Pîrê Berxwedanê Şêx Ehmet Yasîn

Article

Pîré berxwedané Şex Ahmet Yasîn di sala 1937 de li bajaré Asqelan li gündé el Cewra hate Dîné. Hé sé salî buyî bavé xwe wînda dîke . Dayîka wî jê re hem dêtîyê dike û hem dibe bav. Wî bi delalî mazin dike. Tevlî diya xwe u birayé xwe  yê mazin di salan 1948  li qempa Gazze ya Penabera u Paşê  li ya Şatî maye. Bi rastî ser sebebé vé koçé di eynî salé de bombake pir mazin di qelbé herema navrojhilat de teqîya bu. Çeteyeke terorîst  bi navé İsraîl dewletek Qorsan damezrandîbu. Bî sedem vê teşebusê li Fîlîstîn  gelek günd û bajar  ji waru welaté xwe cellî bun.

Şex Ahmet Yasîn dibistana dibistana Sereyatî  di sala 1952 de li mekteba Îmam Şaf'î des pé kirîye. Dibistana navîn jî li mekteba Er- Rîha qedandîye. Ji héleké de Şertu mercê Penaberîyê yê zorzehmet  u ji héladin de jibo debra mal û aîla xwe lazîme bîxebîtîya. Bî rastî ev şertu merc bona wî gelek zor bu.  Feqet di sala 1952 de, di hengâma ajnéberî ké de li ser sutuyé xwe dikeve u hestîyé sutuyé wî dişké, bi carekî felç dibe. Êdî jîbona wî jînek nu des pê dîke. Wî  dîgel vî qasî terka mücadele  nekir. Kemasîya bedena xwe neda péş u xwe jibo xwendîn u mücadele bî şunda nehîşt.

Di sala 1958 bî vî halé xwe ye felçî dibistana Filîstîn qedand. Bi xîreté xwe ya xususî xwendina xwe bi péşda bîr. Bu mamoste, demek dîrêj mamostayî kîr. Lî gel mamostayê li mîzgeftê waîztî kîr û lî pêşya xelqê nîmêj kîr. Bi şevu roj teblîğ u pézanîna d'awa îslamé kir. Eşqa wî ye berxedanê  wî ajot bajaré Qahîrê.  Bé guman Misir jibona Şéx despéka çaxek nîkî nu û derîyê merhala mûcadelak dîrêj û dujwar bu.  Lewra fikru ramané wî yê li véré kemîlîne, jibo péşeroja Fîlîstîn nexasim jibona qiyama li hember zülmé, jibo serxwebuna gelé wî yê bî Îslam’é tovekî nu dé bîreşanda lî erda Filîstîn.

Şex lî Misré bî cema'eta  Şehît Hesen El Benna ya bî navê Îxwanul Müslîmîn re hev nas kir. Dî nava Endamê cemaetê de şuxulî, hunîn û cîvîna karên cîvakî fêr bu. Dewleta Misré ya Laîq lî pêşberî Îxwana Operasyonên gîrÎng kîr. Dî vê hengâme de Şêx Ahmet Yasîn jî gîrt. Mîşwarek derbas bu wî berdan Şêx Ahmet Yasîn jî vegerîya welatê xwe Gazze. Jîbo Xebata xwe bîdomîne lî Gazze sazîyeke Cİvakî ya îrşad u alîkarî vekir. Dest avéte ketîya, alîkarîya mezlum û Mustezefa kîr. Ciwan li dora xwe kom kîrîn, u roj bi roj alîkaru dildayé wî zéde bu.

