HEYAT ÎMAN Û CÎHAD E

Article

 

Seyda, piştî dersa sibêhê da feqîya, rabû destmêja xwe nû kir. Hewa xweş bû, roja nîsanê hestîyê meriv germ dikir. Seyda xwest kû sinnetê xweyî dûha li derve bike. Rabû ji nav gund derket. Di ber çem re meşî. Deverek rast dî û ‘ebayê xwe lê rast kir. Rabû sinnetê xwe kirin. Piştî limejê di’a kir. Tesbîhê xwe kişand.

Mi’ellimê gund jî derketibû ber çem. Ça’v Seyda ket, hat selamî Seyda kir. Seyda, silava wî lê vegerand û jêre hurmet kir.

Mi’ellimê gund, gelek carî dihat cem Seyda û pêre suhbet dikir. Mi’ellimê gund di wextê telebeyîya  xwe de, ketibû nav dersê Îslamî. Lê belê piştî xwendina zanîngehê, ji bona ji suhbet û dersê Îslamî dûr ketibû û bi hinek hevalên xwe yên Xwedênenas re mabû, ji jîna Îslamî jî dûr ketibû.

Mi’ellim, ji Seyda pirsî:

-  “Seyda, ma Musliman ne li ser dînê heq in? Çima li her derê dinyayê, Musliman bindest in û li paş in? Dewletê ne musliman, serdest in û di xweşî yû rehetîyê dene?”

Seyda, li ser vê sualê hezînî. Lewra heqîqeten, li her derê cîhanê, musliman di bin zulm û ezyeta de bûn. Welatê muslimana, yan di bin zulma kedxwarê kafir de bûn; yan jî di bin zulma ğulamên wan yên ji nav Muslimana de bûn. Erdê Muslimana, ji xwîn û hêstira her daim şil bûn.

Seyda, piştî nefesek kûr da û sitend, bersîva Mi’ellim da:

-  “Mamostê delal, bêşek dînê Muslimana dînê heqq e; dînê Xuda Te’ala ye! Dînê Xuda, dinê herî rast e. Di her dewr û derê de, ji bona şadîya însana bes e. Paşveçûna Muslimana li  dinyayê, ne ji sedem dînê Xwedê ye; ji sedem Muslimana bi xwe ye. Wextê Musliman, bi rastî xwe bi dînê Xuda Te’ala ve bigirin, ew tu dem zelîl nabin; û ew li paş namînin; ewê her li pêş bin. Lê wextê Musliman, hew bi navê xwe Musliman bin; bi jîn û jîyana xwe, ji riyê ne-Xudayî ne dûr bin, ew dem Xweda Te’ala, alikârîya xwe, ji Muslimana distîne; û Muslimana bi halê wan ve dihêle. Çi hezîn e kû halê Muslimanê îro jî ev e.” Li ser vê bersiva Seyda, Mi’llimê gund pirsek din kir:

-  “Seyda, çima Xweda Te’ala, dihêle kû Musliman bikevine vî halê xerab; kû îro di welatê xwe de bindest in; hin ji wan ji zulm û zordestîya re mecbûr dimînin kû ji welatê xwe derkevin; zarok û jinê wan li ber derîyan dimînin?”

Ser vê pirsa Mi’ellim, Seyda ji Qur’anê, ji sûreyê Al-ê ‘Îmran ayetên ji 137an heta 142’yan xwend û me’ne kir:  

 “Bêguman ‘adetên (Rebbê te) der heqqê umetên berîya we de bihûrîne. Ji ber vê yekê, de ka li ser ‘erdê bigerin û binêrin ka paşîya wanên kû ayetên Xwedê înkar kirin (bawerî pê ne anîn) çawa bûye?”

“Ev (Qur’an) ji mirovan re daxuyanîyek e û ji mutteqîyan re jî şîret û rêber e.”

“(Gelî bawermendan! Ji cihadê) sist nebin û xemgîn jî nebin; eger bi rastî hûn bawermend bin, ê serkeftî ê hûn bin.”

“Eger hûn (li Uhûdê) birîndar bûbin, bêgûman birîndarî (li Bedrê) bi ser wan de jî hatibû. Em wan rojan (ên şikestin û serkeftinê) di navbera mirovan de bi dor digerînin, da kû Xwedê wan ên kû (ji dil û can) bawerî anîye derîne rastê û da kû ji nav we hinek şahidan (şehîdan) derîn e. Helbet Xwedê ji zaliman hez nake.”

