
Wek sîluetek ji buhuştê
Ji koka zinaran
Vedibeşire av
Rohnî dide li ber tîrroj
Wek şîr dadikşê
Delav bi delav
Li Dêrsîm av
Dihelîne dil û hinav
Li ber perrê asîman
Sitêrka “Leyl û Mecnûn”
Yek ji şerqê tê, yek ji ẋerbê
Secdeya şukrê
Lazim e di hengama hevgihînê
Dar û ber sernigûn in
‘Alem sitûxwar….
Ya Wedûd! Ya Wedûd!
Salê carek
Li ber perrê asîman
Nûra sitêrka “Leyl û Mecnûn” dixwîye
Sîluetek ji cennetê
Wek şîr vedibeşire av
Delav bi delav diherike
Û li Dêrsîm di heline dil û hinav
Gelo Xizir li ku ma
Ku Mûnzûr li bendê
‘Evdal li kêlekê
Sitrana evînê di nuhurîne:
“Mîro, mîro mîro…
Wey dil, wey dil, wey dil
Dêrsime, xweş Dêrsime
Av tên, avên çeman û kanîyan e
Gime gime, zime zime, xime xime
Ax dilo!
Wey dil, wey dil
Xwedê xera bike dilê bê dil
Fenanî gakî bê werîs û bê cil
Fenanî xasbaxçekî rûtî bê gul
Fenanî kirasekî qolî bê mil
Fenanî dara bê şalûl û bulbul
Ax dilo
Wey dil, wey dil, wey dil…”
Bêrîvan
Diçin bêrîyê
Satilên şîr li desta
Çilkek li erdê ye
Yek li ‘elbê
Li ber perrê asîman
Vedibeşirin sitêrka “Leyl û Mecnûn”
Gelo ḥusna Yusûf e
Yan pertewek ji nura Zulcemal
Ku dibe av
Ji koka zinaran vedikşê delav bi delav
Li Dêrsîm dihelîne dil û hinav
Bihar e
Gulberf berfê vediçirînin
Û dibişkivin ji nav berfê
Li ber tava rojê
Vedibin gul û sosin
Tebî‘etek taybet
Mûnzûr
Çiyayek serbilind
Digel hevalên xwe
Qewî radigre sitûna zemîn
Wek olama dengê Seyyîd Riza
Li ber sêdarê
Ji kûrahîya dîrokê
Berya hilfirrîna çûka ‘ecel
Û çûna bi bal asîman ve
Ji newala Mûnzûr
Dengek tê
Ku guh li ber kerr dibin:
“Em bê guneh, em ewladê Resûl in
Bêbexto! Bi ḥîlêbazîya te re neçûm serî
Ev bû kedera dilê min
Bes teslîm nabim
Serî danaynim li ber te
Bila ev jî
Bibe kula dilê te”
Teyrê ‘ecel li asîman baskê xwe dihejîne
Rûḥ ji can bi bal asîman ve dikşîne
Xewn e yan xiyal e
Ez nizanim
Ava wek şîr
Vediguhere
Li qûntara çiyê
Wek çemek ji çemê xwînê diherrike
Şara pîrekan
Temezîyên bûkê serbixêlî
Kolosê zavayên teze
Digel dergûşa sebîyên ber şîr
Wek dergûşa Mûsa
Ji ber zulma Fîr‘ewnan
Li ser avê pêl vedidin
Û dimeşin
Digel nexş û nîgarên ji xwînê
Kefa xwînê hildikşê
Çemê sor ji xwînê diherike
Dar û ber daye ber xwe
Û bi bal axretê ve dimeşe
Da ku agirê zordara bêtir gurr bike
Dar û ber daye ber xwe
Çem ji xwînê diherrike
Xewn e yan xeyal e
Ez nizan im
Paşê Seyyîd Riza
Ji nav gulberfan
Serê xwe ra dike
Li quntara çiyayê Mûnzûr
Li ser ava herikbar
Du sosin di destan de
Sûretek nûranî
Wek sîluetek ji buhuştê
Du sê horî li teniştê
Rû vedidin
Ez di meşim
Ew diçin
Meşa min, revê dişopîne
Hew dibênim
Qelem şikest
Kindîr qetiya
Sûret winda bûn
Olama dengekî ma
Tenê olamek wiha:
“Min temîn û wesyet li we be
Xwe nedin bin siya dara zulmê
Jehr û ziqûm e ew
Daîm li kêleka mezlûma bin
Rakin ji erdê barê ketîya hûn
Mifta cennetê
Û mizgîna fereca sibehê ye lew”
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.