
RÊZENİVÎSEK LI SER HINEK SITRANÊN NÊZDÎROKA ME 21 (TEW DINYAYÊ )
Lı Ser Sıtranekî Ku Bêhna Sefera Lı Ser Yemenê Jê Dıfûre
Gelî Xwendevanên delal û bi rûmet! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê jimara Kovara Kelhaamed de xwe berdin çola ‘Erebistanê û biçin Yemenê.
Herwekî ku hûn jî dizanin Yemen beldeyek qedîm û welatek kevnar e. Yemen xwedî dîrokeke berbiçav e. Li gorî hinek rîwayetan Hezretî Belqis li wir wek Şahbanûya Sebe a qewmê xwe bi ‘edalet îdare kiriye. Paşê hezretî Suleyman bi emr û îrada îlahî ew biriye payîtexta Qiralîyeta xwe û pê re zewicî ye.
Li gorî hinek rîwayetan nêzîkî hatina Îslamê ḥukumranîya Yemenê ketiye destê ḥukumdarê zalimê bi navê Ebreheyê ku bi erîşa Teyrên Ebabîl helak bû. Piştî helaka Ebrehe ḥakîmîyeta Yemenê dikeve destê Nûşîrewanê Sasanî û ḥeta dewra walîyê bi navê Bazan ḥakîmîyeta Sasanîyan li Yemenê didome. Teqdîra Îlahî Bazan bi hevnasîya Îslamê muşerref dibe û ji teref ḥezretî Muḥemmed ve wek walîyê Yemenê ê yekemînê Musluman tê tayînkirin. Di vê dewrê de ji teref Resûlê Xweda ve ḥezretî ‘Elî wek teblîẋvanê Îslamê bo irşada gelê Yemenê wek wezîfedar hat te’yînkirin. Gelê Yemenê bi rêberîya Bazan û îrşada Ḥezretî ‘Elî di demeke kurt de Îslam pejirand û bû musluman. Digel ku piştî resûlê Xweda kêm ḥereketên îrtîdadî li Yemenê pêk hatine jî bi giranî di dewra her dû xelîfeyên ewilîn de gelê Yemenê mutî’tîya xwe ji dewleta Îslamê re nîşan dane û dijberîya xelîfeyan nekirine. Gelê yemenê di dewra Ḥezretî ‘Usman de mêla xwe dane ser Ḥezretî ‘Elî. Piştî şehadeta Ḥezretî ‘Usman jî gelê Yemenê mêla xwe ji ser Ḥezretî ‘Elî neguherandine û bi dijberên wî re mucadele kirine. Teqdîra Îlahî gelê Yemenê piştî Ḥezretî ‘Elî û peydabûna mezheban bi giranî Mezhebê Zeydîye pejirandin. Digel ku ev mezheb wek şaxek mezhebê Şî’a tê ḥesibandin jî di nav mezhebê şî’îyan de herî bêtir nêzîkî Ehlê Sunnet e. Di Yemenê de ji bil Zeydîyan gelek Şafi‘îmezheb jî hene
Piştî şehadeta Ḥezretî ‘Elî gelê Yemenê bi giranî nerazîbûna xwe ji Emewîyan re nîşan dane û li dij wan gelek serhildan jî lidarxistine. Ji lew Mu‘awîye daxil gelek îdarevanên Emewîyan bi dar û qolik çûne ser wan û heqaret li wan kirine. Piştî ku ‘Ebbasîyan dewleta Emewîyan hilweşandin, dawî li dewleta wan anîn û çûn ser text, herêma Yemenê ket bin ḥakîmîyeta wan. Bes ‘Ebbasîyan zêde nikaribûn gelê Yemenê îdare bikin. Piştî gelek serhildanan gelê Yemenê ji teref serok‘eşîran ve wek emaretên muxtelîf ḥeta sala 1517an hat îdarekirin. Di dewra ‘Ebbasî, Selçûqî, Eyyûbî, Fatimî û Memlûkîyan de li Yemenê gelek emaretên muxtelif hatine damezrandin ku hinek ji wan ev in: “Emareta Benî Zîyad, Emareta Ye’fûrîyan, Emareta Ressîyan, Emareta Neccahîyan, Emareta Suheylîyan, emareta Resûlîyan, emareta Hemdanîyan, emareta Tahirîyan û …. hwd.
