GULÎZAR Û GULÎSTAN - 1

Article

 

Rebbê ‘alemê, di sûreyê Tewbe, di ayeta sed û diwazde de weha ferman dike:

“(Ey Hebîbê min!) Kesê tobe dikin, ji Xweda re ‘îbadet dikin, hemdê Xweda dikin, jibo Xweda rojî digrin, rukû’ û secde dibin, emrê qencîyê dikin, men’a xerabîyê dikin û sînorê Xweda mihefaza dikin, tu mizgînê bide wan”

FÎRDEWS: Selamûn aleykûm Gulîzar! Roja te b-xêr!
GULÎZAR: We aleykûm selam. Silamet serçava. Te xêre Fîrdews?
FÎRDEWS: Heger wextê te hebe, em herin kermesê.
GULÎZAR: Kîja kermes?
FÎRDEWS: Gulîzar, xwa min! Jiber tu ewqas van kitêban dixwînî, haya te ji dinyê nemaye. Em di hersê mehê mubarek de ne. Li merkeza bajêr, jibo ‘aîlên feqîr û mehrûm, kermes vebûye. Tu dizanî heqqê musluman, li ser musluman heye.
GULÎZAR: Raste xwa min. Jibo Xweda çi ji kê qedîya. Lê ‘elimandina ‘ilmê Îslamî jî, li ser qîz û xortê musluman teva ferze.
FÎRDEWS: Tu çi dibê xwa min? Weka av û xwarinê lazim e. Yan na merev exlaqê baş çawa bi’elime? Xwa min ew çi kîtab e tu dixwînî?
GULÎZAR: Behsa heyata Hz. Fatima dike. Te bihîstîye ku pêxemberê me (‘e.s) dibêje "Hz. Meryem, jinê xêrtirîn a dewra xwe bû. Lê Fatima (r.‘e) jinê xêrtirîn a ummeta mine." Jinên herî bixêr jî tu dizanî: Hz. Asîye, Hz. Meryem, Hz. Hatîce û Hz. Fatima ne.

FÎRDEWS: Min jî bihîstîye ku Hz. Fatima, bi wechê xwe, bi peyva xwe, bi meşa xwe, bi exlaqê xwe gelekî dişba bavê xwe. Jiber fazîleta xwe bi navê "Dîya bavê xwe" hatiye binavkirin ne were?
GULÎZAR: ‘Eynen wehaye. Hz. Mûhammed (‘e.s) ewqas jê hez dikir ku li cîyekî ba, heger Hz.Fatima bihata, jiber wê radibû. Pêxemberê me berî biça seferekê, ewwilî Hz. Fatima zîyaret dikir û paşê diçû. Heger ji seferê vegerîya jî, ewwilî diçû camîyê du rekat nimêj ji Xweda re dikir, paşî diçû Hz. Fatima zîyaret dikir.
FÎRDEWS: Min weha jî bihîstîye: Hz. Fatimayê dîya Hesenû Huseyn û Zeyneb, ewqas bi heyaw exlaq bû, Hz. ‘Elî daîmî jê razîbû. Hz. Fatima xatrê cîran û feqîra jî pir zanibû…….. Hz. Hesen dibêje "Şevekê şîyar bûm. Mîn dît dîya min bi nimêj îbadet dike. Paşî destê xwe vekir, ji cîran û mu'mina re, yek bi yek bi navkir û ji wan re dûa kir. Hetta şefeqê weha dewam kir. Min got belkî ji me re jî dûa bike. Lê nekir. Şefeqê min ji dîya xwe re pirsî: Te çima ji me re dûa nekir? Dîya min jî gote: Berxê min! Ewwilî cîran, dûra ji xwe re"

