Hîkmet, Windayiyê Mumina ye...

Article

"Hîkmet, Windayiyê Mumina ye, Bi Ehlê Nîfaqê Re Be, Divê Wê Bistîne." -Hezretî E'lî-

Karsaz û razankêrê Hindî Ratan Naval, serekê Tata Sons (Tata Otomotîv) qismek ji peyvû xeberdana wî ya li paytexta İngiltere Londra, gelekî bi hîkmet e.
Wiha renge dibêje:

1- Zarokên xwe ji bona ku zengîn bibin perwerde nekin, ji bona ku dilşad û bextîyar bin wan mezin bikin. Bi vî hawayî wexta ku gihîştin, ewê ne buhayê eşya zanibin, wê qîmetê tişta zanibin.

2- Xwarina xwe weka derman bixwun, yan na hûnê mecbûr bi mînin ku dermanê xwe weka xwarinê bixwin.

3- Kesê ji we hes dike we bernade, ji bona ku terka we bike sed (100) sebeb hebin, ji boy ku bi we bigre yek sebebî bibîne bese.

4- Gelek cudayî heye di navbêna adem û benî adem de. (ferq heye di navbêna bûyina însan û ewladê însan)

5- Wexta hatina dunyayê hûn têne hes kirin (dema wîladetê kêfa geleka ji were tê). Gava hûn ji dunyayê çûn jî hûnê werin hes kirin. Navbêna van hûnê pêk bînin.

6- Ku hûn bi xwazin bi lez bi meşin, bi tenê bi meşin, bes ku di xwazin hûn dirêj bi meşin bi hevdûre bi meşin.

Li dunyayê şeş hekîmê herî qenc:
1- Ronaya rojê
2- Îstirahet, bêhndan 
3- Hînkarî, temrîn kirin
4- Parêz girtin 
5- Bi xwe ewlebûn (î'tîmad)
6- O heval û hogir...

Di her payê jîyanê de bi domînin û xweşîya heyatek bi sihhet bi jînin.

Li heyvê binhêrin hûnê xweşkaya Xaliq bibînin...
Li rojê binhêrin, qudreta Xaliqê a'lemê hûnê bibînin... 

Li e'ynê binhêrin, hûnê bibînin ku Rebbê a'lemê mukemmel xwuliqandîye...
Jibona vê bi xwe ewle bin.

Em geştyarin û Xweda jibo me cih veqetanî kirîye. Hem ji pêşî ve geşt û guzara me û cihê gihana me tayîn kirîye. Jibona vê emê bi Xweda amin bin û di kêf û xweşîya rêçûna HEYAT ê bijînin. 

Jibona we çiqas kesên muhîm hene ji wana rê bişînin. MİN VÊGA ŞAND.

Gotinê vî însanî li vir xelas dibin. 

Ratan Naval ğeyrî muslum e, bi tehqîq mensûbê çi dînî ye ez nizanim. Ez vê dizanim ku ji rastîyû hikmetê xeber daye. Hikmet jî bêhtir layiqê mumina ye wekî ku di serî de hat zikir kirin. Çewa ku Hezretî ‘Elî jî vê heqîqetê ji mere hinarî kirîye. Bi rastî di van benda de manayê kûr hene o lazim tê li ser me ku em bigrin û bi nezaket û nişmî muhafeze bikin. Ne ev e ku maye em windayê xwe daxwuyanî bikin. 

Şeş bendê ewil van hinarîya didin:

1- Şaş bûn û xetayek însanê zeman der heqqê zarokan de yek jê eve ku ebeweyn jibona wan mal bicvînin û istiqbal û siberoja wan bi maldarîyê ava bikin, ku wê ewladê wan mes'ûd û bextîyar bibin. Hal ev e ku rizqê hemî mexlûqa liser Rebbê ‘alemê ye o di heqqê ewladan de tu kes nikare jibona yek anekê jî temînat bide û hetanî tu kes jibona xwe jî jibo sibehê ewle nabe. 

Rastî ev e ku Resûl ê Ekrem (‘aleyhissalâtu wesselâm) "Bavan ji ewladê xwe re ji ğeynî exlaqê xweş mîrasek hêja ne hiştine" (Tirmizî)

Yek hedîsek din jî "Hûn însana bi mal nikarin memnûn bikin, bes bi rûyê bişirî o bi xulqê xweşik dil xweş bikin." (Bezzar, Ebû Ye'la, Taberanî)

Ev tesbîta ha ku bi mal kes nayê memnûn kirin ji bona zaroka jî tê qebûlê û ewladan jî îhtîwa dike. Lewra gelek ceribandin bûne ku ewladê maldara li ser mîrasê bavê xwe rûniştine lê belê eğlebê wan ji ber ku qîmet nezanin pê dilxweş û bextîyar nebûne. 