Di sala 1517an de Yawiz Sultan Selîmê ‘Usmanî dawî li dewleta ‘Ebbasîyan anî û çû ser text. Ji vê salê wê ve Yemen ket bin ḥakimîyeta ‘Usmanîyan. Yawiz Sultan Selim, Emîr Îskender wek serdarê Yemenê tayîn dike. Digel ku ‘Usmanî dixwazin Yemeniyan bi nermî îdare bikin jî tebî‘eta ehlê Yemene tebî‘etek ḥişke. Ev gel zêde bi sernermîyê ve ne ‘elqedar e. Lewra di dewra Xadim Paşayê walîyê Misrê de Tahirî li dij ‘Usmanîyan, di sala 1538an de serhildanek lidardixin. Xadim paşa vê serhildanê têk dibe. Di sala 1554an de Zeydî li dij ‘Usmanîyan serî hildidin. Ji ber ku serhidan zû bên vemirandin dewleta ‘Usmanîyan îdarevanên Yemenîyan wek mîrê mîra tayîn dike da ku karibe wan îdare dike. Bes ehlê Yemenê mîrê mîran jî nas nakin û di sala 1567an serhildanek dî lidardixin. Ev serhildan ji teref Qoca Sînan paşa ve tê vemirandin. Piştî sikûteke kin îcar Îmam Qasim li dij ‘Usmanîyan serhildanê lidardixe. Êdî ‘Usmanî fêm dikin ku nikarin ji der ve Yemen û gelê Yemenê îdare bikin ji naçarî bi îmamên wan re li hev tên û Yemenê bi wesîla wan îdare dikin. Di vê dewrê de jî ji ber hevnexwazîya di nav îmaman de tevlihevî û alozîya Yemenê didome. Îmamên Yemenî hem ḥakîmîyeta ‘Usmanîyan qebûl nakin, hem jî di nav xwe bi hev re şer dikin. Dewleta ‘Usmanîyan ji bo ku dawîyê li vê alozîyê bîne û ḥakîmîyeta xwe qewî bike bi hêz diçe ser gelê Yemenê, lê gelê Yemenê di ber xwe dide û ‘Usmanî têk diçin. Di vî şerrê ku bi salan didome de bi hezaran leşkerên ‘Usmanî tên kuştin. Êdî Yemen bo leşkerên ‘Usmanî rîya çûn nehatinê ye. Kesên ku diçin şer hew vedigerin. Jiber vê yekê ye ku hem di sitranên Kurdî de hem jî di sitranên Tirkî de Yemen wek cihê çûn û nehatinê hatiye teswîr kirin. Wek mînak di sitraneke Tirkî de ev rewş mealen wihareng hatiye ziman:
Li ber derê Mêrdîn kelek hate girêdan
Ê diçit Yemenê dil kir pêrîşan
Dê û bavan îro tev reş girêdan
Dayê Yemen e, gul û çemen e
Ê diçit nayê gelo çi sebeb hene
Ev der Hûş e rê kêş û kendal
Ê ku diçe nayê lo çiye ev ḥal
Rewşa Yemenê bi dijwarî û alozî ḥeta sala 1849an didome, di vê salê de dewleta ‘Usmanî bi hêzeke herêmî çû ser Yemenê û bajarê Hudeyde ji Zeydîyan girt. Îmamên zeydî xelîfetî û ḥakîmîyeta ‘Usmanîyan qebûl nekirin. Jixwe Îngilîzên ḥîlebaz jî li benda rewşek wihareng bûn. Bi kişkişa Îngîlîzan gelê Yemenê ji nû ve li ber ‘Usmanîyan serî hildan. Dewleta ‘Usmanî ji bo ku vê serhildanê vemrîne û ḥakîmîyeta xwe ji nû ve tesîs bike bi navê “Ordîya Ḥeftemîn” ordîyek taybet saz kir, Fêrîq Mehmûd Paşyê Kurd û Eḥmed Muxtar paşa jî wek serbazê vê ordîyê tayîn kir. Van her dû kesan jî nikaribûn vê serhildanê vemrînin. Werḥasil ne serhildan ji yemenê xalî bûn, ne jî ‘Usmanîyan dev ji Yemenê berdan. Nîhayet ji serleşkerên ‘Usmanî ‘Usman Nûrî paşa bîr tê dibe û Sulta‘Ebdulḥemîdê Duyemîn hişyar dike ku ji bil sulḥ, xweşderbasî, ‘edalet, rêzgirtin û xwebixwe xweîdarekirinê tu çareserîyek bo pirsgirêka Yemenê nîne.
