Em hevalê heqqîyê ne yan ê pirrîyê ne?

Article

 

Ji xwe re li dora xwe binêrin. Li hal û hereketê însana temaşe bikin. Hûnê bibînin kû pirê însana, xwe li alîyê xurtîyê digrin. Kîjan alî geş be, kîjan alî xwedî serwet û menfî’et be, kîjan alî xwedî hêz û quwwet be, hûnê bibînin kû pirê însana xwe lê girtîye û bûye hevalê wê. Ev nexweşîyek civakî ye kû di her dewrê dîrokê de hatîye dîtin.

 

Heq gotina te, rastî û dirûstîya te, ne bese ji bonî însana kû xwe li te bigrin. Pirê însana bi çe’vê menfî’etê li mirov dinêrin. Heta menfî’eta wan li cem te hebe, ewê dost û heval bin ji te re. Lê wextê menfî’eta wan li cem te nemîne, wê demê tê bibînî kû li cem te kes nema ye.

 

Ji ber vê yekê mirovê mumin, lazim e vê heqîqetê zanibe û  di rîya heq de bêhêvî nebe û xemgîn nebe û hem xwe ‘aciz neke. Tiştê li me dikeve, ku em xwe bi heqqîyê bigirin û em xwe bi Xwedê bigirin. Bera rêya me heq be, rêya Xweda be ev ji me re bes e. Bera Xwedê bi me re be, dixwaze bera dinya tev li hember me be; ev ji mer ne ğem e. Melâyê Cizîrî di helbesteke xwe de vê heqîqetê wiha tîne ziman:  

Mîrî yû padişahî mûyek li nik Melayî

Nadim bi mulkê ‘alem yek zerreyek ‘inayet

 

Mela, dixwaze vê ji me re bêje: “Qedrê mîrîtî yû meliktîya dinyayê li cem min bi qedrê mûyekî ye. Zerreyek alîkarîya Xwedê ez bi milkê ‘alemê nadim.”

 

Mirovê mumin lazim e seroktî yû rêbertîya seyda û ‘alimê Îslamê ji xwe re qebûl bikin. Heyat û jîna wan, ji xwe re mînak bigirin. Tebî’etê wan, ye’nî tebî’tê îmana kamil, ji xwe re bikin tebî’et. Bê wan çawa li heyatê nêrîye, lazim e em jî wek wan binêrin.

 

Wextê em li heyat û jîna rêberê Îslamê dinêrin, em dibînin kû ew gelek carî di rêya heq de bi tenê mane. Însana di demê giran de, xwe ji dora wan kişandîye û ew bi tenê hiştine. Hetta hineka bi wan re xayîntî jî kirîye. Lê dîsa jî, wan rêbera, îstîqameta xwe xeranekirine; xwe ji rêya heq nedane alî. Hetta geleka ji wan, xwe di ber doza xwe de, feda kirne; şehîd bûne.

 

Mirovê mu’min vê dizane kû heqqî her û daîm xurt e. Xurtîya heqqîyê jê re bes e kû xwe pê bigre. Lê  insanê kêmîman, vê fêhm nakin. Ew xwe ne bi heqqîyê digrin, ew xwe bi xurtîyê digrin. Bi nêrîna ji derve wextê dinêrin, heqqîyê gelek carî ze’îf dibînin. Lewra ew dibê qey xurtî bi jimara pirrî ye. Ji ber kû jimara ehlê heqqîyê gelek carî kême, ew dibê qey ehlê heqqîyê qelsin. Lê di heqîqetê de ev ne wihaye.

 

Xuda Te’ala, di Qur’anê de, ji dîrokê hinek mînaka tîne ber çe’vê me de kû em jê dersan derînin. Yek ji wan, behsa Talût û Calût e:

 

Piştî Nebî Mûsa (‘e.s.)  wefat kir, di dewra Nebî Yûşa (‘e.s.), Îsraîlîyan ji bona cîhadê bikin qumanderek jibona xwe, ji Nebî Yûşa (‘e.s.) xwestine.  Nebî Yûşa (‘e.s.) gotîye: “Lê kû Xwedê li ser we herbê ferz bike û hûn herbê nekin?” Wan jî got:

 

“Êdî çima emê di rêya Xwedê de herbê nekin, ku em ji warê xwe hatine deranîn û em ji zarwê xwe hatine dûr kirin?” Lê wexta Xwedê emrê wanî herbê kir, ji ğeyrî hindika ji wan, pirê wan, berê xwe jê zîvirandin.

 

Peyxemberê wan Nebî Yûşa (‘e.s.), ji wan re got:  Xuda Te’ala, ji we re Talût bijartîye.” Jibona kû Talût li ber çe’vê wan ne mirovek maldar û dewlemend bû, nexwestine wî qebûl bikin. Gotin:

“Heqê me, ji Talût bêtir heye kû em bibin hukumdar; hem ew ne dewlemend e jî; êdî ewê çawa bibe hukumdar ji me re?” Wê demê Nebî Yûşa (‘e.s.), ji wan re got:

“Bi rastî Xwedê ji we re ew neqandîye. Xwedê ‘ilmê wî û quwweta bedena wî zêde kir. Xwedê ji kê re bi xwaze hukmê xwe dide wî.” 

