TEWEKKUL ( XWESPARTIN )

Article

Pesn û hemdên bêjimar ji rebbê me Xwedayê Aleman re bin. 

Pênaseya peyva tewekkulê “xwe spartina Xwedayê Teala” ye. Ev xwe spartin, divê di jiyana me de her tim serdest be. Heman awayî divê ji xeynî Xwedayê Teala jî xwe nespêre tu kesan an jî beşeran. Ango tenê ji Xwedayê Te’ala bawer bike û xwe bispêre wî.

Di tewekkulê de sedem û encam heye. Ev her du têgeh bi hev re têkildar in. Li gorî rêgeza îlahî heta ku sedem neyê avakirin, encam jî nayê stendin. Ji ber vê yekê divê bawermendên Îslamê ji bo bigihêje armanca xwe, ewil çi ji destên wan bê bikin. Piştî van kirin û hewldanan, hewceye ku tu tiştekî mirov bike nemîne. Wê gavê xwe bispêre rebbê xwe û encamê ne ji sedeman, tenê ji rebbe xwe zanibe.

Di dawiya her kar û bûyeran de, heke em bixwazin encam li gorî dilê me pêk bê divê em encamê tenê ji Xwedayê Teala bizanibin. Dibe ku encam pir tê xwestin, lê belê ji bo me ne xêr be. Encama ku ji bo me hîn xêrtir e Xwedayê Teala pê dizane, lê em pê nizanin. Divê em misilman beriya her tiştî çi ji destê me bê ango çi hewce be em bikin û paşî jî encamê ji Xwedayê Teala bixwazin.

Piştî ku biryar hate dayîn, divê ew kesê hanê têkeve nav tevger û hewldaneke wiha ku wi bigihêjîne armanca wî. Ji bo encameke bixêr bê bidestxistin, divê çi hewce be bê kirin. Digel vê yekê divê xwe spartina Xwedayê Teala qet neyê jibîrkirin û her gav di bîra me de be.

Çawa ku Xwedayê Teala di Kîtaba me ya pîroz Qur’ana Kerîm de ferman dike ku “Gava te biryara xwe da, êdî xwe bispêre Xwedayê Teala û baweriya xwe bi vê yekê bîne. Lewra Xwedayê Teala yên ku xwe dispêrên wî ji wan kesan hez dike.” (Alî Îmran:3/159)

Ji rojan rojekê sehabeyekî bedewî hêştira xwe bera çolê dide û pişt re berê xwe dide cem Resûlûllah. Gava digihêje cem Resûlûllah, Resûlûllah ji wî dipirse:

-Te hêştira xwe çawa kir?

Li ser vê sewala Resûlûllah, ê bedewî wiha bersiv dide:

-      Min hêştira xwe emanetî Xwedayê Teala kir.

Li ser vê yekê Resûlûllah, ev bersiva ku di hundirê xwe de wateya tewekkulê dihewîne tîne ziman:

-Ewil tevdîra xwe bistîne û pişt re tewekkul bike.

Divê her bawermned ango misilman di vê hişmendiyê de be ku her tişt di çarçoveya îlahî de bi riya sedeman emcamê digre. Ango her tişt bi sedemekê an jî sedeman xwe digihêjîne encama xwe. Wekî mînak heta ku em bizir neçînin, mixabin em nikarin tu mehsûlan jê bigrin. Ev rêbazeke îlahî ye ku Xwedayê Teala bi me wek tewekkulê daye zanîn.

Tê rîvayetkirin ku rojekê Hz. Mûsa nexweş dikeve û wiha dibêje:

- Xwedayê Teala dikare bê derman jî şîfayê bêde min û min ji vê nexweşiyê rizgar bike.

Lê belê Xwedayê Teala Hz. Mûsa hişyar dike û wiha dibêje:

-Ey Mûsa! Heta ku tu dermanê nexweşiya xwe bi kar nîne, ez

şîfayê nadim te.

            Li ser vê yekê Hz. Mûsa dermanê nexweşiya xwe bi kar tîne û ji nexweşiya xwe rizgar dibe, ango baş dibe.

            Belê, ji bona ku em ji nexweşiyan baş bibin, emê herin cem bijîjkan. Heman awayî dermanên bidin me jî emê bi kar bînin. Lê belê em qet nabêjin ê şîfayê dide bijîjk e an jî derman e. Piştî bikaranîna van rêbazên ku sedeman pêk tîne, divê êdî em misilman xwe bispêren Xwedayê Teala û şîfayê tenê ji wî hêvî bikin û bixwazin.

            Li gorî rêzikên îlahî ji bo encamgirtineke tê hêvîkirin û xwestin, dive sedemên wan jî pêk bên. Piştî ku sedem hatin cî, divê em encama wê ne ji sedeman, tenê ji Xwedayê Teala zanibin. Ango em nebêjin ku yên encam derxist holê sedem an jî sedem in. Her tim encamê ji Xwedayê Teala zanibin.

Xulase tewekkul tê wê wateye ku pêşî xebitandin û cehdkirin e. Pişt re jî bawerî û xwe spartin e. Tewekkul piştî tedbîrê tê. Divê rêza wan neyê guhertin. Tewekkul nekeve pêşiya tedbîr û sedeman. Dawiya doza me her dem şikurkirina Xwedayê Rebbûl Alemîn e.

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Mamoste Ehmed Dêrikî

Ê Berê Teknolojî Çiye û Sûd û Xisarên Wê Çawa Ne?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.