YA REB

Article

 


Xalêqê rehman me xuluqandiye
Piştre ji mere pêxember şandiye 
Nav me de toxmê islamê çandiye
Ya Reb hamd u sena her tim ji tera

Bê jimar nîmet da hemi insana 
Ya heri mühim quran daye zana
Me bextiyar bike her du cihana 
Ya Reb hamd u sena her tim ji tera 

Em wi dilovaniya te duxwazin
Em gunehkar geleki şermezarin
Di şev u roj nalin u zare zarin
Ya Reb hamd u sena her tim ji tera 

Me dewa Resulê kibriya domand
Fitne u fesadi di nav xwe derand 
Fermana Rebbê xwe ayet ayet xwend
Ya Reb hamd u sena her tim ji tera
 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Adem KILIÇ

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.