamî yek e.” 

Lord Curzon dibêje; “Kurd, qewmek xeyrî Tirkane. Em, Kurdan re serxwebûn an jî muxtarîyet dixwwezin..” Curzon; gotina xwe, wiha jî didomîne; “Em, bo zimanê Kurdî û Kurdan, avakirina perverdeî  û debistanan ava dikin”

Şefê Millî îsmet, gotin û tembîha Kemal, Lozan’ê de tîne ziman. Ev gotinên balkêş, yên dîrokî wihanin:

“Milletê Kurd jî, yên Tirk jî şixwe wekhev in, îhtîyac û minneta wan ji muxtarîyet re tune.” Gotina Kemal, gotina İsmet perçîn dike. Kemal, dema Meclîsa Yekemîn’de dibêje; “Tirkîyayê’de gora Qanûna Esasî yên 1921’de muxtarîyeta vîlayatan hene. Di çarçaveya wê muxtarîyeta, milletên Kurd jî bajarê xwe de dikarin kargerandin û îdara xwe bikin.” Ehwal wihaye.

Heta 24 Tîrmeh 1924’an gotin û fîîlîyat ev e. Meb’ûsên ji herêma Kurdistanê tên bijartin, wan re, “Meb’ûsên Kurdistanê” tê gotin û qeydê meclîsê de jî ev tê nivîsandin. Pişt Lozan’ê reng û rûyê gotin û peymanan tê guharandin. Serê her gotin û qeraran, “Tirk” tê gotin û tê nivîsandin.

İsmet Paşa, Lozanê de, piranîna gellê Kurd ji xwere dike delîl; “Kurd û Tirk, li Mûsilê de Ereban zêdetir in; bo wê yekê, lazime Musil, girêdayîyê Anatolîyê be.” Li dû îmzakirina Lozanê, qewmê Kurd înkar dibe; Kemal jî hêdî “Mûsil Tirk’e” dibêje.

Gelê Kurd; navê şêx, axa, beg û mîrên xwe de li ser soz û peymana xwe man; alîkarî ji ehlê xaç  û seneman re nekir lê belê dewr bû dewra zulm û zorê, bû dewra red û înkarbûne. Dewleta Tirk gelek xetayên mezin kirin. Berdela ewan xetan; temamî ummetê, xusûsen jî Kurd û Tirkan daye, hêj jî didin.

Lozanê şûndatir; mişêwre tev dewletên Xerbê, şer jî tev mîlletên hindirê Tirkîyayê dom kir.

Dewleta Tirkîya; di dewra nuhde, temamî giranîya xwe dabû ser înqîlab û destûrên cedît yên Awropaî. Bo xatirê înqîlaban, “Mîsaqê Millî, yekbûn û biratîya gelan, xusûsen jî biratîya Tirk û Kurdan” jî fîda kirin.

Cumhurîyeta Kemalîst; “12 Giravan (12 Ada), Kerkûk û Mûsil, hidûdê Gurcîstan, Ermenîstan û Surîye..” jî dest berda. Kemalizm, bi temamî hêz û quvveta xwe hate ser “dîn, bawerî û qiymetên milletên belengaz.”

Temamên gelên Anatolîyê; di herba ‘umûmî’de bedelên herî mezin dabû. Can û mal û ewladê xwe fîda kir ji bo xelasîya dîn û azadîya mîlletan lê belê -heyhate heyhat- feleka millet şaş, manevîyeta mîllet erde re kaşbû. Ewladê millet, bû bela serê millet. Xwedîkir bi malê xwe, barda canê xwe.

Heqîqet wiha bû; “Kurd, hata dewra berî mîladê li Mezopotamya de dijîn û milletek qedîm bû. Wekî Persî û Bîzansan nava du dînazoran de dijî. Bo wê yeka jî pir caran bê dewlet, bê serok, bê sermîyan man. Gelek caran jî hêz û quvveta giragiran re ram bû, serî danî.