2- Ji xewasa hatîye rîwayet kirin; "Hindikê xwarinê te hildigre, zahfê wê tu hildigrî." Tê mana ku xwarina zêde mirov dike hemalê xwe bi her hawî. Jibo vî qasî dîsa em li Resûl ê Ekrem (‘aleyhissalâtû wesselâm) guhdarî bikin.

"Benî adem ji mî'dê xerabtir firağek ne dagirtîye."

"Ez jibo ummeta xwe ji van tişta gelek ditirsim; zikê mezin, xewa zêde, keslanî û îmana kêm."

Jibona vêye ku bi wezn û tedbîr xwarin bi nîyeta mayîna li heyatê neyê xwarin û xerîtan, di pêş de bela û nexweşî û merezên we kû derxîne, hem xwedyê xwe ji gelek nî'metê xwarina dûr bixîne û hem bibe sebeb ji bona ku gelek ilac wê werin şuxulandin, dibetî ku ji xwarinê bêhtir bin.

3- Biratîya îmanê û heskirna ji bo Xweda bes e ji bo ku em hev bigrin û bernedin. Rehberin divê xususê de ev îxtarên muqeddes:

"Hemî mu'min birane, û (çi zemanê nava wan xera bû) hûn sulhê têxin navbêna wan." (Hûcûrat. 49),

"Hetanî hûn ji hevdû hes nekin, we bi tevayî îman ne anîye" (Muslim).

Heskirna bi rastî, dostanîya ji dil, çiqas zeman di serde derbas bibe û çi sebeb hebin dîsa jî xera nabe. Lewra dost bê rîya û bi samîmîyet bi hevdû digrin. 

"Însan heye cuda nabe ji xemlû şemal
  Hinek hene bê cudane ji colê sewal
  Bi her dîtina ku te dît ne xape
  Însan nayê famê bi dîtin û rewşû xeyal"
                                               (U'mer Heyyam)

Gerçî şair vê rûba’îyê bi zimanek din nivîsîye, belê me xwest ku bi Kurmancî dîsa bi çaranî lihev bînin û armanca xwe bi mane bigerînin. Ev jî yek ji hikmetê ye ku me rahiştê. Ha ev e ferqa navbêna însan û ewladê însan. Kesê ku xeslet û fezîletê ademîyetê hilgire o hemalîya vê qudsîyetê bike, heqîqet însan ew e. Di vê rêpêketya dunyayê de çi kes hene ku şopeka xweşik û bêhneka xweş dihêlin û diçin, piştî çûna wan salû zeman derbas dibin ku hê jî navê wan tê hildan. Hinek jî hene ku li şopa xwe ziblû poxan û qirşû qal dihêlin. Dema ji dunyayê diçin bi tevayî wunda dibin feqet texrîbatê wan bi sala nayên ava kirin. Jibo ku benîadem bibe însan lazim e were gihandinû perwerdekirin. Ji vê re jî barekî giran dikeve ser pişta dêyû bav û heta hawir û komalê.

Di vê xusûsê de Yûnus Emre wiha dibêje:

"Kesê bê emek bûye maldar,
Evê bê kitêb bûye ‘ilimdar,
Ê ku sermîyanê wî ol e,
Şeytane her jê re nîşandar"

Êêê, kesê ku rehberê wî şeytan be devê wî ji pîsî dernayêêê...

5- Wexta hatina dunyayê hûn biçûkin têne hes kirin. Lewra fitretê pak û paqij bi wereye û hûn xwedyê xulqîyeteka tebî'îne. Vî exlaqî û vê heskirinê hûnê bidin dewam kirin. Bi rastî ev dewama benda berya vê bendê ye. Jibo ku zarû însan rabin çiqas wezîfe bikeve ser milê pêşîyan jî, ev wezn û tedbîra navberê lazime ku şexs muhafeze bikin. Hetanî mirinê ku hûn werin hes kirin û piştî we hûn bi heskirin di bîr werin. 

6- Qesta ji meşa bi lez yaxud dirêj heyat e ku bi serê xwe yan jî bi tevayî were jîyandin. Bi teybet kesên mumin lazim e li ser ku rehber û murşidekî bi hebîne û bi civakîw cema’etek mumin û bi şu’ûr tevger bike jibona di hengama heyatê tenê nemîne. Erê, tenêbûnî gelek caran perîşanîye. Însan hebûnek komelîye. Bi tenêbûn û serê xwe tevayî jîyana xwe nikare bide meşandin. Dema tenêbûnî lazim e jibo pêre bighêje lez bike, zû bimeşe o çar alî bazde, feqet disa jî pêk nayne û dibîne ku ‘umrê wî xelas bû, qedîya hat ber ecel. Meşa bi lez, jîyanek bi cerg û bez tu ta'mê nade xwedyê xwe. 

