Dı ‘Esra Modern De Dınyewîbûn, Laîklîk

Article

Heskirina ji dunyayê serê hemî xeta û xeletî yû şaşiya ye. Ku merev di serî de bî xeletî dest bi bernemekê kir îdî heta dawîya bernemê merevê xelet dewam bike. Ku merev qunçika kirasê xwe a serî şaş avêtê qunçikên dû wê tev wê şaş werin avêtin. Kesê ku hezkirina dinyayê di qelbê wî de hebe, kesê ku bi heskirina dinyayê bernama heyata xwe damezirîne, kesê ku bi çavê dinyayê li meselan binere; heta ku vê heskirinê navêje kar û tevgerên wî na edilin.

Jixwe Xweda Te’ala di Quranê de hezkirina ji dunyayê yek ji wesfên kafiran dide nîşandan. Dibêje: “Hezkirina ji dinyayê ji kafiran re bi xeml û xweşik hatxuyakirin.”

Ê madem dinya hewqas xerab e, madem hezkirina ji dinyayê xesletekî kafira ye ewçax karê me mumina çi ye li dinyayê. Ma qey ji bo lîstik û lehwê Xweda Te’ala em şandin dinyayê. Ustad Bedîuzzeman Se’îdê Nûrsî dinya û hezkirina dinyayê teqsîm dike bi bal sê qisma ve:

Yek: Dinya û tiştên di dinyayê de hemî eynik in ji bo Esmaulhusna, ji bo nav û sîfetên Xwedê Te’ala. Yanî not û neh navên Xweda hene ku van nava di eynî weqtê de delaletî ser sifetên Wî jî dikin. Van nav û sîfetan di dinya û mexlûqên dinyayê de xwe didin nişandan. Mesela Errehman, Errehîm, Elletîf, Elmelîk… û herwiha bi şeklekî mucessem di dinyayê de xwe didin nîşandan, cisim dibin ‘eynik ji wan re. Ji vî alî ve û bi vê menayê mumin ji dinyayê hezdikin.

Dido: Dinya û tiştên tê de mezre’ in, zevî ne ji bo axretê. Ev bedena ku rih tê de, ev azayên bedenê, mal, ewlad, ‘erebe, daîre, xanî, tîcaret, memuriyet, baxçe, zevî û hemî pertalên di dinyayê de mezre’ in yanî wesîle ne ji bo ku merev bi wan axretê şên bike. Kesê ku bixwaze axreta xwe ava bike wê bi van wesîlan ava bike. Ji vî alî ve jî mumin ji dinyayê hezdikin, qîmetê didin pertalên dinyayê.

Sisê: Ji xeyrî van herdû sûretan ku merev xwe bi zewqa dinyayê bibilkîne. Çewa ku ayet dibêje: “Heyata dinyayê ancax lîstik e û bezm e û xişr e û quretîyeke di nav we de ye û pêşwaziya di puraniya mal û zarokan de ye.” -Hedîd: 20- Eviya bi mumina nakeve, ancax bi kafiran dikeve. Xweda Te’ala dinya xuluqandiye ne ji bo ku em li ser rûnên û berîka xwe û berkurka xwe pê bi werimînin. Ji bo ku em pê cennetê qezenc bikin, ji bo ku em pê de’wa Îlahî bighînin her derê xuluqandiye. Ê ku bi vî şeklî li dinyayê nenhêre ew îdî dibe “dinyewî”.

Dinyewîbûn (dünyevileşmek) ji kafirên Ewrûpa di me gerîya. Li Ewrûpa di qernê bîstî de xelk li hember dînê Hz. Îsa ê muherref rabû. Çimkî keşîşan û dêrê bî vî dînî zulma nemayê li însanan dikirin.   Xelk li hember vî dînê muherref derket û got dîn ji me re îdî dîn ne lazim e. Rabûn di nav xwe de laiklik (sekulerîzîm) derxistin. Îdî laiklik bû kelîmeke siyasî û bû zihnîyet ji bona dewletan. Di nav saziya siyasetê de laiklik kirin sîstem ji bona îdara dewletê. Îdî laiklik bû moda, bû exlaq û tebîet, bû şeklê jiyanê, bû adet û di nav civakan de rûnişt. Îdî însan bi zanebûn yan jî bi nezanî dibin laîk, yanî dibin dinyewî, yanî ji fikra axretê dûr dibin. Çimkî laiklik, yanî sekulerîzm, yanî diyewîbûn ew e ku wexta merev karkî bike merev Xudê û Resûlê Wî nexe hesab. Wekhawê ku şerî’et tunebe merev tevger bike. Hinik kes hene bi zanebûn dibin dinyewî. Lê hinik jî bi nezanî, bi xapandin dibin dinyewî, berbayê laîk û sekuleristan dikevin.

Kesê ku di jîyana xwe de rîayeta sunnetê neke, sunnetê muhîm nebîne ew kes bûye dinyewî

Kesê ku ji temaşekirina televîzyonê zewq bistîne û bi vî sebebî limêja xwe texîr bike têxe weqtê kerahetê ew kes bûye dinyewî.

Kesê ku di bernama jiyana wî de teblîx, irşada însana, şehadet, xebata ji bo sazkirina xîlafetê tunebe ew kes bûye dinyewî

Kesê ji bo hişyarbûna însanan bernamekî wî tunebe, ji bo ku însan bi dû dinyayê nekevin berê xwe bidin axretê bernameke wî ya xebatê tunebe ew kes bûye dinyewî.

Kesê ji bo ku ewladê wî bibe xwedî meaş û kar û pere bişuxule, lê ji bo ku ewladê wî bibe dawetvanê Îslamê, ji bo ku bibe însanekî îslahker bername û suğlê wî tunebe ew kes bûye dunyewî.

Kesê heq bide nejadperest û neteweperestên Kurd yan jî Tirkan ew jî bûye dinyewî.

Kesê ji bo heqê dinyewî yê qewmê xwe bixebite û axreta wî nefikire ew jî bûye dinyewî.

Kesê dinyewî jî tu para wî di axretê de tune ye, dinya jî tije kul û derd e û fani ye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

Ê Berê ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
Ê Li Pey Li Gundê Me Kurdistan Bi Kulîlke

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.