Li pişt Fetha İslamîyetê; tev ‘Ereb, Farisan; xusûsen jî Tirkan’re hevaltî, birêzî û evînî ava bu. Ji her milletan zêdetir, milletê Kurd û Tirk, hev re hevaltî û cîrantî kirin. Wa hevaltîya kêm zeman şûndatir tebdîlê biratîyê bû. Şixwe fermana Quran a  Hekîm eve; “înnemel Mumînûne îxvetun.” Mumîn hemû birane.

Kolînêr Baskin Oran; der heqê Lozanê de wiha dibêje. “Lozanê de qerara 39/4’an (hat gotin lê belê) tucar nehat avakirin. Ev tiştek girîng bû. Ger ev gotin û qerara ava biba, Pirsgîreka Kurd yên îro, % 80’re çareserî dibû o pirsgîrekek mezin jî nedima.

Benda 39/4’an ev e; “Bendeganê Tirkîya, her kê dibe bila bibe; gerek xusûsî, gerek têkilîyê tîcarî de dînî, çapemenî an jî di behsa temamî weşandin û civînên xwe de, çi zimanî dixwaze bo wî qedexe û tengasî tunene.”

Oran, xweş teşhîs kirîye o nava Kitêbê’de gotîye.

Dîroka Cumhurîyetê, yên 19 Gulan 1919 an jî 23 Avrêl (Nîsan) 1920 şûndatir, temamî bê dilsozîye, bê îtbarîye; xwe u yarê xwe xapandine. Ewwilê, gelê Tirk û Kurda temamî xapandin lê belê Kurd hem xapandin hem xap-kirin.

 

Qedexe kirin!

Dînê temamê gelan qedexe kirin; tebdîl  û tenkîl kirin. İslamîyet û nasên wî yên qedîm qedexe kirin; yên mayî ji nû de ta’rîf û te’lîma wî kirin. Bo Xudayê ‘Alem nîne, bo sulta xwe îslamîyet neçar hiştin.

Yek mezheb qebûl kirin, mezhebê Henîfî; yek nijad qebûl kirin, nijada Tirkî; yek distûr pebul kirin, distûra ecnebî yên awropaî.

 

‘Îdam kirin!

Şêx û mela ‘îdam kirin. Dînê mûbîn yetîm û sebî hiştin. ‘Alim warisê  Peyxemberanin lê belê ji warisan re cî û jîyan nehiştin. Şeyx girtin, millet bê rehber û dûayen, bê sermîyan man. Şeyxê millet, qelbê gel; qanûun, destûr û asayîşa welat. Evan şeyxan re hemû milletên Muslîman, ummetê; hurmetkarî, pîrûzî dikir.

Ji wanre; “Şêx heyran; şêx qurban; ez fîda..” dihat gotin. Şeyx Senûsî, Şeyx (Îmam) Yahya el-Hûsî, Şeyx Şamîl; Şeyx Se’îd Palevî, Şêx Se’îdê Kurdî an Nûrsî hvd temamî ummetê de xweş tên zanîn û zêde zêde tê naskirin. Ewan Şêxan, dewra herba Cîhanê ya yekemîn û herba ‘umûmî de gelek alîkarî ji dewlet û millet re kirine.

 

Bo Şeyxan helbestek dîrokî eve:

Şêxêm qurban

Mî-j tere nego mere Dîyarbekra şewtî ha bi coye!

Mala we Kurdan (Kurmancan) bişewite

İro Şêxan tînin ber îdamê zo bi zoye!

Eman eman Kurd xayîne!

 

‘Alimê Amil ji me girtin; millet bê mu’ellim û bê telîmat man. ‘Aliman jî mîna şeyxan, tesîsa biratîya İslamî, îlm û îrfan dikir. Bi cezaên giran ‘alim qirkirin; milletê muslîman ji dînê mûbîn dûr xistin; bê dîn û bê îman hiştin. Gel sersem bû û berê xwe dan Fîrengîstanê.