Dî Sala 1967 YahudÎyê dagîrker  erdé Filîstîn bî carekî îşxal kîr. Gelê Fîlîstîn dî erda xwe de bune penaber. Şéx Ahmet Yasîn fêm kîr ku mesulîyeta wî giran bu. Ji ber vé yeke jîbo Hêzek çekdar bîkar bîne û tekoşînu berxwedanek bî rewş lî dar bîxe li ser ciwanên Fîlîstîn xebatek berfîreh kîr. Nexasîm dîn ava gel de bî nexweşîyén manewÎ yê weke cehalet, nezanî, u feqîrtîyé mücadele kir. Jîbo komelek fezîletdar bîne wucudé tevé xîreté xwe dî vé rîyé de xerç kir. Xebata wî, berxwedan u mücadela wî roj bi roj bî péşda çu. İdî Şéx dî dîle xelqê Fîlîstîn de text ava kir. Li mîqabîl îşxala Yahudîya hat nav xelqê xwe û bu şîvan û pêşîvanê wan.  Di vé hengâme de Yahudîya gelek caran wî bînçav kîrîn xîstîn gîrtîgehê. Bi rastî şex Ahmet Yasîn lî FîlîstÎn rêçek berxedanê yeke nu vekîrîbu. Jî bîl azadî û rîzgarîyê tu tîştek dî hîşê wî de tunebu.  Di vé babeté de gelek şexsîyeté héja u qedir bilindî weke A.Ezîz Rentîsî, Îsmaîl Ebu Şeneb, Şêx Sîyam gîhandîye.

Di sala 1984 de Şêx û gelek hevalé xwe  jî terefî YahudÎyan de hatîn gîrtîn.  Pîştî Mehkemak Formalîte 13 sal ceza lî Şêx Ahmet hate bîrrîn. Feqet pîştî gîrtîna wî bi 11 heyva, di hengama guhartîna hînek hésîr de Şêx lî mîqabîl hêsîrê Yahudîya rîzgar bu. Pîştî jî hepse derket tekoşîn û mîcadela xwe jî cîhê mabu berdewam kîr.

İdî tové avétîbu bîné erdé şîn hatibu qebîlî bu, lî her gundu bajarî lî çarhawîrê  Fîlîstîn xorté Müslüman, bî cesareta îmané derketîn meydana. Cemaetek Îslamî hatîbu saz kîrîn, endamê vê cemaetê doza mafê gelê xwe yê însanî û Îslmaî dîkîr.  Çuruskê agîré berxwedané ewil li Qempa Cebalîye  péket. Berxwedana ewil des pé kiribu. Bî sedem vê berxedanê dî demek kûrt de navê Şêx Ahmet Yasîn û Hemas ê lî hemî Dînê hate bîhîstîn û bela bu.  Pîré berxwedané jî tîréna azdîyé re bîbu loqomotîf.

Qewmé melun dî bala vê buyerê de bu. Jî ber vé yeké dî 1 ê Gülana salan 1989 de operasyonek berfîreh lî pêşberÎ Şêx û hevalê kîr,  Şéx Ahmet Yasîn dîsa  gîrtîn. Armanca vé operasyona ber freh, ku Hemasé bi carekî jî qam bîxîn û mehu bikin.

Di vé hengamé de gelek zülmü îşkence lî Şêx û hevalê wî kirin u saleké ew dernexistin mehkemé. Di 3 ê îlona salan 1990 de ew derxîstîn mehkemé. U wî bî 15 suç'é cuda sucdar kirin. Lé belé wî li hember van sucdarîya wîha got: Ev mehkeme lî  gorî qanuné nîkare mîn mehkum bîke. Çungî ev mehkeme jî teref îşxalkera de hatîye saz kîrîn. Ji ber vé yeké ev mehkeme xeyrî meşr'u e u ne qanunîye.

Pîştî vê parastîna bîrumet mehkeme taloqî tarîxek ne dîyar kîrîn. Feqet paşê dî 6 ê Cotmeha salan 1991 de mehkema  İsraîl careke dîn hepsa muebet dan Şex Ahmet Yasîn. Bîryara mehkemé yî pévîstekî "Xerakîrîna îsraîl û lî cîhê wê damezrandîna Dewleta Fîlîstîn ya îslamî bu.”

