Eskerîya Apê Hecî Dawûd

Article

 

Di hejmara borî de serpîêhatîya apê Heccî Şemdîn derbas bûbû. Apê Hecî Dawûd jî weka apê Hecî Şemdîn ji ber pez diçe eskerîyê. Wî jî lefzek tirkî nizanîbû. Bi halekî pir xerab xwe digihîne cîyê eskerîya xwe. Roja wî ya ewil pir bizehmet derbas dibe. Lê hêdi hêdi di‘elime der û dora xwe. Ji vê hêla me hevalên wî hene. Û jimara wan jî têra xwe heye. Jiber vê yekê jî xwe hinekî rihet dibîne. Der û dora xwe bi wasîta wan nas dike û tiştên dixwaze tîne ziman. Hinek hevalên wî hem bi Tirkî hem jî bi Kurdî dizanin. Ji lew tiştên jê re lazim bi xêra wan hel dike. Apê Hecî Dawûd wiha dewam dike:

Piştî meha me xelas bû, rokê gotin tetbîqat heye. Ji wê rojê pê ve, eskerîya min bû vek jehrê. Lewra digotin wunê kunya xwe ezber bikin. Ew ne bes, qomûtanê bihata, gerek me secera wî giş zaniba. Yanî gerek me hem nasnama wî hem jî rutba wî ezber bikira. Min pir dixwest ez bi‘ellimyama, lê min nikaribû ezber bikira. Çimkî min hîç bi Tirkî nizanibû. Hevalên min ên Kurmanc ji mi ra pir bûn alîkar, feqet mi hîç fam nedikir. Qomûtan jî her ku ez derdixistim pêşiya esker, digot kunya xwe û rutba qomûtanê xwê bê bixwîne, lê mi nizanibû. Û daîma bi mi ra diğeyîdî. Rojan weha dewam dikir û herroj me tetbiqata hatina qomûtanê mezin dikir. Me mehkê hazirîya hatina qomûtan kir û talîya talî ew roj hat…

Serê sibê bû, em zûka rabûn. Me riya xwe xweşşik qussand. Me çekê xwe temîz kir. Bota xwe xweşik boyağ kir. Her der temîz bû. Berya wî jî me der û dora xwe hazir kiribû. Û em çûn cîyê îçtîmayê. Qomûtan esker dixistin sirê û dûre talîmat didan. Di wir de qomûtan zîvirrî ser min û bangî min kir. Go Dawûd, wer vê derê. Ez çûm û ez teslîmî çawêş kirim. Jê ra got: “Dawûd bide dawîya eskeran, cîkî ku kes wî nebîne. Qomûtanê mezin gerek hîç wî nebîne.” Çawêş bi destê mi girt û ez birim dawîya esker. Ne sira paşîyê feqet ji dawîyê de sira duda. Û ez di wê derê de qişle kirim. Çimkî qomûtanê bulikê ditirsîya ku qomûtanê mezin leqayî mi bibe. Lewra mi ne kunya xwe, ne jî kunya qomûtanê mezin hîn kiribû.

Serê jîpa qomûtanê mezin xuya bû. Esker wek devê şeh bû. Çit ji tu kesekî nedihat. Dengê ‘ereba wî tenê li meydanê bela dibû. Hat pêşya esker û ji jîpa xwe daket. Berbi esker ve hat û li nava wan sekini û bi dengekî hêla got “merheba esker” Eskeran cewab da bi dengekê hêla got “sağol” Dûrê qomûtanê me yê bulikê çû cem wî û bi dengekî bilind tekmîl dayê. Ev tişt wexta çê dibûn, esker dibûn wek pûtan. Meriv digot qey kesek nefesê nastîne. Qomûtanê mezin bi ber esker hat. Ket nava eskeran. Û pêde hat. Her ku dihat nêzîkî min dibû. Wextî ji heyecana qelbê min bisekinîya. Du sirê din nabêna min û qomûtanê mezin de ma. Hebekî din ber bi min ve hat û hetta gihaşt cem min û sekinî. O ji nişka ve destê xwe danî ser milê min. Û li çavê min nêrî. Sewt ji min nedihat. Eslinda gerek mi kunya xwe bixwenda. Lê feqet min nizanîbû. Min bîra kunyê jî nedibir. Û ji mi re got “Tu min nas dikî?” (Beni taniyor musun?) Mi got na (yok). Di dilê xwe de mi got “Welle vîya ez naskirim. Feqet mi ew nas nekir. Dîsa di dilê min ra derbas bû. Min got li gundê me Xana Zembûr Mala Rezzo hene. Hebe tunebe vîya ji malbata wane. Çimkî ew jî wek Mala Rezzo weha girs bû. Tiştê di dilê min da derbas bûn ev bûn. Qomûtanê mezin deng nekir û da rê çû…

Piştî qomûtan ji wir çû, halê ez ketmê kes nekevê. Qomûtanê bulikê ban min kir û lêxistineke bi dilê xwe li min kir. Ez li ber vî eskerî di erdê dam... Ez wê rojê hetta îroye jibîr nakim. Lewra ew tişt giş ji ber ku min bi tirkî nizanibû dihat serê min…  

Apê Hecî Dawûd hetta wefat kir jî lefzek tirkî xweşik nizanibû. Tiştên cimhûriyetê xelatî vî gellê herêma me kirine temamî ezyet û nexweşîne.

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

‘Ebdûllah KAVAN

Ê Berê Eskeriya Apê Heccî Şemdîn
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.