Birîna Ku Nayê Girtin: QUDS

Article

Di 30ê Adara 2018an de li Filistînê, li wan axên ku ji teref siyonîstên îşxalker ve hatine îşxalkirin, li wan axên ku zilm û zordarî tê kirin li dijî zordestî û îşxala çeteya terorê, Mislimanên bi izzet digel kêmbûna hêz û qeweta xwe xwepêşaneke bi navê “Meşa Mezin a Vegerê” dan destpêkirin. Bi hezaran Mislimanên Filistînî digel zêc û zarokên xwe, xwe berdan kolan û sikakan û li dijî zilm  û zordarîya çeteya terorê îsraîlê îşxalker dengê xwe qêrandin û daxwaz û telebên xwe anîn zimên. Lê, ew wehş û hovên çeteya terorê êrîş birin li ser Mislimanan û gelek Misliman şehîd  kirin. Ev “Meşa Mezin a Vegerê” çendîn heftîyan berdewam kir û Misliman ji kolan û meydanan venekişîyan. Di ser vê yekê de ji ber ku şeytanê mezin Amerîkayê emperyalîst balyozxaneya xwe ya li Tel Avîvê veguhast Qudsê xwepêşan xurttir bûn.

Di netîcê de xwepêşan xurt bûn, kolan bi Mislimanan tije bûn; bi heman awayî êrîşên siyonîstên har û hov û wehş jî zêde bûn. Di encama êrîşên çeteya terorê de 112 Filistînîyên ku di nav wan zêc û zarok, ciwan û extîyar hebûn şehîd bûn, xwîna wan a mibarek û pîroz di oxira Xweda û doza Wî de herikî û tevlî axê bû. Her wisa li gor reqemên fermî zêdetirî 13 hezar Mislimanên Filistînî jî birîndar bûn û rewşa hinek ji wan niha qet nebaş e.

Rewşa Mislimanên Filistînî û micadele wan a pîroz bi vî awayî bes ne îro ji mêj ve berdewam dike û dê bi iznillah berdewam jî bike. Dema ku ev micadeleya birayên me yên Filistînî berdewam dikir me çi kir? Pirsa muhîm û balkêş ev e. Lewra dema ku Mislimanên Filistînî ji teref hov û wehşîyên çeteya terorê ve hatin qetilkirin deng ji welatên ku qaşo Îslamî ne û qaşo birêveberên wan Misliman in derneket, bertekeke di cî de nehat nîşandan, li dijî siyonîstên îşxalker mueyyîdê nehatin tetbîqkirin û pêwendîya bi wan re nehatin qutkirin. Bereksa vê yekê hinek welatên ku wek welatên Îslamî tên zanîn desteka xwe ji şeytanê mezin Amerîka û çeteya terorê îsraîl re nîşan dan.

Wekî din li çar alîyê dinyayê Mislimanên xwedîxîret xwe berdan meydan û kolanan li dijî zilm û zordarîya ku ji teref Amerîka û îsraîl ve tê kirin dengê xwe bilind kirin, destê xwe vekirin û dia kirin, ji Rebbê xwe bo Mislimanên Filistînî alîkarî û nusret teleb kirin, rondikên çavan barandin û kezeb li xwe peritandin...

Misliman ne wek welat lê wek ferd û kom û cemaat bo Filistînîyan heta tu bêjî bes kirin ku ev yek çend rojan berdewam kir. Lê belê piştî çend rojan ev êş û elema ku bo Filistînîyan dihat kişandin şûna xwe hişt ji xemsarî û jibîrkirinê re. Dîsa ji wê “Birîna ku nayê girtin” xwîn wek çeman dest bi herikînê kir ku ger rewş ev be dê heta heta xwîn jê biherike…

Bo  ev birîna ku jê xwîn diherike bê girtin, bes dia, daxuyanî, qêrandin, bertek nîşandan, şermezarkirin û tiştên hwd. ne bes in; divê ewil her ferdê ku bi xwe dizane ku ew Misliman e û bawerî bi Xweda anîye divê di bin ala Lîwa-ûl Hemd de bibin yek, ango di nav xwe de wehdetê saz bikin. Dû re divê her Misliman li wan welatê ku lê dijîn divê bi şikleke rêxistinî li hember wan birêveberên ku li ser serê wan îdarevan in rabin ser pîyan û eşkere bikin ku ew wek Misliman û welatekî Îslamş naxwazin tu têkilî û pêwendîya wan bi siyonîstan û şeytanê mezin Amerîka re hebin.

Wek puxte dermanê birîna me Mislimanan a  ku nayê girtin ji wehdet û yekîtî, xwe bi Qur’an û Sunnetê girtinê pê ve ne tu tişt e.

Xweda şiûr û têgihiştina yekîtî, wehdet û ummetbûnê bide me Mislimanan tevan…

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Cemîl XOŞNAV

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.