Piştî vé cezayê şéx Ahmet Yasîn lî zindana Remle 8 sala dîgel wîcuda xwe ya seqet dî hepse de raza. Dî vé hengamé de Yahudî jibo berxwedana îslamî bîtefînîn dî zîndané de bî Şêx re hevdîtîn kîrîn û bazarên agîrbestîyê û hêsîra kîrîn. Jîbo wî jî hepse berdîn  gelek teklîf lé kîrîn. Lé belé Şêx hemu teklîfê wan bî şunda vegerand û qebul nekîr.  Ev gotîna wî îzzeta wî ye lî hember Yahudîya derdîxe holê:  " Heger jîbona hun mîn berdîn hew şertêtekî bîdîn ber mîn û bejîne mîn emê te jî hepse berdîn bes lazîme tu jî derve jebeşa nexwe, wallahî ez dîsajî vê teklîfê qebul nakîm. Çungî ez rejma îşxalkeran  qebul nakîm. Heger ez şertu mercê wê qebul bikim; jî mîn re 100 sal heps çêtîre  ku ez jî bawerîya xwe vegerîm”

Şex bî sekna xwe ya rîpî rast berxwedanek Yusufwarî  hîlbîjartîbu. Dîgel şerté zîndané yê zorzehmet ew jî sekna xwe neborî. Herdem lî gelé xwe u lî berxwedana xelqê xwe fîkîrî. Nîhayet  30  ê cotmehé sala 1997 de 2 ajané mosadé li paytexté  Ürdun  Lî Ammanê teşebbusa kuştinxwazîyê lî seroké Hemasé  yê sîyasî, lî  Xalid Meşal Dîkîn. Herdu Ajanê Mosad bî ser nakevîn tên gîrtîn. Dî nabêna îsraîl û Hemas de bazara guhartîna esîra dîbe. Û nîhayet  li miqabil van ajana Şex Ahmet Yasîn jî zindané Îsraîl hate berdan. Teqdîra xweda boy Şêx jî Zîndanê azad û rİzgar bîbe tecelî bîbu.  Carekedîn Ahmet Yasîn bi îzzet u rumet zîvirîbu nav xelqé xwe. Jibo tedawîya wî demekê Şêx dîçe Amman; paşê mînak QumandarekÎ Muzaffer vedgere nava xelqê xwe û mücadela xwe berdewam dîke. Şêx Serokê Berxwedanê ye. Partîya Erefat ya Laîq El Fetîh jîbo péşya wî bîgre gelek cara li mala wî ew bînçav dîke. U bî şîklê cüda bî serde dîçîn.

Di salan 2000 de Arîel Şaron çaxa dîçe  Mescîdî Aqsa,  Şêx Ahmet Yasîn emré  întîfada yanî yê berxwedana 2 mîn dîde. Hemas bî rêxîstînên FîlîstÎn yê Cüda re yekîtîyê bîkar tîne û derîyê şer û berxwedanê lî îsraîl vedîke. Yanî hem péşîvantîya berxwedané dîke u hem jî wehdeta Sazîyên Fîlîstîn pék tîne.

10 îlona sala 2003 de kuré wî Abdî lî mala Mahmut Zehar şehîd dîbe. Dîsa gelek şexsîyeté qedîrbîlînd yê wek Îsmaîl Ebu Şeneb, Yahya Ayyaş, Salah Şehade ku wî gihan dibu ji terefî yahudîya de şehîd dîbîn. Feqet agîrpîjê dî ruhé wî de roj bî roj mazin dîbu. Êdî ruhé wî dî alema m'anewîyaté de dîjînî. Dewleta İsraîl boy Şêx şehîd bîkîn u berxwedané bîtefînîn gelek cara kuştinxwazî lé kirin, feqet Xweda destura wan nedabu.

Nîhayet sîbeha 22 ê  Adara Salan 2004 Şêx Ahmet Yasîn bo nîméja sibehé diçe mîzgefté, nîmêja xwe dîke dema derdîkeve; Yahudîyê Melun bî Elîqoptera Apaçî  bombekî bî ser Şêx de berdîde wî û hevalê wÎ bî xwînxarî şehîd dîke.  Cesedé wî perçe parî dîbe u lî péy wî hew tekere bîskîlêta wî dîmîne.

Bé guman Hemas bî şehadeta wî  bêtîr xurt bu, şehadeta wî hêz û qewwet da hemu mîslamana. Rehm u razîbuna Xweda li ser Şêx Ahmet Yasîn û temamê şehîda be.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

M. Mehmûd Tibyatî

Ê Berê ŞÎRETÊN BIRÛMET: EXLAQ
Ê Li Pey GEŞTA XERQ NEBUYE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.