GULÎZAR: Rojekê Hz. Mûhammed(‘e.s), ji hz. ‘Elî re dipirse: Ya ‘Elî! Tu ji Xweda hez dikî? Hez dikim ya Resûlellah!  Lê tu ji Resûlûllah jî hez dikî? Hez dikim Ya Resûlellah! Lê ji Fatima? Ji Fatima jî hez dikim. Lê ji Hesen û Huseyn? Ji Hesen û Huseyn jî hez dikim Ya Resûlellah! Ya Alî! Tu ewqas hezkirinê dixe kuderê?.... Hz. ‘Elî cewaba vê pirsê nade. Bi mehzûn tê malê. Hz. Fatima halê wî dipirse, ew jî hal meselê dibêje. Ewçax Hz. Fatima dibêje "Te bigota: Xweda bi ‘eqlê xwe, Resûlûllah bi rûhê xwe, Fatima bi nefsa xwe, Hesen û Huseyn jî bi şefqeta xwe hez dikim." Hz. ‘Elî diçe, ev cewabê ji ronya çava re dibêje. Pêxemberê me Hz. Mûhammed dibêje "Ya Alî! Di vê cewabê de bîna pêxemberîyê tê." Yanî dibêje ne cewaba te ye, cewaba Hz. Fatima ye.
FÎRDEWS: Madem Hz. Fatima ewqas ehlê ‘ilm û heqîqetê bûye, ewqas ehlê îman û ‘îrfanê bûye, gerek qîzên musluman jixwe re Hz. Fatima bikin rehber, zêdetir jî exlaqê wê ji xwe re bikin nimûne.
GULÎZAR: Ma te ne bihîstîye, roja wîladeta Fatima, roja yekîtîya jinên muslumanên cîhanê ye.
FÎRDEWS: Xwedayê Teala, li dinya û li axîretê, me ji exlaq û şefaet û cîrantîya wan neqetîne.
GULÎZAR: Amîn. Amîn. Fîrdews! Ez dibêjim tu ji min bêtir dixwînî.
FÎRDEWS: Nizanim. Ji te ‘elimîme xwa min.

GULÎZAR: De haydê haydê. Zêde dirêj neke. Bila nebe dereng. Em herin kermesê, lê bi şertekî.
FÎRDEWS: Çi şert Gulîzar?
GULÎZAR: Di rê de em li Gulîstan rast bên, gerek tu têkilîya xwe ji me neyne.
FÎRDEWS: Ew çima xwa min?
GULÎZAR: Min got nepirse.
FÎRDEWS: De bila wek te be. Ka halê xaltîka Macîde çawaye?
GULÎZAR: Çêbûn bi Xwedê ye, lê her ko diçe kêm dike.
FÎRDEWS: Rebbê ‘alemê lê were rehmê.
GULÎZAR: Amîn! Xwa min, dekam herin.

(Fîrdews û Gulîzar di rê de li Gulîstan rast tên.)

GULÎSTAN: Gulîzara serpotik! Tu li van dora çi dikî?
GULÎZAR: Wekte ne gerregundim Gulîstana serqotik!
GULÎSTAN: Hê te serê xwe venekirye?
GULÎZAR: Çi îşê te bi hîcaba min heye? Qey sitirîya nav çavê te ye?
GULÎSTAN: Ne heyfa te, tu hê wek pîreboka sergirêdayîye?
GULÎZAR: Şêrîn şimamoka mina kefçalok! Wek te ne serberradayî me.
GULÎSTAN: Çavê xwe veke, bixwîne, hinekî sosyal be.
GULÎZAR: Qeşmerî û çelebatîya ğerbî, ji min re nelazime.
GULÎSTAN: Yan na tê jî li paş bimînî.
GULÎZAR: Heger te ji nexweşîya xaltîka min re derman dîtibe, jiber vêya jî heger ewê Evrûpa, xelata nobelê bite vekin, lê jiber hîcaba xaltîka min gazî te nakin, heger weha be wek te ye.
GULÎSTAN: Gulîzar bisekine. Ez pê re kezebreşî bûm. Ne dimre, ne dimîne, ne jî baş dibe.

GULÎZAR: Xwelî li serê te be. Fikrên ğerbî û sosyalê, vî exlaqî dide wek ê te. Ez zanim tu ji dîya xwe hez dikî. Lê xwendina felsefê Evrûpa weha hewce dike.
GULÎSTAN: Ma heta kengî emê bindest bin?
GULÎZAR: Bindest ne wek te ne. Ji ‘urf û adetê kurdîw Îslamî, te çi di xwe de hiştîye? Ji kinc û peyvê, ji gerr û kêfê, ji serbestîya ğerbê te çi kêm hiştîye?
GULÎSTAN: Jin bitenê ne xemla hindurê mala ne.
GULÎZAR: Ne jî pêkenîyê ber kêf û zewqa her zilamî ne.
GULÎSTAN: Jin li Evrûpa serbesttirin. Heqqê wan bêtire. Wek we wan di hindura de hepis nakin.
GULÎZAR: Jixwe! Jixwe jiber ku di televîzyon û qezeta de, di bernamew meyxana de, di reqlama tîcaret û firotina her tiştê xwe de, jiher tiştê jinan, ji serî hetta pîyê wê, ji kinc û ken û girîw peyv û naz û wicûda wê ewqas kar dikin, ji lew kirne taca serê xwe.
GULÎSTAN: Tu heqaretê li jina dikî. Jin jî wek mêra serbestin. Ger bixwazin, karin bixebitin, bigerin, bixwînîn.

