ÎSLAMA PÎROZ

Article

Doza ehlê Xwedaw pêxembera

Xwezîya hemî Seydaw rehbera

‘Eşq û evîna dilê dîlbera

Gul û gulîstan Îslama pîroz.

 

 Ji bavê Âdem heta Mûhemmed

Her kî pêxember tu pê ra rehmet

Ji ba Xweda ve şahîw ‘edalet

Kîtaba şer’ê Îslama pîroz

 

Îslama pîroz, Îslama delal

Wek dengê Dawid û Bîlal zelal

Qenc dide zanîn heram û helal

Rê û rêzanî Îslama pîroz

 

Can û cananî, yar û yaranî

Gul û kulîlkê bexçê Qur’anî

Ketîw bêkesar xweşîw seyranî

Çarew dermanî Îslama pîroz

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Fatîh Akman

Ê Berê Axê Mezlûm, Ji Xweda ve Me’lûm
Ê Li Pey Çi Li Pişta Te Ye, Ew Li Pêşya Te Ye

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.