Mîr, Axa û Beg girtin; gel bê mezin, bê xanedan û xudawend hiştin. Ağayên Kurdistanê derdest kirin şûndatir; welatê hezar salî; bê zana, bê xwanedan û bê xwedî man. Manqûlê ku nava millet de behsa xêr û şeran dikirin kut bûn; dewra cehaletê hat.

Bo “axa û began” helbestek dîrokî ev e:

 

De Xalo! De Xalo!

Hewar e Xalo..!

Çemê Çetelê çemeke yane

Destê min kelepçan de, lingê min qeydan de rizîne Xalo

Hewar e Xalo! Ez girtîme-l xerîbîye!

 

Wekî wa helbestên dilsûz gelek helbest, lavij û lorîg, li ser Kurdistan û rêberên Kurdan  hene. Lorîg; temamî axîn, nalîn, gîrî û şînîye.

 

 Mîrê min, mîrê min

Dîwan xalîye bankim bêjim kanê şexê min.

 

Tekrar û dîsgotinên lorigan;

“Weylor, weylor; mala mi(n) şewitîê xirab bû; feleka me xirabû; hawar hawar; menalê birîndarê mala bavê mi menalê; heyfa min nayê kuştin û mirina mêran..; birîndarim yadê…” hvd.

Evan feryadê Kurdistanê, bi deh salan, dû Cumhurîytê li çîya û gazên Kurdan belav bûn. Gelê Kurd, ji birayên xwe yên musîlman re derdê xwe gotinê re ‘aciz, çar neçar bû; birayên wanê muxtedîr û dewlemend jî tucar ji derd û belayên birayên xwe yên Kurd fehm nekirin, nedîtin.

Kurdan; derd û balayên xwe re bêdeng ma, sukût kir; lê belê ne gelê Kurd, ne jî derdê wan tunne nebû. Her tişt li meydanê, her tişt ber çawan bû.

Ha ewan tiştê ku îro mewcûd in; tiştêk ku îro di rojeva dewletên baxisûs Rojhilata Navîn’de, di rojeva cîhanê de ye  bingeha wî temamî ew behsê jorî nin.

Dema ku dewletên dor Kurdistanê, Kurdê dîndar bi cezayên mezin perîşan kirin, ji nijada Kurd re bê bextî û bêdadîkirin, wê demê şûndatir erd û ‘ezmanên Şerqê bo Kurdan tarî bu. Her derî hat girtin, her umid hate qedandin. Nav wê tarîtîyê de kibla ku Kemalîzm ji me re hedîye kir; bo Kurd û Kurdistan ji hêz û tayfeên sekuler, mîna Kemalizmê bexşandin. Zordar çû, bijî zordarê nû!

Dengê tayfeên Musliman hat birandin, bê dîn û bê îman wekî ewladê Kemalîzmê yên xeyrî meşrû’ hate holê. Evan kesên Evropayî, helbest û lorîgên nûh îcad kirin.

 

“Roj hilat, roj hilat

Roja sor  hate der li Moskov

 

 İlmê Lenîn bixwînin, îlmê Mao bixwînin

 

Dewra we xilas bû

Gellî ey şêx û mellan

 

Agir bikeve mala axayê wê zemanî

.. traktor anî… hvd.

 

Xwedîyên ewan gotinan, pir zeman neçû, gotinê xwe yên pûç û vala xweş naskirin û fehm kirkin û bi poşmanî gotin;

 

“lo me çikir me çikir

Me xwelî-l serê xwe kir.”

 

Xeta û gotinên xîlaf nas bû, hatibû dîtin lê belê hêdî; “xwelî li serê wan û milletên belengaz” bû. Dîsa li serê Kurdan û Kurdistan êvar bû. Gotina dîrokî ye; “sêwî jî diçin dizîyê, lê belê roj davêje, her der ronî dibe.”