Mixabin digel ḥesasîyeta Sultan ‘Ebdul’hemîdê duyemîn şîretên Osman Nûrî Paşa bi paş ve vedigerin. Îdarevanên ku ji bo Yemenê ji teref Sultan ‘Ebdulḥemîd ve bo Yemenê tên tayînkirin ne li gorî ‘edaletê, ne li gorî ‘urf û ‘adetê ḥereket dikin. Gel di nav xela û naçarîyê de digevize, leşkerê dewletê ji birçîna qir dibin lê îdarevanên ku ji teref hukumeta merkezî ve wek îdarevanên Yemenê hatine tayînkirin di nav kêf û zewqê de digevizin. Destekî wan di rûn de ye yek hingiv de.
Gelê Yemenê naçar û birçî ye. Li alîkî sîyaseta şeytanîya Îngîlîzan, li alîkî famkorî, zulm û îşkenceyên îdarevanên Yemenê rê li serhildanên nû vedike. Nîhayet gelê Yemenê di destpêka qirnê nozdehemîn de serhildaneke qewî û dijwar li dar dixe. Di vê serhildanê de bi deh hezaran leşkerên ‘Usmanî qirr dibin. Bi hezaran gelê yemenê tên kuştin. Bi sed hezaran sêwî û jinebî bêkes û bêxwedî dimînin. Dewleta ‘Usmanî mecbûr dibe bo vemirandina serhildana Yemenê seferberlikek nû îlan dike. Bi hezaran leşker, xort û ciwanên terr û teze ji çar terefên dewleta ‘Usmanî ve bo şerrê Yemenê dikevin riya çûn û nehatinê.
Xortên terr û teze bo şerr dikevin rê, bes bûkên serbixêlî destê xwe bilind dikin û nifira li padîşahên dewrê dikin û wan rexne dikin. Ev rexne di zimanê Tirkî û Kurdî de dibin sitran û awaz ku yek ji wan di zimanê Tirkî de wihareng e:
Merhametsiz padişahlar askerî Padîşahên bê merḥemet leşkeran
On sene bekletîyorlar Hîcaz da Deh sala dihêlin li Hîcazê perîşan
Gidenler gelmiyor elverir gayrı Yê ku diçin hew vedigerin el eman
Soyka Yemen yîẋît koymadı bîzde Yemena bêbext anî li me xelaya mêran
Ne olur karli dağlar ne olur Eman çiyayên berf û bahoz sed eman
Asker yârîm gelse yaralarım ey olur Yarê minê leşeker bê birîn dibîne der man
Padîşaha soyleyin yâri gondersîn Ji padîşah re bêjin bila yar bişîne
Bu kanunu bu zagonu dondersin Vî qanûn û vi zagonî biguherîne
On seneyi bir seneye îndîrsîn Bila salekî wek deh sal bi hesibîne
Hiç mi merhamet yok Sultan Aziz'de Ma di qelbê sultan ‘Ezîz merḥemet nîne
Sefera ser yemenê jî nabe çareserî. Di şerrê leşkerên ‘Usmanî û Îmam Yeḥya û Îdrîsê Yemenî de leşkerên ‘Usmanî têk diçin, tî û birçî tên kuştin. Nîhayet di sala 1911an de di navbera dewleta ‘Usmanî û Îmam Yehyayê Yemenî de bo sulḥê peymanek pêk hat. Dawîya dawî di şerrê Yemenê de kes bi ser neket û herkes mexlûb bû. Ê ku bi ser ketin hêzên ẋerbîyên koledar bûn. Nîhayet Yemen ji destê ‘Usmanîyan derket, ket destê Îngîlîzan. Şerrê biratî û xwebixwetîyê bû sebebê serdestîya neyaran. Li alîkî nifir, li alîkî şer, li alîkî naçarîya qîz û bûkên serbixêlî. Li alîkî hêvî, li alîkî jan, li alîkî birçîbûn wek semera sefera ser Yemenê ji muslunanan re yadîgar ma.
