QURBAN (GORÎKİRİN) ÇİYE?

Article

Qurban ji koka Qerebe  tê, mesdere. Bi ma’na nêzîkbunê ye. Di dînde ma’na wê bi armanca nêzîkbuna xweda  meriv heywanekê serjê bike.

Serjêkirina Qurbanê di temamê dîna de heye. Bi dirêjîya tarîxêr hemu qewm û milletan, li gor bawerîya xwe  hinek tişt ji bo xweda gorî kirine. Li gor xeberdana Qur’anê  serjêkirina Qurbanê  bi herdu zarê Adem Habîl û QabÎl des pê buye.  Di vê mijarê de xweda di Qur’ana pîrozde wiha ferman dike.

“ Ji wan re axbarê herdu zarê Adem bi heqqî buxwîn. Di bîra xwe bîÎne dema ji bo nêzîkbuna xweda her yekî ji wan Qurbanek qedimandibun, û ji yan herda xweda qurbana yekî qebul kir û a yê din jî qebul nebibu.” Maîde: 27

Di demên borî de ji bil heywanan însan jî dihatin gorî kirin. Hz Îbrahîm dema esasê Beytê bilind kir, xwest  kurê xwe Îsmaîl di riya xweda de gorî bike.

Bi sedem dîtina xewnekê dema kalê Resüllê xweda (s) Abdulmutelib xwestiye kurê xwe Abdullah gorî bike.

Di zimmanê Erebî de ji bedêla Qurbanê bêjeya Udhîye tê bikar anîn. Qurban ji nîşan û elametê teqwê ne. Hz Îbrahîm (as) ji bo razîbuna xweda xwest kurê Îsmaîl di riya wî de gorî bike, ji wê rojê û bi şunda gorîkirin buye sünneteke Îbrahîm (as)î.

Qurban di heqîqetê de meriv berdilkê xwe di oxira  Dildayê xwe de fîda bike.Çüngî  gorîkirina heywanan  îbadetek malîye, ev jî hissê malperestîyê dişkîne,  Însan berdilkê  xwe di riya xweda de feda dike.

Serjêkirina Qurbanê di salan hicrîyî 2. de hatiye emir kirin. Qurban îbadetek hem bi mal û hem bi cane. Di nabêna însan û Rebbê wî de nîşan û elametê nêzîkbunêye. Ebdîtîya însan ya li miqabil rebbê wî Îfade dike. Qurban Îbadetek malî, civakî ye, nîşanê ebdîtîya bi rastî ye.

Di heqîqetê de Qurban temsîleke, mesajê dide ruh. Çüngî mal li ber dilê Însan şêrîne, însan bi serjêkirina heywanekê mesajê dide,  ku dikare şêrînê ber dilê xwe di oxira dawa Rebbê xwe de feda bikke. Di vê derbarê de xweda wuha ferman dike:

“ Û me devê ku wê bêne gorî kirin ji we re kiriye nîşan” Hec: 36

Resülê xweda (s) div ê derbarê de wiha dibêje:  “ Di Cejna Qurbanê de Qurbana serjê bikin. Lewra ev kevneşopîyek ji Kalê we Îbrahîm (as) ji we re maye.”

Abdullahê Kurê  Umer dibêje: Resülê Xweda (s) 10 sala li Medînê ma, muheqeq hersal Qurban serjê dikir.

Eshabê Pêxember Berra b. A’zîb dibêje: Di rojek Îda Qurbanê de Resülê Xweda (s) di mizgeftê de xutbe xwend, di xutba xwe de wuha got: “ Ji we her kî  dikaribe Qurbana serjê bike bera di rojên  Îda Qurbanê de Qurbana xwe serjê bike.”

Di Mijara  gorîkirinê de îctîhadê mezheba cudane: Qismek alimê îslamê gotinê gorîkirina  Qurbana Sünnete, qismekî gotiye Mustehebe. Feqet qewlê Cumhur dibêje serjêkirina Qurbana Sünneteke muekkedeye.

Îmamê Şafî dibêje: Qurban Sünnetek müekkede ye.

Îmamê Henefî dibêje: Serjêkirina Qurbana li ser hemî mirovên muqim yê dewlemend wacibe. Îctîhada Îmamê Malik û Îmamê Hembelî jî wuhaye. Yanî di derenca ferze de ye.

Resülê Xweda (s) di vê derbarê de wuha dibêje. “Gelî Însanan! Ji we kesên dewlemend salê carekî bera Qurbanekî serjê bike û bera atÎrakê Jî bide, ev li ser we bi deyne. Ma hun zanin atîre çiye? Atîre ew tiştê ku hun jê re dibêjin Recebîye.”

Recebîye: Ew Qurbana di meha Recebê de tê serjêkirin.

-Emrê min hatiye kirin ez roja îda Qurbanê bikme îd. Çüngî Xweda ev roj ji bo na vê ümmetê îd (Cejin) dîyar kiriye.

-“ Sahabak diçe ba Resülê xweda dibêje: Ya Resülellah! Hew heyvanek min bi tebê heye, ez wê serjê bikim?

