MEDRESEYÊN KURDISTANÊ – 3

Article

Bêguman yek ji her pênc perçeyên Kurdistanê, Kurdistana Tirkî ye. Ji vê parçeyê Kurdistanê, bajarekî ku bi medreseyên xwe meşhur e, bajarê Mêrdînê ye. Di vê nivîsa xwe de înşallah emê behsa medreseyên Mêrdînê bikin, herêmên ku medrese lê hebin bînin ziman.

Li bajarê Mêrdînê, herêma ku medrese herî zêde lê hebûn e û el‘hemdûlîllah hê jî hene, Qoser e.  Bêguman ev herêma Qoserê ji ber ku di nava deşta Mezrabota [Mezopotamya] de ye, ev deşt ji çandinîyê re gelekî minasib e û him jî li ser rêya dîrokî ya hevrîşimêye (İpekyolû). Herêmeke li ber çava ye. Ji lew çavê hemû kedxwir û xûnmija lê ye. Şert û mercê wê her dem jibo xwedîkirina feqî û avakirina medresan minasib bû ye. Ehlê îmanê li kuderê bi cih bûne, xwe bêmedrese nehiştine. Xelkê Qoserê jî weke hemû xelkên xwedî îman li welatê xwe xwedîtî li ‘alim û ehlê ‘ilmê kirine. Rêya vî karî jî bêşek avakirina medresane. Medreseyên herêmê yên girîng jî ev in:

1. MEDRESA CAMÎYA XERABE

Ji navê wê jî tê fêmkirin ku ev camî demeke dirêj xirabe maye, ‘heta ku ev wesf jêre bûye nav. Belê ev camîya mubarek ku dîroka wê dighêje zedeyî 700 salî, di dema damezirandina cimhûrîyetê de weke gelek camîyên herêmê, ji îbadetxaneyê deranîne, kirine tewlê hespa. Min bi çavê xwe di sitûna wê de xelekik hefsar pêve girêdayî dîte. Xelkê cahil jî ardû û pûşê xwe xistibûn hindurê wê. Ne şibake ne jî derî li ber wê hebûn. Hemî dîwarên ‘hewşa wê û dîwarên medresa wê feşkilî bûn. ‘Hetanî salên 1970yî di vî halî de ma. Li gorî lêpîrsînê me bi pêşîvantîya seydayê Mele Xelîl Gönenç dema ku li Qoserê muftî bû, vegerand camîyê.

Ev ma’bed niha her çîqasî vegerîyabe ser eslê xwe jî, lê muştemîlatên wê tev ji dest çûne. Li gorî agahîyên ku me ji muftî û xelkê heremê girtine çi ‘hewşa wê çi jî ‘erasa wê gelekî mezin bûye. Niha derdora wê tev bûne mesken. Û ev mesken tev bi şiklekî bêûsûl (qaçağ) ava bûne. Dî ‘hewşa wê de li hêla çîyê bîngehê ‘hucreyên medresa wê hê jî bi qederê nîv metreyê ji zemînê bilindtir mane. Ji van esasan tê fêmkirin ku ev medrese jî weke medreseyên hemçaxê xwe di şiklê hîlal a bi qorzî de ava bûye. Her ‘hucreke wê texmînên li gorî qerara çav, 3m di 3-5 an 3 û nîv di 4an dene. ‘Hewşa medreseyê bi ‘hewşa camîyê a hêla çîyê veye. Tiştê ku ji ‘earsa camîyê maye ev jê tête fêmkîrîn. Lewra heman di binê camîyê de bi dehan mesken li ser ava bûne. Dîsa ji avayîyên dora camîyê ên ku bi kevîrên xerabeyên camî û medreseyên wê avabûne tête fêmkirin ku muştemîlat û weqfên vê camîye gelekî mezin bûye.

Li gorî ku cîranên camîyê yên temen mezin ji mere gotin, qereqola polîsa û mekteba zarokan a bi navê Mehmedcîkê û ‘heta bi Camîya Qoserê, tev bi kevirên xerabeyên medresê hatine çêkirin. Ji ğeryrî xanî û ‘hewşên ku xelkê sifîl ji wan keviran ava kirine. Gelo di vê medresê de ji wexta avabûna wê û heta dewra cimhûriyetê ku di wê dewrê de xerabû, çend hezar telebeyan û çend hezar seydayan ders dan û ders xwendin? Çend ‘alimên namdar ji vê medrese gihîştin û çîqa fêde dan derdora xwe? Cewaba vê pirsê û gelek pirsên weke vana ji me re meçhûlin. Lewra di pirtûkxana bajêr a fermî de, derheqê vê camîyê de û derheqê muştemîlata wê de, me tu agahî peyde nekirin.

