SEYDAYÊ MIN

Article

 (Ji bo bîranîna seydayê ciwan; Aytaç Baran)

Ew wechê nazik û şêrîn
Bi çûna te dil tev bûn birîn
Di her dilî de zarîn û qêrîn
Ciwanmerd û comerd seydayê min

Ey mirovê dilovan
Xwedîyê fikr û raman
Teblîğvan û qehreman
Ciwanmerd û comerd seydayê min

Te şehîdkirin bêbextan
Bi derbeyek pir giran
Ji wan re jî nema eman
Ciwanmerd û comerd seydayê min

Tu jî ji Huseyn ra bûy cîran
Ey hamîyê feqîran
Tenê em man li dinyaya êsîran
Ciwanmerd û comerd seydayê min

Ji boy te jî amade bû cennet
Te jî feda kir canê emanet
Te di vê rê nekir minnet
Ciwanmerd û comerd seydayê min

Çi zalime ev Hezîran
Te bir û em hîştin bargiran
Hezkirîyên te amade ne bi hezaran
Ciwanmerd û comerd seydayê min

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Mehsûmê Baxçaxî

Ê Berê BÊJE SEYDA
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.