Wiha renge tevdeyî û pevrebûnî xêr û bereket e. Ji yekîtîyê taqet û mecal dertê. Jibo raserîw serpêhatina muşkulata bihevrebûn lazim e, ji lewra quwweta însan bi kêmasî ye li hember pirsgirêka. Dîsa meş'ala Âleyhîsselatûwesselam li me ronî dike:

"Rêwîyek şeytanek e, du rêwî du şeytanın, sê rêwî cemaetin". (Âmr binû Şû'eyb)

Şeş bendê ewilî xulase bi vî hawî ders û hikmet nîşan didin. Şeşê din hinarîyê wan evin.

1- Bê tavik û ronaya rojê nemînin. Pêşîyên me ne gotine: Xanîyê ku roj na kevê, hekîm û tebîb jê derneyên. Erê ev halê mey bejn û bal in. Belkî manewîyat her dem ronaya îmanê dixwaze. Divê xwe bê îman û Qûr'an û îxlas ne hêlin ku nûra Îlahî li her der û zeman çavên we ronî bike.

2- Ji meşğûlîyetû tevgera dunyayê dema ku betilandin çêbû bi meşğûlîyeta îlahi bêhna xwe berdin. Bi ta'tîl û keslanîyê xwe bê qîmet nekin. Te'tîl ji 'etaletê tê, ew jî avêtîye ku li mumina nayê. Jibona betilandin û giranî were avêtin van şuğla bikin:

a- Qur'anê bixweyninû guhdarî bikin û li mushefê binhêrin, 
b- Li suhbeta ‘alima rûnên û li rûyê wan binhêrin,
c- Bi dostan re tevgerê bikin û li rûyê wan binhêrin, 
d- Li şînayî û ava herkandî nezer bikin,
e- Qencîyê li dê û bavê xwe bikin û li sûretê wan binhêrin. 

Erê, bi van xesleta were âmelkirin ‘umir dirêj dibew nûr û dîtina çava zêde dibe. Bira di navbêna meşğela we de keslanî û rehawet ne be, ji bona mumina weqtê betal nîne. Ji bona her anekî me roja hîsabê emê hesab bidin lewra. 

3- Hemd ji Rebbê âlemê re be ku limêja me heye bi wê hînkarîw spor ji mere ne ihtiyaç in. Erê bi nîyeta ‘îbadet tê eda kirin feqet mukafatek a jibo limêjê li dunyayê gelekê merezaw nexweşîya ji bedenê dûr dike. 

4- Xwarina zêde tune be, îhtîyac bi parêz girtinê çê nabe. Dîsa jî ku em guhdar bin li Fexra Kaînatê (‘Eleyhîsselatûwesselam) rojî tewsîye kirîye, ew jî sıhhet û ‘efyeta bedenê ye. Rojên düsem û pêncşema rojîgirtin sünnetek gelek bi xêr û bereket e. 

5- Îmân û tewekkul. Bi Qur'an û Sunnetê ‘emel bike û xwe bispêre Rebbê ‘alemê. Kesê ku bûye xwedyê îmana heqîqî li hember kaînatê merdê meydana ye.

6-  Roj hene ku berf û bapûk rê bigrin, tavanê huznû kederê ser dilê te bigre, kengî tu bi dostekî îhtîyac bibînî ez li virim. Heval û hogir di vê taxê de dost in. Hem di bijartinê de muhîm min dost û heval. Li ser Kesê mumin lazime ku dostê xwe ji mumin û saliha bi neqîne. Dema tengasîyên giran dostê heqîqî li hev di pirsin. Îxlas û teqwa jî di vê behsê de cih digre. Binhêrin dîsa ‘Eleyhîsselatûwesselam rê bi ber me dixe di vê xusûsê de:

"Ji mu'mina pêve dost negre, xwarina xwe, ji ğeyrî mutteqîyan nede ta'm kirin."

Zahirê hedîsê jibona îkrama xusûsî û dostanîya derûni ye. Meqseda ji dil ev e ku heval û dost ji ehlê îman û îxlasê bin, hem şexsîyet jî bi Qur'an û Sunnetê ‘emel bike bi îzna Xweda derdek bê çareserî nayê wucûdê o em pê nakevin yesê. Hêvî heye jîyanek bi huzûr û dilşad were inşa kirin.

Hinek ji hîkmetê ku me teqdîm kir neçêyane. Dibêtî ku mefadarû bikêr were

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Fethullah Yalçin

Ê Berê ÇENGEK QERÎNA AZAD
Ê Li Pey Evîna Min Ji Ezel Tê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.