GULÎZAR: Tu baş zanî, hetta sê ‘esir berî hinga, li Evrûpa digotin "gelo rûhê jina heye ya tune ye? Jin ji însanaye, ya ji heywanaye? Jiber ku jin bavê me Adem şemitandîye, jin gunehkarin." Sê ‘esir berê, Evrûpa xirecira van tişta dikir. Îro jî bi femînîzmê yanî bi serbestîya jina, jin kirne sermîyan. Pê ‘aîle û civat xera kirine, heyat herimandine.
GULÎSTAN: Lê ka dîn çi daye me?
GULÎZAR: Te ji dil negot. Ev ne peyva te ye, peyva hevalbendê teye. Destê xwe bide ser ûjdanê xwe.
GULÎSTAN: Çi ferq dike? Ha min got, ha peyva yekî din!
GULÎZAR: Raste. Dînê heyata te ya sosyalê, yan jî dînê serbestîya te ya modernîzmê tiştek nedaye me. Ji ğeyrî dêw bav û zaroka jihev qetandinê. Û ji hedimandina ‘aîlew civatê. Lê tu jibo dînê Îslamê nikarî weha bêjî.

GULÎSTAN: Ma tu tenê muslumanî? E jî muslumanim çok şikur.       
GULÎZAR: Xuyaye jixwe! Tu û exlaq û îffeta Îslamê, çiqas nêzîkî hevin. Her tişt bi peyvê ba.
GULÎSTAN: Hun bi çavê kole û xîzmetçîya li jina dinêrin.
GULÎZAR: Mala derewçîna. Heyfa xaltîka min, yan na min zanibû min çi digot. Baqila min! Ma pêxemberê me nabêje "Cennet di bin lingê dîya de ye" Cahîlîyeta berî Îslamîyetê, qîzên bêguneh biçûkayî dixistin binê axê, ew qîz masûmane diçûn cennetê. Lê cahîlîyeta modernîzma niha, hem qîza hem jina, di nav ewqas guneh û heramîyê dadike, heyateke bi zilm û bêhizûr bi wan dide kişandin û wan bi nîvmirî dixe bin erdê. Li dinyaw axîretê wan di ezab de dihêle. Tu dibînî, ne hewceye ez dirêjkim.
GULÎSTAN: Gulîzara pirzana! Ka mîsala bide ez qebûl bikim. Tu zanî, ez tişta zû bi zû qebûl nakim.

GULÎZAR: Başe. Li gor dînê me, cîyê ku heramî lê çê bibe, jin û mêr nikarin herin wir, nikarin li wir bixebitin. Pêxemberê me dibêje "Jin û zilamê ne helalê hev, bitenê li ba hev bimînin, li ba wan yê sisîya şeytane." De îja tu li sosyala xweya niha binhêre. Çi dikin? Qîz û xorta, jin û mêra di nav hev de di govenda de dide reqsandin. Di qafew perqa de dide meğelandin û dibêje: Ma çibûye? Xuşk û birayê hevin… Dûre heger qîz û jin, bi bêbextî bêne xapandin, bi xerabî li wan zilum bê kirin, ya ji malê birevin, yan ‘aîle û hizûra mala wan xera bibe, sosyala te ya modern dike sûcê urf û ‘adetan, nake sûcê fikra xwe ya guneh û heramî.
GULÎSTAN: Hela tu ji xwe lê! Zimanê pirzana çi dirêj bûye! Gerek merev di ber de jêkê.
GULÎZAR: Şimamoka min! Çima tu xwe diqehirînî? Bêje. Çavê kê ji rastîyê re girtîne? Heger ne wehaye bêje. Tiştê Xweda heram kirye, miheqqeq zerar û xerabîya însan tê heye, Xweda heram kirye. Xweda hizûr û rehetîya însan, qenctir dizane û bêtir dixwaze. Xwedê însan xuliqandîye. Lê bêserî, biserê xwe ve bernedaye.
FÎRDEWS: Weylo! Ev çi xirecira we ye? Hun dostê hevin. Dost li hevdû weha nakin.
GULÎZAR: Mi ji te re gotibû, tu têkiliya xwe ji me neyne? Em derdê hev dizanin.
GULÎSTAN: Tu liser soza xwe yî ne were reşika min? Jibîr neke. Ne qey em careke din li hev rast tên.
GULÎZAR: Qet meraq neke xweşika min! Hetta tu ji bîrnekî, e jî jibîr nakim.

