Remezan Meha Xêr û Bereketê

Article

Meha remezanê meha eff û meğfîretê. Meha xêr û bereketê. Sûltane yazdeh meha remezan. Dî vê mehê de mumîn bi ro rojî digrin. Bî şev jî teravîh û îbadetê nafîle dikin. Xweda di Qur’ana Pîroz de ferman kirîye ku rojî lî qewmê berîya me jî hatîye ferzkirin. Tê fehmkirin ku qevmê berîya me jî rojî girtine. Belkî şertê girtina wan yê rojîyê û rengê wê cuda bû, lê belê weke me wan jî rojî digirtin.

Rojî îmtîhaneke ji însan re. Jibo nefsa xwe bigre ji xwarin û vexwarin û şehwetê. Bi şefeqê re girtina rojîyê dest pê dike. Îmsak xwe girtine. Nefsa însan hinek tiştan dixwaze. Lê belê jibo emrê Xweda însan nefsa xwe digre. Nefsa xwe ji wan zewqê ku dixwaze mehrûm dike. Jibo emrê Xweda. Jixwe însan hatîye dinyayê ne jibo ku li kêf û zewqa xwe binêre. Lewra dinya ne cîyê kêf û zewqêye. Dinya cîyê îmtîhana însan e. Ji ber vêna mumin ji emrê Xweda re dibên serser û çava Lebbeyk Ya Rebbî û dibe meha remezanê rojî digrin.

Rojî bi nîyetekê tê girtin. Weke tevê îbadetan ku nîyet tunebe, ji vê mihafaza nefsê re nayê gotin rojî. Lewra nîyet ferzek ji ferzên rojîyêye. Ku ji bo emrê Xweda mirov rojîyê digre. Bi sûretê ku Xweda ferz kirîye. Nîyet kirina însan ji ‘adetê derdixe dike îbadet. Rojî jibo Xweda tenê tê girtin. Îhtîmala tevlîbûna rîyayê di rojîyê de hindiktire. Lewra heger weqteke dirêj mirov li cem yekî nemîne mirov nizane birojîye yan na. Jibo vê yekê Xweda ecr û mukafata herî mezin jibo rojîyê dide.  

Weke tevê îbadetan rojî jî ji bo ê ku ticarî negirtibe gîran tê. Lê belê ji mumina re rojî hêsanîye. Ji ber vêna li ber firna di weqtê herî germ de jî mumin rojîya xwe digrin. Lewra rojî bi bawerîyê tê girtin. Heger bawerî nînbe însan nikare nefsa xwe bisekinîne. Di mucadela bi nefsê re de tiştê herî qenc rojî ye. Lewra li hember guneha bi birçîbûn û tîbûnê nefs bêkêr dibe. Heger bixwaze gunehekî bike jî jiber ku bi rojîyê bêtaqet dimîne û nikare bike. Jixwe rojî guneha bi însan dide jibîrkirin. Weke erdekî kût û av bidî rojî jî qelbê însan sağ dike. Meyla însan dide ser xêrê.  

Zikê têr haya wî ji yê birçî nîne. Lê belê Xwedayê Teala ji mumina re ev rojî ferz kiriye ku mumin feqîra bi bîra xwe bînin. Halê wan bifikirin û tiştê di destê xwe de bi feqîra re par bikin. Belkî parkirin bi nefsa însan giran tê. Lê belê weqta ku însan rojî digre xwe dixe şûna feqîra de. Ji xwe re dibêje “heger ez feqîrek bama û hewceya mi ji xêra hebaya û yê maldar rehm li min nekiriba, gelo minê çawa kiribûya.” Ev fikir dibe sebebê ku yê rojî digre hê bêtir bi hêsanî û dilxweşî sedeqê bide û qencîyê bi feqîra re bike.

Di her ferzê ku Xweda li me ferz kirî de gelek hîkmet hene. Di meha remezanê de di dana fitra de jî gelek hîkmet hene. Fitre di bûhayê xwe de tiştekî erzan e. Lê belê Xwedayê Teala bi ferza hindik însan teşwîk dike bibal xêrê hê meztir ve. Ev haletê ku rojîger feqîra difikire bi fitre tecessum dike. Weke ku Xweda ji meriv re dibêje heger tu difikirandina li halê feqîra de semîmîyî ka ku tu bi nefsa xwe karibe wê xêrê jî bike. Însanê mumin bi kêf û eşq emrê Xweda bi cî tîne û fitra xwe jî dide feqîra.

Çi nîmeteke mezin e ku Xweda em însan xuliqandine. Ji însana jî em kirine mumin û ji ummeta Mûhemmed (‘e.s) û ev meha mubarek meha remezanê daye me. Ev meh ji serî heta binî tev xêr û bereket e. Xweda gotîye ku şeva Leyletul Qedrê ji hezar mehî bixêrtire. Ha ev şeva Leyletûl Qedrê jî di meha remezanê deye. Heger ne bi gotina ayetê bana belkî bi temennî bihata fêmkirin. Lê belê Xweda bi ayeta xwe gotîye ku şeva Leyletul Qedrê ji hezar şevî bixertire.

Ji ber vêna li mumina lazime ku heta ji destê wan tê vê meha remezanê bi îbadetê îhya bikin. Xweda me bîgerîne ji wan kesên ku pir zêde ji vê meha ef wû meğfîretê îstîfade dikin. 

Heta nivîseke dî bimînin di xêr û xweşîyê de.

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Yehya Ezdarî

Ê Berê NAVÇEYA KERBORANÊ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.