ŞEVA QEDRÊ

Article

Di nava şevê Xweda xuliqandiye şevek; Nûr û ronahîya wê ji teva bêtir û bi ronîbûna xwe ji tevê şeva rohnîtir…

Şevek;  Qudret  û hakîmyeta Xweda bi hêla xwe ye xususî teceliyî ser hemî tiştî dike…

Şevek; wesf  û nîşanê wê bi uslûba Qur’anêyî herrikbar hatiye pesinandin…

Şevek; gelek sir û hîkmetê fewqelbeşer di hundir xezîna xwe de vedşêre…

Şevek ; Ji şevê Remezanê yî giranbiha…û ji Qur’ana pîrozre ma’zubantî kiriye…

Belê; Em behsa şeva Qedrê, bi navê xwe yî namdar şeva leyletul qedrê dikin…

 Qur’an bi üslüba xwe yî herikbar wesfê vê şevê dide.     

Bi navê Xweda yê Rehman û Rehîm.

Şevek çawa ji hezar mehî bi xêrtir e? Hezar meh, 83 sal û 4 meh dike. Emrê însanekî. Şevek ku ji temamê emir bi xêrtir gelo heye? Helbet heye.  Heger însanek di dirêjiya emrê xwe de li tiştekî geriyabe û nedîtibe, ew tişt di qelbê wî de wê hesret bimîne. Û di şevekê de bighêje wî tiştî ew şev beramberî tevê emrê wî ye. Bi rastî ew şev ji emrê wî tevî çêtir e.

  Ev şev şevek wiha hêja û qedirbilind e tevê deriyê bêhêvîtî û e’zap têne girtin…Deriyê asîmana yî hêvî û rehmê vedibe,  Melekê Rehman li ser zemînê  peyadar dibin û bi nerînê xwe yî devliken hetanî  fecra sibehê, pêtî pêtî barana mexfîretê  dibarînin…

Mîhrîcanek xalîbûnê ye… î’dya xwe sipartina xezînê Rehman e ev… Nîdak bêcewap , lavayekê tu nabîne; tobeyek ku ji dil û can were kirin Rebbê Rehîm û Rehman ku erd û asîman bi Rehma Wî hatiye pêçan  ma çawa bêgerev bihêle di vê şevê de…

Di vê şevê de çiqas diayê bi îxlas û bawerî bêne kirin muheqeq wê muqabelê bibîne; tiştê bêne xwestin yeko yeko tev têne dan …

Xweda bi zimanê Pêxemberê Xwe yî Rehmê wuha mizgîniyê dide dildayê dînê xwe…” Her kî bi bawerî û îxlas şeva qedrê îhya bike, temamê gunehên wî  yê derbas buyî têne e’fukirin.”

Heger zimanê Kaînatê, yên sitêrkê li asîmana, Çiyayên li erdê,  yên dar, devî, nebat û camida heba di vê şevê de wuha wê gazî me zarê Adem bikirana: Ey zarê Adem! Ma hûn li hêviya çine? Bankdana Rebbê xwe ma we nebihîst?  Çima hûn bi bal rehmeta wî yî bêdawî nabezin? Çima hûn doza efû û xalîbunê li Rebbê xwe nakin? Ma hûn nizanin îşev şeva qedrê ye,  şeva azadîya ji guneha ye. Ev çi perda xefletê girtiye ser ça’vê we ? Ev çi ewrê guhnedêr in? Pergendebûna xwe hûnê çi wext fêhm bikin û li rebbê xwe bigerin?

   Weyl li halê wê nefsa ku li hember hewqas nîmet bê şukur e; tembel û miskîn e, jibo xêra xwe naxebite. Cehdê nake, ferqa vê şevê û şevê din ji hev nasnake. Sermiyanê ûmrê xwe yî bi qiymet  di nava xeflet û cehaletê li ser serguya dibihêre…  Bi muflîsî diçe hizûra Rebbê xwe, kî dizane wê çend şevê qedrê yî din di çemê xefletê de derbaske…

Heqîba me ye tijî guneh hê di çend şevê qedrê de emê bikin ba’lîfa ber serê xwe kî dizane? Çend hezar seetê îcabetê  me fîkand di dirêjiya umrê xwe de . Gelek cara firsetê hatin ber lingê me, bi pişta destê xwe me da’f da… umrê xwe yî bi qiymet di mehzenê Kufrê yî tarî de me borand…

  Îdî niha wextê hişyarbûn û daweşandinê ye . Wextê parastin û şûştinê ye. Wextê fecra sibehê ye. Wextê xwe rastkirinê ye ev şev…Bi tobek nesûh wextê serxwehatina qelb û rih e… Wextê e’şqê ye… Bi cezb û coş di ava   şetê rehmetê yî zelal de çepilavêtina sahîla sa’deta ebedî ye… wextê ma’zubantîya ji melekê Rehman re ye. Wextê azadiya ji gunehan, û nevegerandina ji riya rast e…

 Ku meriv feqîrekî muflîsbe û ji nişkavi bibe xwediyê xezînêbe dawî, gunehkarekî bi qirêj û çukus be bibe sultanê cennetê..