-Resülê xweda dibêje : Nexêr! Nexêr! Wê serjê neke, feqet heger tu porê xwe qurf bike, neynokê xwe jê bike, muyê xwe yê heram buqusîne, evana li cem Xweda ji bo na te dikeve hükmê serjêkirina Qurbanekê.” Ebu Dawud: 2789

Însanê feqîr û mihtac bi serjêkirina Qurbanê ne mesülin. Feqet jibo hürmeta roja îda Qurbanê kesên feqîr di vê rojê de porê xwe simbêlê xwe, muyê xwe ye heram, neynokê xwe jê bike, cilê paqij û nu li xweke, wucuda xwe paqij bike, ji hêla qezenca manewî de wek Qurbanekê serjê bike, xêrê qezenc dike.

Ji Eshabê pêxember Cundub b. Cunade dibêje : Roja îdya Qurbanê ez li ba Resülê Xweda runiştî  bum. Resülê xweda piştî nimêja Îdyê kir selam da, ji mizgeftê derket bi rê de leqayî hinek heywanê hatibun serjê kirin  bu, ev qurban berya nimêja îdyê hatibun serjê kirin. Li ser vê Resülê Xweda wuha got: Ji we her kê berya nimêja îdyê Qurban serjê kiribe bera ji nuve Qurbanekedin serjê bike.. Û her kî Qurban serjê nekiribe bera bi besmele Qurbana xwe ser jê bike.”

Dîsa ji eshabê Pêxember Berra dibêje: Xalê min Ebu Bürde berya nimêja Îdyê Qurban serjê kir. Resülê xweda (s) jê re got: te ev Qurban ji bo goştê wê serjê kiriye.

Piştre got: Her kî berya nimêja Îdyê Qurbana serjê bike encax wî ji bo nefsa xwe Qurban serjê kiriye. Û her kî piştî nimêje serjê bike qurbana wî temam dibe, sünneta müslümana bikar tîne.”  Müslîm: 3624

Ebu Ubeyde b. Cerrah dibêje:  Di îdya Qurbanê de Elî li pêşya me nimêj kir û di xutba xwe de ji me re wuha got: “ Gelî müslümana! Resülê Xweda piştî sê roja xwarina goştê Qurbana li me qedexe kir.” MüslÎm: 3639

Di vê derbarê de rÎvayet ji Hz Umer hatiye, dibêje Resülê Xweda wuha dibêje: “Ji we tu kesek piştî sê roja bera goştê qurbana xwe nesekinîn û nexun.”  Müslim: 3641

Di vê derbarê de piştre rîvayetek ji Cabir b. Abdullah hatiye, dibêje Resülê Xweda piştre ev qedexebuna ji bo sê roja rakiriye.  

Bê güman rojên Cejna rojên kêf û şahîyêne, rojên tobe û parastinê ne, ji ber vê yekê di van roja de rojîgirtin Herame. Heta li gor hinek âlim bi sedem roja în ê îdya müslümanaye di vê rojê de jî meriv rojî bigre mekruhe.

Resülê Xweda (s):  “Îro roja îda Qurbanê ye,  Roja îdê ewil nimêja îdê bikin. Piştre bizîvirin malê xwe û Qurbanê xwe serjê bikin. Ji we her kî roja Îdê wuha bike wî kesî li gorî sünneta me îdya xwe kiriye.”

Serjêkirina Qurbana bi kîtap, Sünnet û Îcma’a aliman sabite, Di vê derbarê de xweda di Qur’ana pîroz de wuha ferman dike.

“Ji bo  Rebbê xwe nimêj bik! Û Qurbanê serjê bik” Kewser:2

Li gora vî emrî kesên wezyeta wî li cîh be û îmkanê wî hebe, jê biqede lazime ji bo xweda Qurbanê serjê bike.

Enesê Kurê Malik dibêje: Her Îdya Qurbanê dihat Resülê Xweda muheqeq Qurban serjê dikir, emrê müslümana jî bi serjêkirina Qurbanê dikir.

Serjêkirina Qurbanê  ji bo xêr û xweşÎya Însan e, bi serjêkirinê tu fêde li xweda nebe, lewra xweda duxaze bi vê Îbadetê ebdê xwe ji güneh û nebaşîya ji bela û musÎbeta azad  bike. Ji ber vêna xweda di Qur’ana pîroz de wuha dibêje:

“Ne goştê Qurbanê we û ne jî xwîna wan naghêje xweda, encax teqwa we dighêje xweda.” Hec: 37

Heywanê ji bo Xweda bêne gorî kirin, lazime ji eyb û udra azade be. Yanî durb lê tunebe, ne kor û seqet be, ne diran ketî be. Heywanê bi çuk mirovek dikare bike Qurban, yên mazin weke deve, nogin, çelek, lazime heft kes bi şirîkayî serjê bike. Heywanê mazin bi kêmanî lazime du salê temam kiribe, yên bi çuk jî lazime salek tîjî kiribe.

Serjêkirina Qurbana ji dehê meha Zilhicce des pê dike, yanî roja Îdê piştî nimêja îdê des pê dike heta roja îdê ya çaremin heta azana  nimêja esir didome. Roja çarê Îdê piştî esir Qurbanê bêne serjê kirin nakeve hükmê Qurbanê.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Mehmûd Kilinç

Ê Berê Aşûre û Kerbela
Ê Li Pey EV CEJİN CEJNA ME YE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.