           (Fîrdews û Gulîzar diçin kermesê û li wir bihev re dipeyîvin )

FÎRDEWS: Xwa min! Nuha ez biğeydim, ez neheqqim? Tu zanî, feyda xirecir û pevçûnê tune. Çima te ewqas pê re dirêj kir?
GULÎZAR: Tu heqlîyî. E jî zanim xirecir bêfeydeye. Lê te mesela me zaniba, tê heq bida min jî.

FÎRDEWS: Birastî ez jî meraq dikim. Ka ev ğeyda we jibo çiye?

GULÎZAR: Xwa min! Ez ji ku destpê kim? Dibêjin, dostê kevin nabin dujmin. Îja ji xwa xwe re bêjim. Ez û Gulîstan... Xweda bi çend roja li dû hev em dan. Ji ber dîyê me, pir ji hevdû hez dikirin, navê Gulîstan û Gulîzar li me kirin. Em bi hev re mezin bûn. Me bihev re dest bi xwendina Qur'anê kir. Me bihev re xetimkir û dest bi nimêjê kir. Me bihevre serê xwe nixumand. Em bihevre şandin mektebê. Em di eynî sinifê de bûn. Dersên me herda jî baş bûn û em jêhatî bûn. Xweda zanî me ji hevdû pir hez dikir. Pir wextê me bihev re derbas dibû. Bi vî halê me, jihevhezkirina me û jêhatîbûna me, hem dîyên me hem jî mehel pir pê kêfxweş dibûn.
FÎRDEWS: Dûre çibû? Ne heyfe hun weha jihev ğeydîne?

GULÎZAR: Xwa min! Heya lîseyê, ger û vexwarina me jihev nediqetîya. Paşî dîya min rehmet kir. Dîya Gulîstan jî ka ji derd û qehrabû ka ji çibû nizanim, weha nexweş ket. Jiber di unversîtê de sernixumandî nedihiştin, min guh neda mektebê. Min serê xwe venekir. Neketim îmtîhanê. Gulîstan jî, hem bi heyala doxtorîyê hem jî bi hêvîya dîya xwe baş bike, serê xwe nenixumand. Dev ji hîcabê berda. Weha pir pê giran hat. Nedixweste ji min biqete. Me hetta ewçaxê jî ji hevdû hez dikir. Gazî min kir. Gote "Ya tê jî serê xwe veke, têkeve îmtîhanê, emê bihevre bixwînin, yan jî emê ji hevdû biqetin"  Min jê re got "Ez nabêjim nexwîne. Lê emrê Rebbê me pêştetirî mektebêye. Min ji dîya xwe re soz daye, ez emrê Rebbê xwe naşkînim."Gulîstan gelekî qehirî. Gote min "Heger tu neyê nexwînî, ez bibim doxtor, rojekê tu têkeve sikratajî, ez nayêm serte, te miayene nakim. Evya ehd û soza wê bû.

FÎRDEWS: Lê te çawa jê re ehd û soz da?
GULÎZAR: Min jî gote "Ez nabêjim nexwîne. Lê heger tu dev ji Qur'an û nimêjê û hîcaba xwe berdî, rojekê tu jî bimrî, ez nayêm ser te Fatîhakê naxwînim."
FÎRDEWS: Gulîzar! Dostanîyû hezkirina ewqas. Paşê ğeyda bi vî hawî. Xwa min dilê meriv li ser dişewite. Pir li ber ketim.
GULÎZAR: Xwa min mesela me wehaye. Gulîstan piştî mekteba doxtortîyê qezenc kir, gelek tişt jibîr kir. Nuha tu dibînî li ser çi fikr û exlaqêye. Lê ez ji Xweda hêvî dikim ku Gulîstan weka berê dîsa vegerîne ser exlaqê wê yê Îslamî.
FÎRDEWS: De Xwedê bike înşallah.                                                (Dê bidome)

                                 

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Fexreddîn Şemrexî

Ê Berê Zewaca Berê
Ê Li Pey BICEHEMME ÎSRAÎL

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.