 

İro roj; asayîş û emnîyeta ku “bi qelekolan, bi hezaran leşker û tanq û topan temîn nabe; wê demê; “yek şeyx, yek axa an jî melayek..” temîn û tesîs dikir. Kê xwelî-l serê xwe kir?

İro roj; herêma Rojhilatanavîn, di alîyê emperyalîstan û maşeyên wan de tê talankirin; lê belê bi destê muslîmanên bêhiş û  kor jî birakujî, komkujî dibe. Misulman temamî bûne dujmin, neyarîyek mezin dikin.

Rewşa Kurdan ne baş e. Alîyek dewletê Musîlman red û înkarîya heq û hiqûkê Kurdan dikin; alîyê dî de Xerb, bi temamê îstîxbarat û hêzên xwe dagirkerîya zengînî û umîdê Kurdan kirîye. Dengbêj xweş gotîye;

Umîida feqîran li jêr namaye

Li jor maye Rebbê Rehmane!

 

Welle nabe Bîlleh nabe

Bar girane bilind nabe!

 

Qanuna Esasî, Quran e. Heqîqet jî avakirina xîlafeta İslamî ye lê belê ev jî îro roj ne mumkîne.

Her millet hetta ji van milletan her ‘eşîret bûne xwedî dewlet. “Dewlet” an jî qe nebe “avakirina eyalet, otonomî” an jî “federasyon” hêdî heqê Kurd û Kurdistan e. Gerek ummet bibîne o bibêje. Wellahî çê nabe. Kurd milletek mehsûr e, mexdûr e.

Ummet, xususen jî dewletê Rojhilatanavîn,  deyndarê Kurdan in. Kurd, bê wefa, bê bext nînin. Bo muhefezeya Xîlafeta Osmanîyan jî bedela giran dane. Teklîfata İngîlîzan, yên bo Kurdistana Azad red kirine. Ji bo Xîlafeta Osmanîyan, bo biratî û hevrebûna gelê Tirk û Kurd re; Gundî dîsa berdêlê re hazir in lê belê Bajarî re jî hêdî el-însaf, el îzan!

Her kesî zêdetir gelê Tirk deyndarê gelê Kurd e. Çareserî; “lêdan û qirkirina xortan nîne. İro yek; sibe sê, deh, sed; dusibe jî hezar terorîst(!) hate kuştin” jî çare nîne.

Erdoğan; Kemalîzm û Şefê Millî cihê û ciyawaz behsa pir tiştên baş kir lê belê zû jibîrkir. Gerek gotinên xwe yên evvil ji “refê sarincê û sarkerê..” derxîne. Ev îqtîdar e û muqtedîr e. Sibe “yewme la yenfe’u de” tê pirsîn. Doh Kemalîzmê bi zimanê sîlehan behs kir; îro dîsa em hatin nêzî sala 1924’an. Dîsa birayên meyên “Tirk mubarek, Kurd le’net e! Dîsa lêdan, dîsa xortê civan telef dibin!” Qey ne bes e?

Neyartîya îro, mîna yên doh nîne. İro; gel temamî hişyar e, her tişt dibînin o xweş dizanin. Bi çîrokên vala û pûç nayên xapandin. Wa cehaleta bes, birayên Musilman dibe şer û pevçûnê; dibe birakujî û komkujîyê; mezin cehalet e!

Cirma giran e! Hêdî bes e; sed carî, hezar carî, bêhed bes e! “eyb e, şerm e, guneh e, cinayet e; (Kurd) Ewladê Kerbela ne!” Her bijî aşîtî û biratîya gelan; her bijî destûr û çareserîya Heqq!      

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Şerîf Emîn

Ê Berê Xem u Xeyala Kurd u Kurdîstan
Ê Li Pey “…Fe weylûn lîlmusellÎn..”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.