Li Gundê Me Kurdistan Bi Kulîlke

Article

Li gundê me Kurdistan ava ye, şên e, ne xerabe ye. Di tax û kuçe û kolanan de şer tune. Însan qefle bi qefle malê xwe na terikînin, xanî ne hedimîne, kon vala nebûne, kanî neçikiyane, zevî hişk nebûne, gur neketiye nav colê pez û lê nexistiye, hêlîna leglegê xera nebûye, babîsokê lîstika zaroka xera nekiriye û bêndera belawela nekiriye.

Li gundê me Kurdistan her dem û demsalî şên û dilşad e. Zivistana me bi berf e lê berf kêfa xelkê tîne. Zarok xwe di berfê de dişemitînin, pisîk li serê bazdidin, refê qijikan li ser xaniyan datînin û libê tene dineqînin. Însan di şevên sar û seqem û dirêj de di hindiran de li ber germa sobê bi şevbihêrk û civatan kêf dikin.

Di biharê de Kurdistana gundê me çar teref şîn dibe. Li gundê me Kurdistan bi kulîlk e. Çiya û deşt û bênderên me bi cûrên kulîlkan dixemilin. Seyr û temaşa deşt û zozanan di dilê merev de pêlê bihara jiyanê dilebitîne. Bi tevî zilam û zarok û pîrekan bêrîvan bi ken û henekan di şivarokan de diçin û diçin. Gul û kulîlk li ber bayê dema direqisin, ken bi dev û ruyê merev dikeve. Libên baranê axa me têr û xurt dikin. ‘Ewr û birûsik, di asîmanê Kurdistana me de hêviya heyatê hê bêtir nû dikin.

Li gundê me havîn Kurdistanê zengîn û maldar dike. Li wê derê bênderên me bi zad û nîsk û noka tije dibin. Ava kaniya me cemidî diherike. Ava çemê me tu carî naçike. Şivan pezê xwe li ser çem û kaniyan av didin. Havînê di nav pirêzan de kew hêlîna çêdikin, kêzik qulilkan vedikin, mûristanik ji bo haziriya çile bi lez û bez libê tene bar dikin, dibin depo dikin. Çimkî li Kurdistana gundê me pirêze nayên şewitandin. Ji xwe kes nizane şewitandina pirêza çiye. Kewşê wan dikin ka, kayê jî dixin kadînan. Çi fêkiyê ku dilê te bixwaze... Hincasên mor, sêvên sor, hirmî, mişmiş, gûz… Carna ku tu sêvê gez dikî… kurmikê nav wê dibin çavan de awiran dide, dûvre pişta xwe dide te û diçe. Çimkî te bê wext li deryê wî xistiye û ketiyî hêlîna wî.

Li Kurdistana gundê me payîz demsala cotkara ye. Pelê dara zer dibin û diweşin. Çimkî îdî payîz e… Gundî ji zozana xwe bera nav gund didin. Tiriyê mezrone heta tu bixwazi purr e. Bi dims û bastêq û meşlûlan ğenê dibin. Payîz heta tu bêjî xweş e.

Li Kurdistana gundê me camî navenda jiyanê ye. Pênc wext azan tê xwendin, hemî kesên li mal diçin li camiyê limêj dikin, zarokê her malê diçin li wir dersa Quranê dixwînin. Hicra feqiyan jixwe heye û feqiyan, Kurdistana gundê me bi ‘İlm û we’z û îrşadê şên kiriye. Seyda û feqî însanê mînakin ji bo xelkê gundê me.

Li Kurdistana gundê me qistasa her karî rizaa Xweda ye. Kesê ku fi’lê nelirê dike xelkê gundê me jê re dibêjin “ma qey tu ji Xudê natirsî?” Xudê dixin bîra hev. Li wê derê biratiya Îslamê heye. Rengê Kurdistana gundê me şerî’et e. Gotin, a Xudê û Resûlê Wî ye. Haya her kesî ji helal û heram heye. Heramî na keve nav kar û gotin û xwarin û tevgerên xelkê me.

Li Kurdistana gundê me Kurd dibêjin “em Kurd in” lê nizanin Kurdperestî, nejadperestî çiye. Li wêderê ê ku ne Kurd in jî hene. Ê ne Kurd di mihella xwe de zulmê li Kurdan nakin, Kurd jî di mihella xwe de zulmê li ê ne Kurd nakin. Ji xwe nizanin zulm çiye. Li wê derê behsa zulm û ‘edaletê nayê kirin. Kes nizane zulm çiye yan jî ‘edalet çiye. Îhtiyacekî ku van îstîlahan yan jî mefhûman bîne bîra xelkê tuneye. Tecawuza heqqan û înkara wan li wir tuneye.

Kuçe, sûk û asîmanê me ji dûyê agir reş nabin, kes hovîtiya nake. Bi agirkirina di nav gund de ne şahî çêdibe ne ‘îd tê ne jî azadî. Ji xwe herkes azad e û ‘ebdê Xweda ye li wê derê. Ji navê dînê Îslamê pê ve kes navê tu dîn û sîstem û îdeolojyan nizane. Xort û qiz û pîrek xwe fuqur nakin, nakevin milê zilama nareqisin, bêemriya Xweda nakin li Kurdistana gundê me. Jixwe qîz û pîrekên me daîm nuxumandîne. Nizanin xwe ji heyayê bikin.

Li Kurdistana gundê me teqîn, komkujî, koçkirin, hedimandina xaniyan, kolandina koncalên şer, xerakirina kuçe û sûkan, agirkirin, kîmyabarandin… û wekîdin qet tunene. Însan nayên kuştin, zarok li ber dîwara birçî, tazî, pêxwas û bêxwedî namînin.

A wiha ye Kurdistana gundê me.

Li wê derê kulîlk naçilmisin, her daîm geş in û rû liken in.

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

Ê Berê Dı ‘Esra Modern De Dınyewîbûn, Laîklîk
Ê Li Pey ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    • Çend pirsên min ji birayê Nivîskar; 1 Gelo ka ew Kurdistan ? 2 Gelo jibo Kurdistaneke wusa çi xebatên me yên bi Kûrdî hene? 3 Gelo hûn jî nabînin ku pirên endamên Komel û Civaka me di malên xwe de, bi sebîyên xwe re bi tirkî diaxivin.? 4 Kurdistana bi şênayî wê çawa bi zimanê dagirkeran were avakirin ? Silav û hûrmet bo Nivîskar û Xwensevanên Kelha Amed

    Zêdetir