2. MEDRESA SEYDA MELA XELÎL GÖNENÇ

Pêşî lazim e ku em nuqteyekê beyan bikin. Ew jî ev e: Medresên Kurdistanê bi piranî bi navê muderrîsê xwe binav bûne. An jî bi navê gundê ku lê hatiye avakirin. Lewra muhtemelen ji ber ku biçûk bûne û ji ber ku kultura sazûmanîyê (qûrûmsalî) di nava Kurdistanê de tune bûye, bi vî rengî çê bûye. Ji ber vê yekê jî gelek cara medrese bi seyda re radibe û bi seyda re rûdine. Seyda hebe medrese jî heye. Seyda koç bike medrese jî pêre koç dike. Ne sakinê me‘hellê û ne jî gundî bi çûna seyda re nabêjîn, ka tu çima medresa me bi xwere dibî. Feqîyên me bîhêle. Emê ji medresa xwe re muderrîsekî peyda bikin û medresê bidomînin. Belkî jî ji tunebûna kultura dewleteke kurda, ev kêmasî li nava me peyde bûye. Ji vê agahîyê jî tê fêmkirin ku medresên Kurdistanê baxûsûs jî yên piştî cumhûriyetê ne bi sazbûna xwe ya kevirî hebûne, belkî bi seydayê xwe qaîm bûne. Ji ber vê jî medrese, carna ‘hucreke biçûk bûye carna jî nava camîyê bixwe bûye. Bi kurtayî medresên me bi muderrisan qaîm bûne. Jiber vê rewşê di gelek cîyê behsa medresan de, emê di bedêla medrese de behsa muderris bikin.

Seydayê Mela Xelîl bi ‘eslê xwe mi‘helmî ye, ji aliyê Mîdyadê ye. Xwendina xwe bi piranî li Sûrîyê domandiye. Li gorî birazyê wî M. ‘Ebdulbasit ji wî neqil dike, çûye Sûrî jibo xwendinê, 7 sala venegerîyaye heta xwendina xwe xelas kiriye. Piştî vegerîyaye welêt li Kilêbînê dest bi meletî û muderrîstîyê kirîye. Medresa Mela Xelîl an jî medresa Kilêbînê bi seyda, texmînen di navbêna salên 1955-1960î de ava bûye. Çend sala li vê medresê ders daye. Piştre bûye muftî li hêla Ri‘hayê û li Qoserê muftîtî kirîye. Muddeteke dirêj li sazûmanîya Dîyanetê ‘Hesekî muderrîstî kirîye.

Berhemên wî yên herî meşhûr evîn:  1. Îlmîhala şafîîyan 2. Mewsîetul fiqhîye (fikhî ansîklopedî). Ji xeyrî vana berhemên wî yên dî li gorî min, mela û seydayên li pey xwe hiştine.  Mesela 1. Mele Xidirê Hêşeriyê   2. Mele ‘Ebdulezîzê Xûrsî   3. Mele Mehmûdê Qizilê

Her wext li cem seyda ji 15an heta 20î feqî hebûne di wê dema feqîrîyê de. Evana li Berrîya Qoserê melayên meşhûr û muderrîs in, ji ğeyrî vana jî bi dehan mela û feqî li ber destê wî rabûne. Muderrîstîya wî ya Hesekî ku tê de te’lîma melayên Dîyanetê dikir, nêzî 20 sala dewam kirîye. Seyda hê li ‘heyatê ye, Xweda ‘emrekî dirêj û bi bereket nesîb bike.

3. MEDRESA ŞÊX ‘EBDURREZAQ

Seyda bi ‘eslê xwe ji hêla Çîyayê Mazî ye. Wî jî wekî seydayên Kurdistanê li gelek devera xwendîye. Li Sûrîyê, li ‘Iraqê jî xwendîye. Xelîfê Şêxê Xîzna ye. Medresa xwe ya ewîl li gundê Pîrmîrê vekirîye. Piştî bi muddetekê hatîye Qoserê, li wir bi cî bûye û medresa xwe jî li vir domandîye. Seyda di sala 1980yî de diçe ber rehma Xweda. Bes medresa wî hêjî berdewam e. Her çiqasî rewşa medresa seyda ne weke dema ku ew li heyatê bûye jî lê dîsa tu car bê feqî nemaye. Di dema seyda de herî kêm 20 feqîyên wî hebûne. Niha rewşa medresa seyda ji hêla sazûmanîyê de ji berê xweştir e. Lewra îmkanên niha zêdetirin. Cîyê medresê li ser rêya meşhûr rêya bazirganîya hevrîşimê ye.

 Mucazên seyda yên li herêmê meşhûr ev in: 1. Mela Bedîrxanê Kanîsipîyê      2.Mela Zubêrê ‘Ernasê   3. Mela Îbrahîmê Bellê  4. Mela Zubêrê Pîrmîrê

Seyda bi sexîbûn û mêrxasîya xwe meşhûr bû. Di dema ku hê feqî bû ew û Cegerxûnê meşhûr bi hevre dixwînin. Rojekê bi hev re rêwîtîyê dikin. Digihêjîn gundekî êzîdîya, wê demê êzîdiya feqî tehemmul nedikirin. Xwestine ku herdû feqîyan bikujin. Hicûmî ser wa dikin. Cegerxûn direve, seyda bi tenê dimîne, lê bi qeweta cesaret û çeka xwe dide pey êzîdîya….    

Dê bidome.

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Nureddîn Qoserî

Ê Berê Çima Hewce Bi Medreseyan Heye?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    • Kekê Nûredîn, te mijar bi awayekî xweşik anîye ziman. Saeta te xweş! Li min bibore, çend rexne û pêşniyazên min ji cenabê te re hene. 1 ) Min di nivîsa te de çend xeletiyên nivîsê yên berbiçav dîtin. Wekî "ji vê parçeyê Kurdistanê. . . " Parçe peyveke nêr e. Yanî مذكر Divê ji dêvila "vê" bi "vî" bihata nîşandan. Em dibêjin "vî zilamî" û "vê pîrekê".

    Zêdetir