 

Xwedê, bi ser xêra rûyê Talût, sindoqa pîroz -kû hedigarê Nebî Musa û Nebî Harûn (‘e.s.) tê de bûn- ji wan re anî, hingî hukumdarîya Talût qebûl kirin.

 

Dema Talût, jibo cîhada pêş ber Calût leşker bi rê xist, Xuda Te’ala xwest kû artêşa wî îmtîhan bike. Lewra di nav leşkerê wî de gelek kesê ze’îfîman hebûn. Talût, ji leşkerê xwe re got: “Xwedê Te’ala, wê we bi çemekî bi ceribîne; kî jê vexwe, ew ne hevalê mine; ê jê nevexwe yan jî ê kulmekî tenê jê vexwe, ew hevalê min e.” Ji ğeyrî hindik leşkerê wî, pirê wan ji çem têr av vexwarin.

 

Wextê Talût û leşkerê xweyî hindik, çem derbas kirin, ê li paş man gotin: “Îro quwweta meya ku em karibin li ber Calût û leşkerî wî bi sekinin tunne ye.” Wê demê, wan muminê hindik kû hêvî dikirin bighîjin Xuda, gotin: “Pir komê hindik, bi îzna Xweda, li pêş ber komê pir, ğalib hatine. Xwedê Te’ala, bi sebirkêşan re ye.”

 

Talût û leşkerê xwe, wextê derketin pêş ber Calût û artêşa wî gotin: “Ya Rebbî, sebrê bi ser me de bibarîn e û lingê me qewî bigre (neşemitîne) û li pêş qewmê kafir tu alikarîyê bi me re bike!”

Êdî bi îzna Xwedê zora wan birin, Dawûd (‘e.s.) Calût kuşt… (Binêrin li tefsîra Qur’ana Pîroz, Sûreyê Beqere, ayetên: 246-251)

 

Ev qisseya kû Xwedê Te’ala ji me re dibêje, ji bo me gelek ‘îbreta nîşan dide. Jê tê fêhmê kû ehlê îmana heqîqî, çiqas jimaran wan hindîk be jî, ew bi alîkarîya Xwedê, zexm û xurt in. Lewra kesên ku Xwedê Te’ala bi wan re be, kes nikare pişta wan bide ‘erdê. Bes ku dilê wan safî be û bi Xudê re rast bin. Ji ber vê yekê, ew kesê kû qelbê wan de nexweşî hebûn, Xwedê Te’ala, wana bi îmtîhana tîbûnê ji nav leşkerê Talût veqetand. Da ku ev kes nebine sebebê qutkirina alîkarîya Îlahî. Lewra wextê ev kesê dilnexweş, ku hatibana meydana şer, bi gûmana mezin wê hereketê ne layîqî îmanê bikirina. Ewê ji dijmin bitirsîyan û ji meydana cengê wê birevîyana.  

 

Leşkerê bi Talût re man, her çiqasî bi jimarê hindik bûn jî, lê belê ji ber kû şehîdî dabûne çe’vê xwe û ji dijmin netirsîyan û alîkarî ji Xweda xwestin; Xweda Te’ala jî, ew layiqî ‘înayet û alîkarîya xwe kir û wan ğalibî ser neyara kir.

 

Em vê baş fa’m dikin kû zefer di destê Xwedê de ye, ne di destê ‘ebda deye. Teqdîra Xweda, ji bo zeferê ger bixwaze tecellî bibe, kes nikare bibe mani’ê wê. Jiber vê yekê kesê mu’min, ne bi zeferê mes’ûl e; ew bi seferê mes’ûl e. Ye’nî bi xebat û cîhadê mes’ûl e. Teqdîra Îlahî, çawa dike kû carna mu’min ğalib bibin; carna destûrê dide kû ehlê batilê jî ğalib bibin. Ji ber sirrê îmtîhanê, Xwedê Te’ala, van roja di nav însana de dizîvirîne.

 

Tiştê li kesê mu’min dikeve, kû ew çi di tengasîyê de, çi jî di firehîyê de, li alîyê heqqîyê be; li alîyê Xwedê be. Bera li însana nenêre, bê însan xwe li kê dicivînin. Civîna însana li dora hineka pir be, nayê me’nê ew însan ehlê heqqîyêne. Bera îstîqamet û şopa me, her û daîm li ser heqqîyê be. A ku li me dikeve ev e.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Mustafa Turan

Ê Berê HEYAT ÎMAN Û CÎHAD E
Ê Li Pey Her Çiqas Ğerbî Nexwazin Jî, Zefer A Îslamêye

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.