Dema leşeker bo sefera ser Yemenê bi rê dikeve bûkên serbixêlî li ser zavayên teze sitranan dihûnin. Carna evîn nîvco dimînin dibin hesret wek awaz û sitran bi bal asîman ve hildikşên. Yemen goristana gelek xewn û xiyala ye. Dema ji bo sefera ser Yemenê ji Bilîsê leşker bi rê dikeve evînek nîvcû dimîne. Hesretek dibe sitran, evîna Dewazê Rindê ji Bilîsê wek nameyek li ser baskê kevokê bi sed salan tê dighê me. Ev sitran wek nameyek mutercîmê derdê hezar leşkera ye ku ji Kurdistinê bo sefera ser Yemenê çûn û nehatin.
De kerem kin em bi hev re guh bidin dengbêjê xwe. Dengbêjê me ê bi navê “Miḥemmedê Canşah” bila vê evîn û ḥesreta nîvco bo bîranîna rebenên Yemenê ji me re bi nuhurîne. Kerem kin.
Wêê ….y haaa ha ha hî hî hî…
Wayê wayê waaa….x
Begê mino! Min go:
İro kela sê wê wê wê de lo lo mil çêkirin
Hewara xwedê
İro sube ye
Min bala xwe dayê
Çotek kewê gozelê gogerçînê narîn
Di burcê kelê de
Ax reben ez im
Perrê wê wê wê….
De lo lo xwe li ba kirin
Bi lo lo lo mîro
Sibe ye min dî
Dewazê Rindê
Dertê ji derê malê
Go dayê dêranê!
‘Heft sala nîzamî ji berxê te ra gotin
Ewê sivê vî çaxî
Berê min bidin sefera ser Yemenê
Nav ordîyê
Ez diherim
Bira emanetê te be
Bûka rû bi xêlî wê wê wê….
De lo lo lo rû ne vekirî
Ax de lo lo lo mîro
Hay hay hay ho ho….
Hay lo mîro lo lo mîro
Hay lo mîro bê lo lo mîr xayîn in
Keçikê digo:
İro bejna apê Bozo oy oy….
Lo ji dara çamê wê wê…..
Îro hêşin dike li Bedlîsê
Li ser Mila ‘Ereb
Lo li ber camê
Kesekî xwedanê xêra tune
Rabe here alîyê dîwanê
Xwe bavê mîran û ḥakiman
Belkî ew jî Osmanê birayê min ra bêjin
Qelbê wî bê merhemetê
Sibê malmîrato bi destê Xanê bigre
Xanê bide Dewazê Rindê
Bira ji xwe re bibe
De lo lo lo…. ser domamê
Bê hay lo mîro! Lo lo mîr gawir in
Ha hî ha ha ha… hayî ha
Gelî xwendevanên hêja! Rêzenivîsa me a bi navê “Tew Dinyayê” beşa bist û yekemîn jî bi dawî bû. Me di amadekirina vê beşê de ji dengbêjê serhedê Mîhemedê Canşah û Pirtûkên bi navê “Dini ve Siyasi Yönden Osnalı Devleti İdaresinde Yemen[1], Osmanlı Son Döneminde Yemen İsyanlarının Türkü Metinleri Üzerine Etkisi, Yemen Vazat-Luhye Mıntıka Kumandanlığı Harp Ceridesine Göre I. Dünya Savaşı Ve Yemen Cephesi[2], îstîfade kir. Bo agahîyên berfireh hûn dikarin li wan çavkanîyan mêze bikin. Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşîyê de. Em ji we re du‘adar in. Ji du ‘ayê we hêvîdar in. Fî emanîllah.
Cewdet KARAMAN
Her çiqas nivîs werger jî be Nîvesek xweş û tije ye Sikav bo Nivîskar û Amedekar û wergerî