 Parsekekî di qozikê sefaleta dinya bimande her roj bê qewitandin û ji nişkavî di bircê firdewsî belek û bilind, li nava bax û bexçê cennetê e’dn de bê e’zibandin…

 

 Ah ji vêya re tê gotin şeva qedrê… Yanî şeva şeref û rûmetê, şeva şerefyarbûnê… Weke ku ew bi şerefe şerefê dide dildayê xwe jî…

 Civak û însanê axir zeman, mu’mîn û muslumanê vî zemanî çiqas muhtacê şevên wuha qedirbilind in… Di van şeva de em muhtacê e’fû û qenciyê Xweda ne… Ji ber vê yekê ye Xweda di her şevekê de seetek qedrê yî ku dia û îbadet di wande meqbulin xilatî me kiriye…

      Ji Eshabê Pêxember Cabîrê Kurê Abdûllah dibêje: “Min dît Resûlûllah (s.x.l) wuha digot:  Di şevê vê de seetek heye, kî leqayî wê saetê bibe, jibo dinya û axireta xwe çi ji Xweda bixwaze muheqeq Xweda wê bidiyê.”

 Şeva qedrê fihrista temamê şeva ye. Şevek bê deng û bi huzûr, şevek tevê melaîketê Rehman dadikevin li ser rûyê erdê peyadar dibin, belkî piyê me û geleka ji wan li hev dikeve, Erd bi tevê frehbûna xwe ji wan re teng tê. Jibo silavê Rehman bigihînin îbadê wî dadikevin ji asîmana. Jibo silavê li mu’mina bikin dadikevin ji asîmana…Lê belê gelek ji me di vê şevê de hêfa xefletê dikşîne ser serê xwe û bê hem û xem radizê. Herwekî tu ihtiyaca me ji aqibetê tine ye. Herwekî jibo em daîm lê bimînin me dinya deman kiriye…

   Ma ne emin yên ku bi şev û roj li pêy dinya bêman dibezin. Hem  û xema me lezzeta dinya fanî ye. Dîgel di nava gunehan de hetanî qirikê xerq bûne rê bi ser tobê nakin, poşman nabin ma ne emin.

Yên ku di neqebê tarîtiyê de riya xwe şaş kirine û weke pezê avî ji hev bela wela bûne ma ne emin…

Halbukî yên ku di nava gunehê şiklo şiklo digemire û muhtacî e’fwa Rebbê xwe ye emin… Feqet Xweda dosté me ye,  firseteke mezin daye me…Ji ber vî qasî em vê şevê xenîmet bizanbin û temamê emrê xwe weke şeva qedrê derbas bikin…Daxwaz û îbadetê xwe jiboy nermbûna vî qelbê xwe yî hişk em pêk bênin…Qirêja gunehê xwe bi hêstirê çavê xwe em bişon…Bila dengê toba me  hilkişî erşê bilind, weke giregirê  tava atmosfera ruhê me bi şerbeta îmanê tev rake. Da ku av  û hewa ahmedî me jî di mista xwe de hilgire…                                                                                                   

Diya me Hz. Aîşe (R.a) dibêje: “Ya Resûlellah! Tu çi emrî min dikî ku ez di vê şeva qedrê de bibêjim?

Resûlûllah (s.x.l) dibêje : Ey Aîşe! Di vê şevê de bibêje: îlahî ! ti e’fûkarî , û ti ji efwê hezdikî. Min jî e’fû bike.

 

Divê ku efwê em bixwazin di vê şevê de çunkî xweşiya herman û bêman bi e’fûkirina Xweda tê bikaranîn.

Di nava hewqas guneh, îsyan, nîsyan,tembelî, zulum, zor û qirêja cehaletê de, Ku ew me e’fû neke gelo emê çawa herine cennetê?

Xwestina bexşînê di şevê e’fwê de ji Xwedayê Mîhrîvan bixwazin… Û di vê şeva e’fwê de bi tobek nesûh xwe bavêjin dergahê wî…Di jîna xwe de xetikek nû vekin, şeva qedrê bikin şeva azadiya ji fuhşiyat û munkeratan…                                     

Bi niyeta şeva Qedrê em ji Rebbê xwe yî Rahman û Rehîm dixwazin; Ku me, diya me , bavê me, birayê me, xwişkê me aqarib û malbata me, birayê me yî mu’min, xwişkê me yên mu’mîne e’fû  bike…Heqiyê bi heqqî û batil jî bi batil bi me bide naskirin, lingê me li ser riya heqqiyê ragre, me ji civaka heqîqetvana neqetîne…

   Em hêvî dikin ku Xweda dînê îslamê û muslumana ji fitnê, ji fesadiyê, ji bela û musîbeta bisitrîne…

Em hêvî dikin ku wê dilşikestîbun û dilgiraniyê ji nava birayên me yî Musluman rake, û qelbê xizmetkarê Qur’anê di bin ala Tewhîdê de bike yek…

  Em hêvî dikin ku wê ilmekî bi fêde û e’melkirina li gorî vî i’lmî bike qismetê me…

  Em hêvîdar in wê ummeta îslamê yî mezlûm ji binê zulmê derxîne û dinê xwe li her bihost erd bike hakim…

  Em hêvî dikin wê nexweşî yê me yê maddî, ma’newî û rihî bi dermanê Qur’anê şîfa bike; û me jî ji bela, ji musîbeta, ji şerê xwe bi xwetîyê, ji fitna deccal, ji durrutiyê,ji tirsê, ji kêslanîyê muhafeze bike…

 Û em hêvî dikin wê me tevlî kerwanê nebî, resûl, ewlîya enbîya, Salih, siddîq, şehîd û mu’mina bibe meydana mehşerê…

     Û ya Rebbî! Em hêvî dikin di vê şeva qedrêyî qedirbilind de musluman dînê xwe qenc nas bikin, riya xwe li ser îstîqameta Qur’an û sunnetê rast bikin, erz û îyalê xwe ji neqenciya xilas bikin, dost û neyarê xwe ji hev nas bikin, û sermiyanê ûmrê xwe di riya sirata mustaqîm de xilas bikin…   

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Komkujîya Helebçe Nayê Jibîrkirin
Ê Li Pey Çukusî û camêrî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.