“Da kû Xwedê (bi vî awayî) wan ên kû bawerî anîye (ji gunehên wan) paqij bike û kafiran jî ji holê rake.”

“Heta Xwedê ji we yên kû cîhadê dikin kifş neke û yên (li pêş berî zorê) xwe ragirtin dernexe holê, ma ji we heye hûnê herin cennetê?” Xwedê rast gotîye… Seyda, dewam kir:

-  “Mamosteyê hêja, ev dinya cihê îmtîhanê ye. Musliman bixebitin, di rêya Xwedê de bi destê hev bigrin û timaya dinyê nekin, wê elbet serfiraz bin. Lê belê wextê sist bibin û ji hev bikevin, di ‘emelê xwe de, îxlasê wunda bikin û xwe ji guneha neparêzin, wê meğlûb bibin. Ev sunneta Xwedê ye. Eger di her halûkarî de Muslimana serkeftî bistenda, wê demê me’na îmtîhanê wê nemabaya. Ji ber vê yekê Xweda Te’ala, izna musîbeta dide kû werin serê Muslimana, di heqîqetê de jî sedemê van musîbeta, kirinê Muslimana bi xwe ye. Xwedê Te’ala, di sûretê Şûra, di ayeta 30’î de, wiha dibêjê:

“Çi musîbeteke kû were serê we, her ew bi sebeb gunehên kû we kirine; û Xwedê li pirên wan jî dibore.”

                Li ser vê daxuyana Seyda, Mi’ellimê gund kêf xweş bû. Hurmeta wî hê bêtir bû ji Seyda re. Lewra van pirs û pirsgirêka, serê wî gelek mijûl dikir. Di gelek civata de, hinek hevalên wî yên Xwedênenas, ev mijar tanîne holê û dixwestin dilê mirovan ji dînê Xwedê sar bikin.

                Seyda, nerî kû gotinê wî li ser Mi’ellim tesirê dike, xwest kû suhbeta xwe dewam bike:

                - “Mamosteyê delal! Xweda Te’ala, di ‘alemê de ‘ibret û nîşan çêkirine ji bonî însana. Da kû însan li der û dora xwe temaşe bikin û hîkmeta jê derînin. Hin ji van ‘ibretan demsal in. Wekî kû em dizanin di salekê de çar demsal hene: bihar, havîn, payîz û zivistan. Ka em hinekî li ser vê mijarê mijûl bibin!”

                - “Mamoste, bihar ji me re çi îfade dike, bihar çiye?”

Mi’ellim, li ser pirsa Seyda li dora xwe nerî. ‘Erda şîn dikir, kaşê li ber çem ji kulilka tije bûbû. Perperîka û mêşê hûngiv, xwe ji ser kulilkekê radikir û xwe li ser kulilkeke dî didanîn. Pelê dara, bi bayê hênik re reqs dikirin. Ji wan hinkî şûn de çend zarokan berxik û karikê xwe diçêrandin. Bihar li ber ça’va bû. Mi’ellim, bersiv da:

                - “Bihar demsala herî xweş e. Di biharê de, hişkbûna tebî’etê jê diçe. Hewa, av û ax nerm dibe. Berfê çiya dihelin. Kanî der dibin. Avê çema zêde dibin. Rûh û can tê der û dorê. Deşt û çiya şîn dibin. Di nav giya û çemena kulîlk vedibin. Av di rehê dara de digere. Çe’vîyê dara diteqin. Tirh û derxê dara şîyar dibin. Pel şîn dibin. Dar bi kulîlkê rengîn dixemilin. Dengê çûk û bilbilan di ‘alemê de digere.” Seyda, gotinê Mi’ellim, bi serê xwe tesdîq dikir û go:

- “Raste! Bihar, jînek e nûye yan jî nûbûna jînê ye. Çêbûna ji dê ye, yan jî sağbûna piştî mirinê ye. Nûciwanîya însana ye. Rojên xweşin kû Xweda Te’ala dane însana. Bihar, dide îspatkirin kû piştî mirinê jîn xelas nabe. Wê însan, dîsa sağ bibin. Xuliqandina ji nû de, ne zehmete ji bo Xweda Te’ala. Hem ji bo ummeteke mirî, hêvîya sağbûnê ye bihar. Bes kû Xweda, rehmetekê lê bibarîne; wê ew ummet, dîsa geş û şên bibe.” Seyda:

- “Belê Mamoste, em ji bo havînê karin çi bibêjin?” Mi’ellim:

