EM IN ÇARE JI BONA XWE

Article

 

Guh bidin vê bangê, ey xuşk û birayê musliman!

Li hev bicvin, dest bidin hev, bibin yek em serbiser!

Rabin îdî ser pîya em, rakin zulma zaliman!

Ma ne bes qey dibin qurban, em li her cî bê qeder!

 

Bes e zilm û tarîtîya-l ser cihanê bûye reng!

Ji bê dengîya me îro, em ketin vî halê teng.

Îdî wext e em şîyar bin, j-boy xelasyê bidne deng!

Dem û salan nîşandaye kes nebû çare ji mer.

 

Felsefew fikrê xerabe, wan li nav me pir geran;

Hatin xapandin bi wan, pir xort û qîzê mey ciwan.

Hewqa salan hêvîyê me, bûn esîrê ğerbîyan;

Xêr nedî lê-jğerbîyan me, ew ne bûn qed dost ji mer!

 

Em in çare ji bona xwe, ne gerin-l ber derîyan!

Zane û bîrewerê me, j-mer besin ew her zeman!

Rastî yû ‘edelat û duristî wesfên muminan,

Me xebat û xizmeta gel, kirîye armanc ji xwer.

 

Em ji rengê gellê xwe ne, ji gel em nabin cuda;

Xizmeta-j boy mirov û gel, xizmete-j bonî Xweda.

Mizgîn bûrî şevên tarî, vaye roja me veda!

Hirr û azad bûn şikir em, ala heqyê daye der!

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

M. Mustefa’yê Mela ʿElîyê Êzdarî

Ê Berê MEWLÛDA PÎROZ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.