- “Havîn… Bêndera biharê ye. Kemala fêkîya ye. Şitlê di biharê de hatine çandin, fêkî dane. Simbil, tije bûne û xwar bûne. Zad seridîn e. Wextê kâr û xebatê ye, wextê paleyîyê û bêndera ye. Qûtê salê peyde bûye.” Seyda, ew tesdîq kir û ev bi serve kir:

- “Havîn, ye’nî ‘umrê însan kemmilî ye. Fikr û şi’ûra însan rûniştî ye. Hêvîyê biharê bi cî bûne. Jîna ferdî gihaye jîna cemîyetê. Medîne înşa bûye. Nîzam bi cî bûye. Dema fitûhata ye, welat berfireh dibe. Lê belê lazime însan, ji ser xwe ve neçe. Bi dewlemendîya havînê nexape. Îmkan û sermaya xwe, bêhed nebîne. Xwedî teserruf be, ne musrif be. Hem lazime amirê dewletê, ji ‘edaletê şaş nebe û xwe  ji zulm û ğeddarîyê biparêze.”

- “Mamoste, tu der heqê payîzî de çi dibêjî?” Mi’ellim:

- “Payîz… Bihara dawî ye. Tê de pelê dara zer bûne, xwe bi zor li hewa digrin. Rez û dehl xera bûne. Hewa, ba, av û ax cemîdî ne.” Seyda:

-“Payîz, zewala rojê ye. Wextê ‘esrê ye. Îxtîyarîya bedenê ye. Tê de ‘alem nexweşe. Rengê hiznê li wechê ‘alemê ketîye. Îşaretê mirinê, xwe dane xûya kirin. Wextê hîcranê hatîye. ‘Alem, î’lanê dike; dibêje: “Mirin heye, xwe hazir ke. Wextê rêwingîyê tê. Barê xwe hazir bike. Wesyetê xwe bike.” Seyda, dîsa pirsî:

- “Mamoste, zivistan çiye; ji me re çi dibêje?” Mi’ellim:

- “Zivistan… Demsala herî zor e. Peyde kirina qûta gelek zehmete. Dinya zêde dicemide. Ba û baranê wê sar in. Av û axê, qeşa girtiye. Berf û cemeda wê, ‘erdê hêsîr digire. Gelek heywan, hetta hinek jî însan, ji serma û birçîna dimrin.” Seyda:

- “Raste, Mamosteyê hêja! Roj çûye ava îdî. ‘Alem mirî ye. Hêvîyê bêxwedî yû bêwar qufilîne. Çe’v hatine girtin. Rûh, ji bedenê derketîye. Wextê hîsabê ye. Mirov, di bihar û havîn û payîzî de çi dabe hevdû wê dibîne îro. Kesê kû hesabê vê demê kir û hazîrî jêre kir, ew rihet e. Lê belê, ê kû hazîrî ji vê demê re nekirî, ew perîşan dibe. Hem zivistan, bi me dide zanîn kû lazime tu kes û dewlet, ji ser xwe ve neçin. Lewra zewala kemalê her heye!”

Mi’ellimê gund, ji xeberdanê Seyda, gelekî kêfxweş bû. Hizûr hate ser qelbê wî. Li xwe ma şaş. Lewra xwe zana û rewşenbîr didît; lê dîsa jî, bi vê nêrînê, li dora xwe nenêrî bû ticarî. Pirsgirêka heyînê, bi vê nêrînê dihate halkirin. Xweda Te’ala, bersîva sûala teva nivîsîye, di pirtûka kaînatê de. Bes ku mirov zanibe wê bixweyne. Eger meriv nikaribe bi xweyne, lazime meriv xwe bighîne zanayekî wekî Seyda.

Mi’ellimê gund, destê Seyda maç kir û jê re minnettar ma. Rabû xatir xwest:

-  “Seyda, Xwedê ji te razî be; suhbeta te gelekî li min te’sîr kir; te ça’vê minî girtî vekir. Seyda, şîreta te ya dawî çiye ji min re?”

-  “Kekê Mamoste! Di heyatê de gelek îmtihan hene. Çi bi xweşîyê, çi bi nexweşîyê tê bê îmtîhankirin. Tu di her halî de, bê îcaba îmanê çiye, wê bi cî bîne; û tu her dem li ser rêya Xwedê be. Ji boyî riza wî, bixebite û cîhadê bike! Lewra jibîr neke, heyat îman û cîhad e!

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Mustafa Turan

Ê Berê Şerîet Li Zahir Dinêre
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.